Doza Kurdistan û Damara Neteweyî!

06/02/2019 - 20:44 Kategori Raman

 Xoybûn û Berxwedana 1926-1932 (Agirî)

Serhildana neteweyî ya 1925an, bi serkêşî û organîzekirina Tevgera Azadî hatîye organîzekirin. Serkirdeyên Tevgera Azadî; Mîralay Xalid Beg, Hecî Musa Begê Motkî, Yusuf Zîya Beg, Hecî Mûsa Begê Hesenî ne.

Dewleta Tirkan, îxbara tevdegerîna serhildanê digire û hemû serkirdeyên Tevgera Azadî desteser dike û ev serkirde tên dardakirin.

Bê amadekarîyek berfireh û rêkûpêk, berxwedana 1925an bi hewdanek provakatîf a dewleta Tirk, bi serkêşîya Şêx Seîdê Pîran û beşbarbûnek berfireh berxwedana 1925an a netewî destpê dike.

Piştî têkçûna berxwedana 1925an, beşek ji hêza çekdarî a serhildan a 1925an; dixwazin ku derbasî hidûdê Îran û ji wir jî derbasî çiyayê Agirî û derdorên wê bicîh bibin. Pêşî li wan têt girtin û piranîyên van çekdar û serkêşên leşkerî bi xayîntî tên şehîdkirin. Beşek ji van çekdaran derbasî çîyayê agirî dibin.

Beşê din wek, rewşenbîr, mîr, beg, şêx, serokên eşîran û kesayetîyên kurdperwer, maldar derbasî başûrê Rojavayê Kurdistan û Beyrûd û Şamê dibin. Li van deran, li ser têkçûna tevgera 1925 û Tevgera Azadî giftûgo, civînan lidar dixin. Kesayetîyê ku di nava van danûstendinan de cîhê xwe girtine; Celadet Bedirxan, Kamûran  Bedirxan, Sureyya Bedirxan, Memduh Selim Beg, Mehmet Şûkrî Sekban, Mewlanzade Rifat, Haco Axa, Alî Hilmî Beg, Sûdî Tewfîk Beg, Fehmî Begê Lîcî, Şerif Paşa, Qadrî û Ekrem Cemil Paşa, Hasan Hişyar, Bedrî Azmî, Îhsan Nûrî, Abdurrahman Paşa, Mustafa Berazî, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nûrî Dersimî, Nûretîn Zaza, Emînê Perîxanê, Bozan Şahîn, Kamîl Beg, Kerîm Beg, Bedretîn Axa, Celîl Baban, Hîlmî Rahmî Beg, Ahmet Nafiz, Arîf Abas, Mahmud Beg, Elîyê Yunus, Hemza Begê Mukusî, Abdurrahman Garisî, Elî Seyda Goranî.

Tevgera Xoybûn ji van danû stendinan derdikeve holê. Xoybûn têt damezirandin û yekem serokê Tevgera Xoybûn Celadet Bedirxan, Sekreterê giştî yê tevgerê jî Memduh Selim Beg e.

Tevgera Xoybûn li ser bingeha yekitîya Cemîyeta Tealî a Kurdistan, Teşkîlat î Îçtîmaîye Cemîyetî, Firqa Millî ya Kurd, Cemîyet a Îstîklal a Kurd, di 5ê Cotmeha 1927an de li Bîhemdûn/Libnan, wek xwedî mîrata hemû berxwedanên berê yên Kurdistan, hatîye damezirandin û îlankirin.

Xoybûn, tevgerek kurd û Kurdistanî, li ser esasên yekitîya miletê kurd hatîye damezirandin.

Xoybûn, Piştî têkçûna berxwedana neteweyî ya 1925 an

Cara yekem, em di vê berxwedanê de dibînin ku li gor armanc û programa hêzek siyasî (Xoybûn), di serokatîya zana, kesên ku ji hêla leşkerî de perwerdekirî, rewşenbîr û kurdperweran de, serhildanek neteweyî, xwedî programek siyasî û bi hestên milî, li ser esasên miletperwerî li Kurdistan derdikeve holê.

Damezirîner û serkirdeyên Xoybûn; piranîyên wan xwedî hest û ramanên netewî, xwedî bîrûbawerîyek modern in û ji rewşenbîrên kurdan, maldarên kurdan hatîye damezirandin. Di vê berxwedanê de daxwaz, hest û armancên neteweyî di ser her berjewemendîyên şexsî-malbatî de hatîye tomarkirin û programkirin.

Xoybûn, hin di daxûyanîyên xwe de û hin di program û hedefên xwe de bi zelalî eşkere kirîye ku honandina berxwedanek kurd û Kurdistanî, berfireh, li ser esasên yekitîya miletê kurd, bê ku cûdatîya mezhebî, olî, têkhateyên neteweyî ji çav dûr bixe hatîye damezirandin. Li ser esasên „em bi navê kurd miletekin û welatê me Kurdistan e!“ birêkûpêk bûye.

Di taybetîyên vê berxwedanê de cara yekem, em dibînin ku; şervanên vê serhildanê di perwerdeyek leşkerî re derbas bûne û bi cilûbergên leşkerî bi hîyerarşîyek leşkerî arteşek hemdem û modern hatîye damezirandin.

Sembolên neteweyî hatine bikaranîn. Payebilind û serkirdeyên leşkerî li angora hiyerarşîyek leşkerî bi cilûberg û sembolan derketine qada şer.

Di vê berxwedana neteweyî de Îhsan Nûrî Paşa ji terefê Xoybûn de serkirdeyê giştî yê hêzên leşkerî hatîye wezîfedar kirin. Berdevkê Îhsan Nûrî Paşa jî, yek ji endamên Partîya Taşnak ya Ermenî, Baron Wahan ku di artêşa Rusya de serkirde bû. Bi vê em dibînin ku Xoybûn bi beşek ji ermenîyan re jî têkildar bûye.

