Roja Reş: 1ê Sibata 2004

01/02/2019 - 11:53 Kategori Raman

Şakir Epozdemîr

Gava çirpên bi binbeya xwekûjê hovê bê mejîyê îrhabî û terorîst ket, îsrafîlê ku roja qiyametê pif dike sûrê û deşt û çîya û bej û beyar mişt dike hate ber çavên min. Lê cenewarê Yemenî ne îsrafîl bû, ew leşkerê Ehrêman bû. Ev terorîst esîrê rebbê şerê bû. Ew Erebê lêv stûrê kurê dêla devdeqandî li ser qewlê rebbê xwe yê şerê û xerabîyê roja îda mezin, cejna hecîya,Eyda Qurbanê berê xwe dabûn Hewlêra pîroza paytextê Herêma Kurdistanê ku bêbextîyêk bi Kurdan ra bikin.

Seydayê wî û wan zebanîyên dujehê berhemêk danîbûne ber wan. Kurdistan eva 13 salin ku welatêkê aram û emîn bû. Piştî şerê 2003 yê îrhabî û nijadperestên Ereban çavên wan bar nekir ku milletê Kurd li ser axa xwe ya qedîm û di binê rêveberîya xwe bi xwe ya rewadar da rojên xweş û aşt û aram biborînin.

Hedefa wan ew bû ku ort û ocaxê Kurdan bitefînîn. Rebbê wanê şerê çavên wan kor û dilê wan mor kiribû. Ew leşkerên şeytan, pîçên der û poxanan, neyarê nevîyên Selaheddîn û Ebamislim û Mewlana Xalidê Neqşebendî nin. Di mejîyên wan da cîhad û şer û teror û enfal cî girtîye û rebbê rehmê xwedanê qencîyê wan ji hizura xwe avêtîye. Ew bê dînin û şagirtên Ladîn in.

Roja Îda Qurbanê, li Hewlêra paytexta bermiraz evan wehş û hovan li Leqa 2. ya PDK yê û li Malbenda 3. Ya Yekîtiya Niştîmanê Kurdistan paxilên xwe dejî binbe kirin, ketin nav cemaeta Kurdên misilman û xwe teqandin.

Bo pêşkêş û rêvebir û fermandar û dewletsaz û rewşenbîrên Kurdan tûne bikin xwe kujtin. Întîhara wan bo kû mala Kurdan wêran bikin. Ev xwekûjî bo ort û ocaxê milletê Kurd ji dinyayê rakin.

Di roja mibarik da ku Hecîyan kabeya şerîf tewaf dikir, bi wê binbeyê 40 mîlyon Kurd bihatana kuştin ez bawerim ku wê ne tenê 4 dewletên dagirker, her weha wê dilê hemî dewletên misilmanê Ereb û Tirk û Tirkî rihet bibû ya.

Li gel hemî dewletên Îslamê Quleyên cot û cêwîkên Emerîkan û enfal û qetilxwûna Kurdistanê wek hev pîrozin. Ha Kurdêk, ha Îsraîlîyêk û ha Emirîkanîyek. Bi taybet ev her çar dewlet û her sê milletên ku me û welatê me esîr girtine bi carek dijminên Emerîkî û hemî dewletên mesîhî nin. Bo çi? Ev milletê ku xwe misilman dihesibînin bi gunikên xwe girtine diguvêşin û qare qara wan e.Dibêjin ev hêrişên xaçlîyanin. Ehlê Salib zemanek weka misilmanên vêga û bi taybetî Elqaîde û Hemas û Hizbullah ji kara xwedê ketin û hêrîşan anîne ser misilmanan. Di wan zemanan da ew paşketî û misilman pêşketî bûn. Îro misilman çavsorîyê dikin.Îro misilmanin ku dest avêtine teror û cînayet û riya bê heqîyê.

Rola Selaheddînê Eyyubî îro George Bush û Tony Blair dileyîzin. Wê gavê ew neheq bûn belê vê gav misilman dest avêtine terorê û tiştên ne layiqê mirovayetî yê diceribînin. Waxtê Selaheddînê Eyyubî misilmanan şerê aştî û aramîyê dikiran. Niha îro Serok Bush jî bo aştî, aramî û demokrasîyê şerê irhabîyan û dîktatoran dike. Ev yek ne derewe. Selaheddînê zeman George Bushe. Emerîkî leşkerên xwedêne, hêzên riya heqin û beramberê zaliman şer dikin. Li Normandîyayê, li Vîetnamê, li Korya, Bosna, Afganîstan û İraqê ji bo hikmên dîkator û terorîst û nijadperestan rakin şer kirin û dikin. Eva sed salin ku Yekîtîya Dewletên Emerîka bindest û mezluman diparêzê û şerê despot û diktatoran dike. Ev rê, rêka xweda û pêxembere. Ma em misilman nabêjin wê axir zeman Hz. Îsa ji asîmanan berjêr bibe û hikmê şer'î bimeşînê?

