Me ev roj jî dîtin û Kurdistana serbixwe ket ser rê

17/02/2019 - 18:56 Kategori Raman

Bûbê Eser

Ji roja Kurdistan perçe kirine (1639) û heta  niha kurdan jî ji bona parastina xwe, ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe qet ne sekînîne, her berxwe dane, didin û wê hê jî bidin.

Piştî sala 1991ê em li başûrê kurdistanê li gor rêbaza Barzaniyê nemir bûne dewlet, lê dewletên mezin û yên din em weke dewlet nas nekirin.

Niha rewş gelekî guherî ye. Berê qaweta mezin ya hundir bû. Lê mixabin, niha tu di hundirê xwe de çiqasî xwedî qaweteke mezin jî be. Te normên dewletbûnê hemî bi cih jî anîbe, dema dewletên mezin û yên girêdayî wan te weke dewlet qebûl nekî ango nas nekî tu nabe dewlet.

Bi qasî em dibînin, bi qasî em dişopînin û dibihîzin, rêvebirên me yên başûrê kurdistanê vê yekê baş fêr bûne û wê weke tê xwestin li gor normên navdewletî bi kar tînin û wê bînin heta ku dewleta kurdistanê ya serbixwe ragihînin.

Bi qasî em dizanin, “dara azadiyê bi xwînê tê avdan”. Kurdan jî ev sed sal in wê darê bi xwîne xwe, bi xwîna gelê xwe av didin. Ew dara ku bi temamî hişk bû bû, bi saya xwîna cangoriyên Kurdistanê û bi saya rêbaza Barzaniyê nemir, niha hêşîn bûye û li ber fêkî dayînê ye.

Piştî ewqasî tekoşîn, cangorî, malwêraniyê, başûrê kurdistanê li gor rêbaza Barzaniyê nemir xwe gihand vê qonaxa ku niha ew dara bi xwîna kurdan hatibû avdan, dê fêkî bide. Em vê çawa dizanin?

Em dibînin, dibihîzin, dibin şahîdê wê yekê ku niha kurdên me yên başûrê kurdistanê, desthilatî û rêvebirên me yên wir, bi hemî hêz û qawetên xwe ketina nava danûstendinên navneteweyî ku bi wan bidin qebûlkirin ku êdî kurdan jî dewletbûn heq kirine.

Rêzdar Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî di vî warî de gavên gelekî hêja avêtin, têkiliyên bê hempa pêk anîn û Kurdistan ji konaxa malwêraniyê anîn ber sînorê dewletbûn.

Rêzdar Mesud Barzanî bi hemî hêz, qawet û zanîna xwe, têdikoşe ku Kurdistana serbixwe ji bona me kurdan ragihîne. Di nava van xebatên xwe de jî xwe weke siyasetmedarekî cîhanî, zane, bîrewir û xwedî gotina xwe, xwe da qebûlkirin.

Bi vê helwesta xwe rêzar Mesud Barzanî kete pêşiya gelek serokkarên cîhanê. Loma jî êdî gotina wî pere dike. Ji ber tiştê ew bêje û dibêje di qada navneteweyî de dibe cihê baweriyê ye.

Niha jî destpêkeke nû, pêvajoyeke girîng bi rêzdar Mesrûr Barzanî destpêkir û kirîye. Him ew serokwezîrê rojên pêş e. Him jî ew bi hemî helwest û gotinên xwe li gor rêbaza kale xwe tevdigere.

Dîsa me dît û bûne şahîdê wê yekê ku çûyina rêzdar Mesrûr Barzanî ya Elmanya yê bê çawa ew xiste  nava danûstendinên nav dewletî. Bê çawa bi rêvebirên cihanê re rûdinê derd û êşa gelê kurd ji wan re reva dike.

Rêzdar Mesrûr Barzaniyê ku siberojê wê weke serokwezîrê kurdistanê postê xwe bigire û li gor wê jî karê xwe çi li nav welatê xwe û çi jî di qada navneteweyî de bidomîne.

Gava yekê bi çûyina wî ya Elmanya yê bi pêşewaziyeke mezin hate pêşewazî kirin. Lewra jî bi vê giraniya xwe, bi wê zanîna xwe û bi wê têgihiştana xwe, yek bi yek li gel mezinên dinyayê rûnişt û rêdinê. Ev serketineke mezin e.

Min gelek caran gotiye û nivîsî ye; heger ne ji Barzaniyan ba, niha zûde hinan Kurdistan firotibûn. Kê yê bifrota jî diyar in. Lê mala Barzaniyan ava be ku her yek ji wan him diplomat in, him pêşmêrgene û him jî xizmetkarê gelê xwe ne.

Divê êdî kurda rehet bin. Reş û sipî û hemî rengên heyî, niha pir eşkere diyar bû. Welatfiroş û Welatparêz pir bi zelalî hat zanîn. Ev zelalî wê ji bona me kurdan Kurdistaneke serbixwe ragihîne.

Niha dagirkerên me qozên xwe yên talî bi her awayê xerab dilîzin ku kurd nebin xwedî dewlet. Lê rêvebirên me yên başûrê kurdistanê û bi taybetî hemî Barzanî jî nesekîne ne û nasin heta ku Kurdistana serbixwe ragihîne.

Bi dîplomasiya rêzdar Mesrûr Barzanî ya Elmanya yê em fêr bûn ku ew jî ne kêmî kalê xwe, bavê xwe û pismamê xwe rêzdar Nêçîrvan Barzaniye.

Bi serokkomariya rêzdar Nêçîrvan Barzan û bi serokwezîriya rêzdar Mesrûr Barzanî û bi mezinahî û têgihiştina rêzdar Mesud Barzanî em kurd di demeke kurt de dibin xwediyê xwe û kurdistaneke azad û serbixwe. Li gelê me pîroz be. Ma kê bawer dikirin ku em ê rojên weha xweş û geş jî bibînin.