Konseya Şer hatîye damezirandin. Hemû biryar û daxwazên ku ji navenda Xoybûn hatine, daxwaz û pêşnîyarên serkirdeyên serhildanê ji bona navenda Xoybûn, biryarên sekirdeya leşkerî hemû bi rêya vê konseyê hatîye meşandin.

Ev konsey ji kesên medenî hatîye avakirin û cara yekem sazîyek medenî di berxwedanên Kurdistan de bûye xwedî biryar û bandor. Ev jî taybetîyek ku vê serhildanê ji serhildanên din cûda dike.

Endamên Konseya Şer; Îhsah Nûrî Paşa, Ardeşêr Muratyan, Biroyê Hesikê Telî, Xalis Beg, Ferzende Beg, Nadir Beg, Dundarzade Nûman Beg, Şêx Abdulqadir, Têmûrê Şemskî, Seyît Resûl Berzencî û Şêx Zahar e.

Taybetîyek vê konseyê a din jî, damezirandina jiyana leşkerî û medenî ye. Wek çareserkirina pirsgirêkên leşkerî, dadgehî û medenî rol girtîye ser xwe û kar kirîye.

Xoybûn, ji bona dorpêça dewleta Tirk a ser berxwedana neteweyî kêm û bêbandor bike, biryara raperînek gelemperî digire û program dike. Di vê derheqê de nemir Osman Sebrî di bîranîn xwe de eşkere dike

„Xoybûn di tarîxa 01.07.1930 de biryar digire ku ji bo alîkarîya Îhsan Nûrî Paşa bi liqek çekdaran ve bişînin serhildana Agirî.“ Mixabin, Desthilatdarên Fransiz ji vê hayedar dibin û „Bozan beg û birayê wî Mistefa Beg digirin û berê wan didin Şamê.“

Ji hêla din de jî Xoybûn dixwaze ji derdorê, Midyad, Nisêbîn û heta Sirûcê xetek serhildanê ava bike. Di virde jî Desthilatdarên Fransiz; „Celadet Bedirxan, Haco Axa û Malbata Cemîl Paşa jî desteser dikin!“ Bi van bûyeran pêşî li hewdanên Xoybûn têt girtin. Serhildana Neteweyî a 1926-1932 an jî di herêmek teng de dimîne.

Xoybûn, di stratejîya serhildana 1926-1932an de hedefên xwe de eşkere dike ku Armanc; „Di rêkûpêkkirina meşandina şer de armanc, şikenandina bandora metirsîya dewletê li ser girsê û geşkirina hestên neteweyî, xurtkirina daxwaza dewletek netewî, bi geşkirin û firehîya şer re, sazkirina raperînek giştî û netewey î, heta ku yek leşkerê biyanî li ser axa Kurdistan nemîne domkirina şer ûrizgarkirina welat ji dagirkerîyê û damezirandina dewletek kürd e.“

Dewleta Tirk, di seranserê Kurdistan de dest bi lokolînek îstîxbaratî, leşkerî dike. Di derheqa eşîr bi eşîr û malbat bi malbatên kurdan agahîyan kom dike, malbatan û serokeşîran nefî dike. Bi rîya teşkîlatên dewletê, mifetiş û walîyan, lêkolînê berfireh dike û agahîyan tomar dike.

Bi serkêşên berxwedanê re dikeve têkilîyan, efûkirin, mewkî û pereyên mezin teklîfî wan dike, ku dev ji hewldanên xwe berdin û bi dewletê re kar bikin.

Yek ji van karên dewleta tirk û teklîfa ku ji Serkirdeyê Giştî a hêza leşkerî Îhsan Nûrî Paşa re wek mînak, hêjaye ku em li ser rawestin.

Dewleta Tirk di 15 Gulan a 1928an de bi serkirdeyên berxwedanê re hevdîtinekê lidar dixe. Devleta tirk di vê hevdîtinê de pêşniyar dike ku; „eger hun dev ji berxwedanê berdin û teslîm bibin, kîjan wezîfa ku hûn bixwazin û hûn çiqa pere û milk bixwazin emê bidin we!“

İhsan Nûrî Paşa bi 40 serkirdeyên tevgerê re beşdarî vê civînê bûye û eşkere beyan kirîye ku; „Ez neferekî Xoybûn im. Ez Serkirdeyê leşkerî yê tevgera kurd im. Li angora biryara Xoybûn ez bûme xwedîyê vê wezîfê.

Heta ku dewleta Tirk, serxwebûna Kurdistan nepejirîne û artêşa xwe ji Kurdistan nekêşîne, ez xwedîyê vê payê me û liser karê xwe me. Ez tenê dikarim bi biryara Xoybûn dev ji vî karî berdim. Heger pêşnîyarek we a siyasî û leşkerî hebe, ez dikarim bigihînim navenda Xoybûn.Ji bona kesayetîyên ku di nava berxwedanê de cîh girtine, van pêşnîyarên we bêfêde ne. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêkê ne şexsîye, netewî ye. Ev jî encaq bi pejirandina serxwebûna Kurdistan mukûne. Heta ku yek leşkerê biyanî li ser axa Kurdistan wek dagirker hebe, wê berxwedana me bidom e.“(!).

Çavkanîyên lêkolînê:

1-Ağrı Sahipsiz Değildir, Yılmaz Çamlıbel

2-Ağrı Eteklerinde Ateş, Emin Karaca

3-Görüş ve Anılarım, Hasan Hişyar Serdî

4-Biranînên Sedsalîya Apo Osman Sebrî, 1905-2005