Selaheddînê Eyyubî jî rolekî weha leyîst. Dîrok vaye 800 salin ku qencî û qehremanî û adalet û asaleta siltanê gewre, Selaheddînê Kurdî ji bîr nekirî ye.

 

Gelo bi rastî ev hizbên terorîstên ku bi slogan û şiara “ Allahu Ekber “ balafiran li quleyên cêwîk dixin,li mizgeftan,dêran,sînagogan,gumbetan,bazaran û di nava komên însanan û bi taybetî misilmanan da mîlîtanên xwe didin întîhar kirin û bi hezaran mêr, jin , kêçik, kurik , kal û mindalan qetl dikin, ev rêxistin dinyayekî li gora kîjan pêxember yaxut dîn û felsefeyê dixwazin ? Muhemed, Îsa, Musa û Brahîm pêxember van neqencîyan ne mimkine bipejirînin. Başe ev misilmanên ne misilman gelo li ser çi dînînin an bawerîya wan bi kîjan pêxemberî tê?

Ku xwedanê wan ne xwedanê şerêye, ku rebbê wan ne şeytane, çawa dikarin hewçend xirabîyan bikin, wan xirabîyên xwe bikşînîne videoyê û nîşanê alemê bidin? Ew ji xwedê natirsin û ji ebdan jî şerm nakin.

 

Kîjan însaf û însanîyet roja îda hacîyan li Leq û Malbendê şorişger, dewletsaz û sîyasetvanên rêbaza milletê Kurdên mezlum ji halê radike? Bo çî û çira ? Eva ço nêzîkî sed selan milletê Ereb li ser mafê milletê Kurd li İraq û Surî runiştîye û ranabî. Gelo çi xêr ji vê zilm û heqsizî û nijadperestîya xwe ya bê xwedayî bi dest xistine? İraqê ji Kurdan çi xêr dîtî bî wê Surî jî wê xêrê bibînê. Îranê çî bi destê xwe xistibî wê Tirk jî wê bi destê xwe bixin. Bo çî lingên xwe yên gemar ji ser qedera me ranakin?

Ku misilmanî ev bî çend quruş dike ? Ku însanîyet weha bî çend pul dike? Ma edalet, heq, huquq û însaf di misilmanîyê da nîne? Dînê Muhemmed bo enfal, xwînxwarî, qetl û qutul û zilimkarîyê hatîye? Haşa!Dîn ne eve belê dewletên Ereb û Faris û Tirk evin.Bo çî misilman nahêlin ku Kurd li ser axa xwe azad û aram bijîn ? Bo çî misilman bûne ediwên Yehûdîyan? Bo çî misilman neyartî bi hemî dewletên mesîhî ra dikin? Neyartîya Musa dikin û dijmintîya Îsa dikin. Dijberîyê bi Muhemmed re jî dikin.

Bi rastî ew roja reş, roja 1ê Sibata 2004ê,gava teqîn çêbû min destê şehîd Samî Ebdurrehman berda û bi destê Îcra Seîd Barzanî girt û pêra pêra çirpêna bimbayê, tirpêna wî xwekûjê bê oxir ku li asmoletan ket û çi asmolet hebûn bi xwe ra nişîvê xwarê kir, zilumatekî sor û cehennemî, keredengîyêkî kûr û bênekî giran û malkambaxîyêkî dijwar di yek sanîyek da çêbû. Îcra Seîd Barzanî destê xwe dirêjê min kir û go “ Kek Şakîr, cejna te pîroz... û ‘ ay ‘. “ bi dengêk nizm ku tenê min bihîst go “ ay “ û destên wî ji nava destên min şemitî. Wê gavê berî her tiştî qiyamet hate pêşçavên min. Qiyameta Kurdan, heşra Kurdan.

