Du Parêzerên Doza Kurdistanê: Hasan Hîşyar Serdî û Osman Sebrî!

15/02/2019 - 13:01 Kategori Raman

Hasan Hîşyar Serdî:

Di sala 1907an de, li gundê Nûrzergê (Serde) ku di navbera Lîce û Hanê de ye, hatîye dinê. Wek ku cenabê Hasan Hîşyar Serdî bi xwe dibêje; „hatina min î dinê, qedera min û a welatê min kir yek!“

Hasan Hîşyar Serdî, ji malbatek zana û kurdperwer e. Li gor urf û adetên kurdewarî mezin û perwerde bûye.

Hasan Hîşyar serdî, kurê kurdperwerekî xwende û zana ye. Malbata Hasan Hîşyar Serdî, malbatek ji Eşîra Jîrkîya ye. Ev eşîr xwedî hestên neteweyî û Hasan Hîşyar Serdî jî bi van hest û ramanan perwerdeya xwe dibîne û gavên xortanîyê davêje.

Hasan Hîşyar Serdî, xortekî 18 salî, di berxwedana 1925an de wek şervanekî çalak cîhê xwe digire. Di destpêka têkçûna berxwedanê de birîndar dikeve destê tirkan. Di Dadgeha Îstîklal a Şerqê de têt dadgehkirin. Bi sezaya îdamê têt sezakirin. Ji ber ku emrê wî piçûk bû, sezayê wî dadixînin 15 sal seza giran. Surgûnî Nîgde dibe.

Bi efûya 1928an re derdikeve û tê Amedê. Piştî ku dewleta Tirk dest bi nefîkirina malbatên beg, axa, şêx û kurdperwer dike, Hesen Hişyar Serdî derbasî Sûrîye dibe û di nav giftûgo û damezirandina Xoybûn de cîhê xwe digire.

Piştî ku berxwedana 1926-1932an geş dibe, di nav refên berxwedanê de cîhê xwe digire.

Piştî têkçûna berxwedanê, Bi Îhsan Nûrî Paşa re derbasî Îranê dibe. Di sala 1934an de derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistan dibe û li herêma Cezîrê bicîh dibe.

Hasan Hişyar Serdî, bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî baş dizanî. Di medresên Kurdistan de perwerdeyek baş dîtibû. Bi qasî ku pir baş bi Tirkî, Erebî û Farisî dizanî jî, hemû berhemên xwe bi kurdîyek zelal nivîsîye.

Hasan Hîşyar Serdî, bi qasî şervanî û çalakîyên di nava serhildanên dema xwe de, di warê zanistî, wêjeya kurdî û komelayetî de jî karên pîroz li dû xwe hiştîye. Nivîsên Hasan Hîşyar Serdî di kovarên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû de derketine.

Bi çend hevalên xwe re „Komela Zanistî û Alîkarîya Kurd“ avakirî ye. Ev têkoşerê navdar, zana û rewşenbîrê hêja di 1985an de koça dawî kirîye û jiyanek mînak, tije berhem û kurdewarî ji me kurdan re hiştîye.

Hesen Hîşyar Serdî, di payîza emrê xwe de nameyek bi sernavê „Birayê Nişytimanperwer“ ji Osman Sebrî re dişîne. Di nameya xwe de bi zimanekî şêrîn destpê dike: „Birayê niştimanperwer Osman, bi hildana silavê destê te, êxamegir bi ewînek kurdiolojî digivêşim, çewa ku hêsanîya ten û gîyanê te daxuwaza min e, eger pirsa min bikî, jiyîndar im lê ne bextewar im, birayê delal dizanî bi şiîrê ne bendewar im, lê bîranîna te li derya dilê min van pêlên jêr vedaye.“

Hesen Hişyar Serdî bi van gotinan re helbestek ji Osman Sebrî re ku nivîsîye bi nameyê re dişîne. Ez du çarxetan datînim jêr:

„Di şûna şîrêde em bi xûnê mijîyan,

Di hêlîna tarîx û zeman de em hêjîyan,

Ji çîyan daketin van deşt çol û berîyan!

Kulîlka umrê xwe bi xebatê me bi derda,

 

Bê ku hevilek bi destxin bûn sofîyê camîyan,

Millet bûye şek û pek li meydana xebatê,

Di destê xortan de mertalên eydolojîyan“

Yek ji van rûpelên dîroka Kurd û Kurdistan a hêja û zêrîn jî nemir Osman Sebrî (Apê Osman) ye.

Osman Sebrî;

Di roja 07.01.1905an de, li navçeya Meletiyê, nêzîkî navçeya kolikê (Kahtê) li gundê Narîcê hatîye dinê.

Wê demê Semsûr, îro bi navê Adîyaman jî tê bi navkirin. Ew bajar wê demê bi ser Meletiyê ve girêdayî bû. Ji sala 1950 şûnde Semsûr bû bajar Kolik jî bi Semsûrê ve hate girêdan. Gundê Narincê di bin quntara Çîyayê Nemrûdê de ye.

Di dîroka Kurdistanê de li ser wê erda mezin eşîrên Mirdesî, Reşî, Kaw, Xidirsor dijîn. Bavê Osman, Sebrî Beg ji wan mezinên eşîra Mirdêsiyan yek bû. Dayîka Osman Sabrî, Emîne Xatûn jî, qîza dayîka xalê Faîk Bucak e. Nemir Osman paşnavê xwe ji navê bavê xwe girtîye û bûye Osman Sebrî. Her kurê kurdekî bi navê bavê xwe têt binav kirin.

