Li başûrê Kurdistanê kurd bi serketin!

27/02/2019 - 17:13 Kategori Raman

Bûbê Eser

Weke ji we hemî kurdan diyar e ku niha çawa, çilo û bi çi awayî li başûr Kurdistanê dîplomasî tê meşandinê. Serok û rêvebirin dewletên cîhanê yên nû û yên berê çawa berê xwe didin Hewlêrê û dibin mêvanê rêzdar serokkamarê Kurdistanê Mesud Barzanî.

Ev dîplomasî ji me re dide zanîn ku êdî başûrê Kurdistanê dewletbûn heq û garantî kirîye. Lê di vê dema niha de dewletbûn hingî zor û zehmet e, weke tu ji devê gur perçeyek goşt derxe. Weke tu ji nav agirê dûjehê hinan birevîne. Weke tu ji nav lepê dagirkeran kurdan xilas bikeye. Lê em weke kurd hatine dawiya rê êdî çi jî bibe kurd nema wenda dikin. Zengilê serxwebûnê ji bona me lê dide.

Helbet tiştekî rehet tune ye, kurd jî di vê zanîbûnê de ne. Bi serde niha rol û erka derva ango dewletên mezin, girîngtir e. Ji ber ku biryara talî di destê wan de ye. Ewên çi demê vê pêk bînin hê ne diyar e. Lê xuya ye biryar dane, maye ragihandin.

Ji ber ku li başûrê Kurdistanê, siyaseteke neteweyî li ser destê Barzaniyan û li gor rêbaza Barzaniyê mezin tê meşand û ev garantiya dewletbûnê dide me kurdan. Çi dema kurd neteweyî fikirîn, neteweyî tevgeriyan, neteweyî bi hevre danûstendin çêkirin aha wê demê kurd dibin dewlet.

Ji ber vê ez dibêjim; Li başûrê Kurdistanê, kurd dibin dewlet û dersa demokrasiyê dide û wê bide Rojhilata Navarast. Kurd birçiyên azadî û serxwebûnê ne, lewra jî dê qîmeta vê baş bizanibin.

Bi vekirina parlemena Kurdistanê û destnîşankirina rêvebirên wê, bi kurdan da zanîn ku êdî kurd gihiştinin wê qonaxa ku bi awayekî netewî, li gor berjewendiya gelê kurd karê xwe bi rêve dibin û wê bibin.
Ji ber vê ez spasî YNK dikin ku  ew beşdarî civîna parlemana Kurdistanê ya 18.2.2019an nebû. Êdî wê bê YNK kurd bê alozî û serêşî bijîn. Ji ber ku hemî serêşî, alozî, welatfiroşî û xwefiroşî ji bin serê hin rêvebirin YNK derketibû û derdiket û derdikeve. Dîsa jî divê rêvebiriya başûrê kurdistan hay ji wan hebe ku lîstikên nû nelîzin…


Li gor min bêyî YNK wê parlemena kurdistanê, bi hêztir, bi rûmettir û qîmettir bibe.
Bi serokatiye jinek kurd rêzdar Vala Ferîd ya ji bona postê parlemenê, bi cigira wê rêzdar Muna Qehwecî û cigirî din rêzdar Hêmîn Hewremî wê parlemana Kurdistanê, di qada navneteweyî de cihekî xwe ê taybet çê bibe.


Bi serokatiya rêzdar Vala Ferîd û bi serowezîriya rêzdar Mesrûr Barzanî bi serokkomariya rêzdar Nêçîrvan Barzanî parlemena Kurdistan dê bi hêztir û qawetir bibe. Bi vê jî wê gaveke nû û demokratîk bê avêtin.

Pêvejoyeke nû, gaveke taze bi helwesteke neteweyî û li gor rêbaza Barzaniyê nemir dê li başûrê Kurdistanê dest pê bike û kirî ye. Ev destpêk girîng e. Divê kurd xwedî li vê derkevin û qîmeta wê bizanibin.

Bi avêtina vê gava nû de hemî Barzaniyan li gor rêbaz, destûr û bernameya neteweyî li hev civiyanin, dê çaw bikaribin baştir, rintir û demokratir karê ragihandina deweleta kurdî bikin.


Divê êdî kurd kêfxweş bin ku hemî gavên ji bona berjewendiya kurdan têne avêtinê li gor destûr û rêbaza Barzaniyê nemir dibe. Loma êdî kurd wenda nakin.
Van gavên hêja û bi serokatiya palemena Kurdistan rêzdar Vala Ferîd û serokwezîrtiya rêzdar Mesrûr Barzanî û serokkomariya rêzdar Nêçîrvan Barzanî li gelê me pîroz dikim…