Dû partîyên sereke û dû rêbazên azadîxwaz û serkewtî Kurdistana Başur anîbûne qonaxê dewleta federa ya yasayî û vê cejna dînî û adetî wê bi dost û mihib û welatîyên xwe ra pîroz bikiran. Qewmê Ehreman, hevalbendên Şeytan, pîçên Sufyan ketibûne kemînê û bi wê qellaşî û bêbextîyê va tesbît kirin ku wê Kurd li paytextê xwe, li Leq û malbendê pîrozbarîyêk adetî li gor urf û adetê Kurdan bê kontrol li dar bixin. Terorstan milên xwe hejandin, ketin nav safên bejdaran û di hola merasimê da li dû merkezên pîrozbarîyê xwe teqandin. Di malbendê da Ednan Muftî serokê Malbendê bû û şikir ji xwedê ra bi birîndarîyêk dijwar xilas bû. Li vê dê 50 kes şehîd ketin. Ev şehîd hemî mêrxas û Kurdnas û rewşenbîrên Kurdê mezlum bûn. Şêxewan Ebbas, Xusro Hadî, Behroz Hemed, Dîdevan Seyyîd û Selaheddîn Selîm çend ji wan şehîdên malbendînin.

Serokê Leqa Partî ya Hewlêr Sed Ebdullah bû.Sed Ebdullah digel serokayetîya Leqa Dû wezîrê ziraat û kişt û kal bû.Li rex wî wezîrê encumenî wezîran û cîgirê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî,Şewket Şêxyezdîn, walîyê Hewlêrê Ekrem Mentîq û berpirsyarê asayîşê Nerîman bû.

Ev her çar sehîdên ezîz û dewletsazên hêja li destê çepê bûn. Gava em ketin salona pîrozbarîyê li milê çepê me cejna wan dewletsazan pîroz kir û li milê rastê zivirîn. Newzad Receb Botanî yê mûdûrê plansazîya Wezareta Darayî(*) li pêşîya min ez li peyî me û li peyî min Şewket Akalinê ekonomîst û şarezayê Diyarbekirê ye û li pey Şewket hevalên Nafça Rizgarî ya Partî Demoqrata Kurdistanin.

 

Li milê rastê yekemîn kes ku xêrhatin dida mêvanan Cîgirê Serokwezîr Samî Ebdurrehman bû. Samî Ebdurrehman runiştî bû. Gelek mandî û bêhal ketibû. Çend roj pêşîya îdê birayê wî çû bû heqqîya xwe. Min xwe nizim kir bi destê wî yê nazik girt û sersaxîyê lê da. Di vê rêzê da evên ku min nas dikiran Îcra Seîd Barzanî, Mehmud Xalo û Mehdî Xweşnav bûn, belê ez ji Samîyê rehmetî derbaz bûm, min bi destê Îcra Seîd Barzanî girt û çirpên bi bimbeya qiyametê ket.

Bi teqînê ra cendekê wî terorîstê lanetî li asmalotan ket û tarîstanêkê reng cehennemî, sorêkê tarî û wek alava agir zilumatêkê sor peyda bû. Destên kak Îcra Seîd ji nav destên min sist bûn û Îcra ket xwarê. Gava teqên çêbû li cîyê protokolê herkes ji pîyan bûn. Lewra min wê giranîya ku li asmoletan ket û bû tirpêna wê, ji min xuya nekir. Yekî 3 caran li peyî hev go : “ Rakevin, rakevin, rakevin! “.Ev daxwaz û telimatê asayîşê bû, lê min vê daxwazê nepejirand û raneketim. Suîqesta Tirgut Ozal ya Enqerê hate bîra min. Polêsan emrê raketinê dan bo wî terorîstê ku gûle avite Ozal tesbît bikin. Kesî me gûlebaran nedikiran. Gelo bo çî wan însanan li erdê dirêj kirin? Bi dehan însan şewitîn. Lewra şîddeta bonbeyê û qirş qalên asmoletê bibû sebebê şewatê. Agir girtî bû mehfuran û gurîyên agir salona kuştî û birîndaran ronî dikira.

Min hîç axên û oxênêk nebihîst.Kesî ne go “ay” û “oy”.Belkî jî guhên min sidîmî bûn.Çimkî guhên min heja jî kêm dibihîzin.Hele guhê rastê ku li alîyê xwekûjê bê îman bû, xêr tê nemaye.Ji xwe ez kalêkê şêst û pênc salî bûm guh bo min ne giring bû.Min ew roj dixwesta ku ez ji ber van dewletsazan va bimiram.