Nemir Osman Sebrî di civînek malbatî de bahs dike ku; „Apê min ji me re weha got: Heke şoreşa Şêx Seîd neçe serî, Mistefa Kemal wê riça kurdan raweşîne. Divê dema ku Şêx Seîd, bigihêje Sêwêrekê emê jî dest deynin ser bajarên Meletiye, Meraş, Eyîntab û Semsûrê. Bi vê aweyî emê bikaribin rojavayê Kurdistanê azad bikin“(3)

Mixabin, berxwedana 1925an têk diçe û wek pir axa, beg û şêx, malbatên mezin, di piratîka berxwedana 1925an de beg û axayên Mirdewsîyan jî cîhê xwe negirtine.

Wek têt zanîn, berxwedana 1925an bi bêwextî û bi bêbextîyên ne di cîhên xwe de, di destpêkê de têk diçe. Hin axa, şêx û begên Kurd ku tevî serhildanê nebûne jî, wek yên tevî serhildanê bûne tên sirgunkirin. Ji vê sirgunkirinê axayên Mirdesîya (Kolikê) jî para xwe diğirin. Yek ji van eşîran jî eşîra Mirdesî ye. Lê di sala 1926an eşîra Mirdesî li dijî Dewleta Tirkîyeyê dikeve nav şerekî. Osman Sebrî û apên wî Şukru û Nurî dikevin destê hêzên Dewleta Tirkîyeyê. Apên Osman Sebrî bi mahkemeyek kurt bi sezayên dardakirinê di 24.06.1926an de, bi biryarên dadgehê du apên wî tên dardakirin. Ji ber ku salên Osman Sebrî piçûk bû, Osman Sebrî jî davêjin girtîgehê.

Demekê li Rojavayê Tirkîyeyê li bajarê Denizliyê di hepsê de dimîne. Paşê di sala 1928an de afû derdikeve û ew vedigere Meletiyê. Di demek kurt de gilîyê wî dikin û ew dîsa diçe pêş Dadgeha Dîwani Harb ya Meletiyê. Osman Sebrî li vê dadgehê bi rîya hişyarkirina dadgerekî Dersimî, li pêşîya xwe rewşek awarte dibîne û di sala 24.12.1929an de derbasî Binxetê (Başûrê Rojavayê Kurdistan) dibe.

Xwe digihîne nav refê Tevgera Azadî û bi wan qadroyên tevgerê re dikeve nav giftûgoyên avakirina tevgerek nû. Nemir Osman Sabrî û Hesen Hişyar Serdî di nav damezirandina Tevgera Xoybûn de cîhê xwe digirin û beşdarî berxwedana 1926-1932an dibin.

Osman Sebrî, bi gotina wî şexsîyetek; „Ez bizanibim ku wê min bikujin jî, hege gotinek rast hebe, ezê nikarim veşêrim û ezê her tim wê rastîyê bêjim.“

Xoybûn, di tarîxa 01.07.1930 de biryar digire ku ji bona alîkarîya berxwedanê, xwe bigihînin serkêşê berxwedanê Îhsan Nûrî Paşa. Bi serokatîya Osman Sebrî, bi hin hêzên çekdar yên Bozan Begê ve berê xwe didin bajarê Rihayê. Li Sirûcê li benda serdarên hêza Bozan Beg û birayê wî Mistefa Beg dimînin. Ew herdû serdar jî wê demê ji alîyê desthilatên Franse ve tên girtin û wan ber bi bajarê Şamê ve dişînin. Li ser vê bûyerê çekdarên li gel Osman Sebrî hêvîya xwe wenda dikin. Hejmara wan roj bi roj hindiktir dibin. Di vê biryarê de serkevtî nabin.

Li ser van bûyeran tê îdîakirin ku Osman Seabrî ji Xoybûn dûrdikeve û neçar dibe berê xwe dide Başûrê Kurdistan. Paşîyê dîsa vedigere Başûrê Rojavayê Kurdistan û li vî beşê Kurdistan, di nav kar û barên siyasî, raman û wêjeyê de cîhê xwe digire.

Li Sûrîyê raserî, îşkence û bi salan sezayê zîndanê dibe. Bi salan di zîndanê de li ser zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî kar dike.

Osman Sebrî jî, wek Hesen Hişyar Serdî, bi qasî têkoşerî, dilsozî û çalakîya xwe, ji hêla zanistî, wêje û ramanên kurdewarî de jî xizmetek hêja û qedir bilind ji me re hiştîye.

Osman Sebrî, di sala 2005an de xatir ji miletê xwe xwestîye û çûye ser dilpakîya xwe.

Nemir Hasan Hîşyar Serdî û Osman Sebrî, xwedî jiyanek pir bi reng, têr bûyer û dersên hêja ne.

Şahidê dîroka sedsalî, têkoşer, rewşenbîr û zanayên kurd yên sedsala 20 an ne. Jiyana van herdû fîris û zanayan tije dersên dîrokî, berhemên hêja ne.

Nemir Osman Sebrî, di 21.07.1940an de ji bona Xortên kurd helbestek nivîsîye, beşek ji vê helbestê digirim jêr:

Kurd in em şêrên çiyan in, dê bijîn serdest û gûr.

Doza me tola welat e, bistînin bi qeftdê şûr.

Heya dih me xwe nasî, lê îro bûne şiyar.

Dêhrifîne sihna kurdan, çi çiyan lat û zinar.

Da cihan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîl,

Nema datînin serê xwe, namînin bindest û dîl.(4)

Çavkanîyên lêkolînê:

1-Görüş ve anilarim, Hasan Hîşyar Serdî, 1907-1985

2-Biranîn: 100 salîya Osman Sebrî, 1905-2005

 3-Kurdistan Prêss cîlt 2. û 3.