Divara ku min tiştek bikira. Xûn bi rûyê min va berjer bû, hate bîra min ku ez xwe kontrol bikim. Min destên xwe li ser û laşê xwe gerand û pîyên xwe hilda danî û min zanî pîyê minê rastê birîndare û şikestîye. Ez mam û pîyê çepê. Min hewl da xwe ku Îcra Seîd Barzanî rakim. Îcra Seîd keti bû, yekî jî paş va pê girtî bû û her dû bi hev ra runiştî lê ne li hemdê xwe bi hev sekinî bûn. Min go : “ Mala min şewitî, mala min şewitî û mala min şewitî. “ Bawer bikin heya ku ez hatim nexweşxanê jî min vê neqaratê tekrar dikira. Hîç ji bîr nakim, sala 1993 Şewketê birayê min yê ronakbîr û mihamî, dewleta Tirk bir kuşt û cenazê wî bire nexweşxana bajarê Bedlîsê û telefonê min kirin ku ez biçim wî cenazeyê teşxîs bikim. Ew roj jî gava min cenazê birayê xwe dît min dest pê kir û vê neqaretê xwend. Mala min şewitî... MALA MİN ŞEWİTÎ... Mala min şewitî...

Ez li dor xwe fekirim. Min go: “ Belkî van kesên ku xwe dirêj kirine birîndarin. Min hewl da ku ez ê derkevim derva hewar bikim ..” Ez li ser pîyek, min xwe di ser gurîyên agir û wan kesanda avêtê devê derî û pêra hewar ji derva hat. Di pêşîya hewarîyan da yawerê serfermandarê Emrikî Horîşo, Cemis Bolit bû. C. Bolit kete bin çengên min û min deranî derve. C. Bolit wek pêşmergeyek qehreman xwe dabû binê bar û telîmatê dida pêşmergan ku xwe zû bighêjînin birîndaran. Çewan ku hatim derve min ji Kurdêkê medenî desmalêk xwest û min xwest ku bi destmanla xwe pîyê minê rastê hişk girê bide. Ewî camêrî pîyê min di ser gozekê da girê da û bazda çû telbeyî şehîd û birîndaran.

Birîndarê yekemînê ku piştî min lê deranîne derva Îcra Seîd Barzanî bû. Ez bi dîtina wî pir şikirdar û xweşhal bûm ku saxe. Şofêrêk li ber min sekinî û girte bi milê min li seyarê siwar kir. Pêşmergeyêk keleşkof û şûtika xwe avêtê nava pîqabê û bazda hewara birîndaran. Min keleşkofa wî danî cîyêkê mezbût û şûtika wî li pîyê xwe lefand. Şûtik 15 metro bû. Heya ku min lefand, min dî ku li ber xestexanê me. Ev nexweşxana wek 500m. ji leqê ra nêzik bû. Pêşmerge ketin ber milê min û min birine qawîşekê bîçûk. Ez li ser karyola xwe rûniştim min dest pê kir wê şûtika 15 metro vekir. Xwîn di ser pêlava min da wergerîya bû û sekinî bû. Şerepnalêk li gozeka rastê dabû û di ya çepê da derketî bû. Şerapnalêk jî di serê pozê qondira min da li şehê pîyê min da bû, hestîyêk şikenandî bû û hatibû di ziravîya binê penîya min da bibû mêvan ku hêja jî min dernanîye û mêvanê mine. Eger îmana Hussamê Ladîn hebî, ezê roja heşrê hinga giranîya wê metalê îman jê bistînim. Lê ne bawerim ku îmana terorîst û îrhabîyan hebî. Ji çokê û berjêr 19 cîyan şalê min kun bibû. Pêlava min jî bi sê cîyan kun bibû. Min şalê xwe xiste camekanêk û bo Leqa 2 dîyarî kir. Belkî arşîwa wan hebî, belkî bi kêrî wan tê, belkî jî nayê, çimkî hîç li min negerîyan. Bi rastî şerapnêlêk hestîyekê pîyê min şikenandi bû lê filîmê rontgenê çîqê min ê rastê, di navbera çok û gozekêda bi sê cîyan şikestî nîşan dida. Belê ev tesbît ne tesbîtek rast bû. Lewra şîdeta binbeyê bi sê cîyan hestîyê lingê min ecirandibû.Ne şikestî bû, ne derizî bû û ne dewixî bû lê ecirî bû.Ecirandin û sincirandin vê yekî îfade dike an na ez ne emînim lê doktorê şarezayê Enqerê ku nizanîya ez birîndarê yekê Sibata Hewlêrê me, go : “ Tiştekê zehf giran û bi hêz bi sê cîyan li pîyê te ketîye û pir bi şîddet lê xistine..” Gava ku min ji wî doktorê Tirkê dostê Kurdan ra rastîyê go, ew ma şaş û gote min : “ Bi rastî ev şîddet û hiddetê binbayê ye û hestîyên te baş li ber xwe dane . “

Gava min danîne ser qaryole û ez rûniştim min şûtika 15 metro vekir, hewarîyan yekî ji paş va avêtine ser qaryola min. Min xwe kişande ser lêva qaryoleyê da ku ev birîndar nekeve tengasîyê. Wextê ku min pêlavên xwe deranî û ez zivirîm, min dît ku mêvanê minê ezîz Îcra Seîd Barzanîye. Hingî ku min wî li salona leqê di wî halî da dîtîbû û heya wê deqîqê min digo : “ Mala min şewitî .” Lê gava min kek Îcra Seîd dît, pirsa ewil min go : “Îcra ez gorî te bim şikir ji xwedê ra vaye tu saxî. Gelo Şewket Şêxyezdîn? Te hay jê heye ?” go : “ Kek Şakir ez başim lê min hay ji şewket û hevalên din nîne.” Ez û Îcra weka sietek li cem hev man, paşî lê birine nexweşxanêkê din. Birîndarîya Îcra Seîd dijwar bû. Tedawîya wî pir dirêj kişand û şikir ji xweda ra niha başe.

Bi dehan rojnamevan hatin û pirsên wan li xwar û jor wek hev bûn : “ Tu birîndarê Leqê yî an yê Malbendê yî? Navê te û babê te ?” û wek van pirsan. Qewlê min û Newzad Receb Botanî ew bû ku piştî em ji leqê derkevin em ê biçine Malbendê bo cejna Ednan Miftî pîroz bikin. Ji ber vê yekê gava rojnamevan pirsîn ka ez li Leqê an Malbendê birîndar bûme, min pirsî û hîn bûm ku di eynî siet û zemanî terorîstan li Malbenda 3. Ya Yekîtîya Niştîmanê Kurdistan jî teqên û xwekûjîyê pêk anîye.

Rojnamevanêk nûçeyê şehîdbûyîna yekî Dîyarbekirî da min. Min zanî ku Şewket Akaline. Xebera şehadeta Newzad Receb Botanî min dereng bihîst. Hevalêkê min jî Ednan Akgul bû. Min êvaré dereng salixê wî hilda ku birîndare û emelîyat bûye. Ew jî ji mirinê filitî. Niha başe. Ez û Şewket Akalin û Ednan û Newzad Receb Botanî bi hevra çobûn pîrozbahîya partî.

Di vê navê da Mehmed Emîn Faris mudurê giştîyê Av û Avdana Kurdistanê hate cem min.Min pirsa Şewket Şêxyezdîn û wan hevalên din kir, Mehmed Emîn go : “ Şakir ew kesên tu pirs dikî hemî têk çûn. Mixabin yek ji wan neman..”

Min bê hemdê xwe qîr kir. Ew qawîş hemû li dengê min fetilîn. Ewan wesa zanîn ka ez ji ber birîna xwe axên dikim lê ev figan bo Kurd û Kurdistanê bû. Ew qadroyê ku ew roj li pêş çavên min li erdê dirêj bûn, milletêk encax 50 salan wî qadroyî tîne homê. Şewket Şêxyezdîn, Sed Ebdillah, Samî Ebdirrehman û kurê wî yê genc û haja Dr. Selah Samî, Ekrem Mentiq, Mehdî Xweşnav û kurê wî Dr. Zerdeşt Mehdî, Mehmud Xalo, Newzad Receb Botanî, Nerîman Ebdilhemid, Ehmed Rojbeyanî, Ebdilwahid Mistefa, Xusro Geznewî, Hesen Banî, Ferhad Ehmed û van rêvebir, sîyasetzan, pêşkêş û dewletsazên ku 48 kes di vê salonê da şehîd ketin hemî bijarê bûn. Hûnermend bûn, ekonomîst bûn, fermandar bûn, wezîr bûn, sîyasetmedar û teknokrat û serwer û sermîyanên dewleta Kurd bûn. Gelo ji vê diramê girantir û dijwartir çi heye? Ev yek Helebçe bû, Enfala Barzanîyan û Germîyan û Behdînan bû. Gelîyê Zîlan, Dêrsim û Pîran bû. Ev heşîr bû. Qiyameta Kurdan rakiribûn. Ev neyar, neyarên kokên Kurdan bûn.

Berîya teqênê bi çend sanîyan ez bi 3 şehîdên mezin re şitexlîm. Gava ez li peyî Newzad Receb Botanî ketim salonê çavên min û Sed Ebdillah bi hev ket, go : “ Hooo! Tu neçûyî Tirkiya! “ Min go : “ Ez êdî Hewlêrî me keko.” Newzadê rehmetî li şehîdê ezîz Sed Ebdillah zivirî go : “ Kak Şakir bûye Hewlêrî .” Sed Ebdilla kenî û go : “ Divê ji Hewlêrê bizewicê. “Ew û Şewket Şêxyezdîn û Newzad Receb kenîyan û min bi destê Şêxyezdîn girt, Şewket Şêxyezdîn bi germî cejna min pîroz kir û ji min pirsî, go :” Şolê te çewan dimeşe? “ Min go : “ Bi saya serê we baş dimeşe .“ Şolê min rêka dûseyta Mesîf û Korê bû. Wan lofekan şîrketa min ku ez xwedî û midûrê şirketê bûm û wê şirketê bi navê Dewran min bi xwe ava kiri bû, evê şirketê vê riyê çêkir. Qerarê miqawela şol berî çend rojan rehmetîyê Şewket da bû.Mebest ji wê pirsê ev yeka ha bû.Şirketa min rêka lofekan bê kêmanî ava kir, lê şehîdê hêja mixabin vê rêkê nedît.Şewket Şêxyezdîn mîmarê avakirina Kurdistanê bû.

Min destê Samî Ebdirrehman girt û go : “ Ez benî bila ji alê birayê te ve serê te sax be. “Newzad dîsa li xwe fetilî go : “ Kak Samî, Şakir Kurdêk ji Tirkîyê ye. “ Rehmetîyê Samî go : “ Ez Şakir dinasim . “ Ez dibêjim ka xeberdana paşî ku Samî Ebdirrehman qise kir ev bû : “ Ez Şakir dinasim. “Gava Rézdar Mesûd Barzanî sala 2001é hate Enqeré ez jî di seyara biréz Emer Mîranî da di gel Sami yé rehmetî çome Meteré (Balefirgeha Esenboxa).Min di ré da go:- Hun dizanin kak Samî,cara péşî ku di salén 60'an da min navé cenabé te di rojnamanda xwend ku yeké mihendis û zor zîrek gahaye Şorişé û Mela Mistefa ka ez çî qeder kéfxweş bûm.Şikir eva îro hikumeta we heye.Hun cigiré Serokwezîrin,ez li ba te rûniştî me,em diçin péşiya seroké xwe Rézdar Mesûd Barzanî.Ez gelék şehnazim.."

Bawer bikin, Ew roj bi van beyanén min Samî Ebdirehman zor kéfxweş bû û spas kir. Em bén ser mesela karesata Leqa 2 û roja reş.

Gava ez ji şehîdê hêja Samî borîm û teqên çêbû, Şewket Akalin li peyî min bû, belkî destê wî û Samî Ebdirrehman di nav hev da bû, ev Şewket Akalinê Şirnexî û ekonomîstê şarezayê hêja û rehmetîyê Samî û kurê wî Dr. Selah Samî li milê minê çepê şehîd ketin. Li pişt min Sad Ebdillah, Ekrem Mentiq û Şewket Şêxyezdîn şehîd ketin û lı destê min yê rastê Newzad Receb Botanî, Mehmud Xalo û Mehdî Xweşnav şerbeta şehadetê vexwarin. Ez di nava koma van qehremanan û dewletsazan da bûm.

48 kes li Leqê û 50 kes li Malbendê şehîd ketin. Bi sedan kes birîndar bûn. Lê milletê Kurd bi vê derba giran bi ser hemdê xwe va hat ji Emirkan û Kanada û heya Awistralyayê bi her çar perçên Kurdistanê va hemî Kurd bûne yek bend û yek mîst.

Êdî Kurd dizanin ka dost û neyarên wana kînin. Wê dîrok rojêk vê pirsê ji zaliman bike. Mînak Seddame. Mînak Minosewîçe, Hîtlere, Mussolîne, Frankoye, Stalîn û hempayên wanin. Ku li vê dinyayê ne bû qismet ez ê li wê dinyayê bi rîyê Hisamê bê dîn bigrim û bihejînim.40 mîlyon Kurd lanetê lê dixwînin. Wê ew ji Seddam rezîltir bibî înşallah.