Di 31.salvegera koça nemir Îdrîs Barzanî de nerînek

29/01/2019 - 22:28 Kategori Raman

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek rêber, pêşewa, serok û desthilatên Kurd hebûn, henin û wê her hebin. Her wendakirina yekî/ê ji wan ji bona tevgera Kurd zerar û ziyaneke mezin e.

Ji vê gelê Kurd zerara xwe dîtî ye, yek jî ew bû ku dema hê pêwîsitiya gel ji wî hebe, wî koça xwe kir û ji nav gelê xwe çû. Belê ew serokekî Kurd nemir Îdrîs Barzanî bû.

Mirov çiqasî behsa xebat û tekoşeriya Barzaniyan û bi taybetî ya nemir Îdrîs Barzanî bike, tu deryayê bike hubur (murekeb), wê têrî nivîsandina çalakiyên wan neke.

Yek ji karê herî bi serketî ê ku nemir û gorbihişt Îdrîs Barzanî ew bû ku di dema xwe de, bi xebat, berxwedan û bi fedekariya xwe eniya Kurdistanî damezrandin. Ew enî bû ku îro em kirin xwedî perçeyekî azad ê Kurdistanê.

Di wê demê de Kurd ji hev perçebûn, li dij hev bûn. Lê cangîriyê nemir Îdrîs ji bona wê alozî û ne li hevkirina Kurdan rake zend û bendên xwe hilda kete nav gel û rêxistinan.

Şev û rojên wî bû ew xebat da ku bikaribe Kurdan li hev bîne, wan di bin eniyeke neteweyî de kom bike û bi ser jî ket.

Heger îro em xwediyê Başûrê Kurdistanê ne, ev bi keda pêşmêrgan ya li ser xeta neteweyî û li gor rêbaza Barzanî û bi damezrandina wê eniyê ye.

Di wê demê de xebateke weha weke fîstanek ji êgir bû, lê nemir ew fîstanê ji êgir li xwe kir û Kurd di bin sîwaneke neteweyî de civandin.

Her weha nemir şûna xwe vala nehişt û yekî weke rêzdar Nêçîrvan Barzanî di warê neteweyî de perwerde kir da ku ew jî li ser xeta rêbaza kalê xwe ji bona gelê xwe di nava kar û xebatê de be û ku niha di nav wwî kar ûxebatê de ye.

Ya girîng ew e ku em weke rewşenbîr û nivîskarên vî gelî, bi hemî hêz û qelema xwe bikaribin wan çalakiyên nemiran bînivîsînin, bidin zanîn da ku wan di dema xwe de ji bona me, ji bona gelê xwe çi kirine, di çi rêyên zor û zehmet de derbas bûne.

Li ser kar û xebatên nemir Îdrîs Barzanî, min di romana xwe ya li ser enfala Barzaniyan (Barzan Digirî) de bi dûr û dirêjayî behsa wan xebat û çalikiyên nemir kirî ye.

Nemir weke bav û bapîrên xwe hemî jiyana xwe li ser xeta neteweyî, li gor rêbaza Barzaniyê nemir, tarxan kiri bû.

Divê em weke gelê Kurd rojên taybet ji bona nemirên weha pêk bînin da ku di wan rojana de mirov bikaribe bi dûr û dirêjayî behsa wan û xebatên wan bike.

Divê em, derd û êşên ku wan dîtine bînin zimên da ku gelê me dîroka xwe û rêberên xwe binasin. Ji ber ku miletek bi dîroka xwe, bi serok û rêberên xwe heye.

Nasandina dîrok û rêberên gel, nasandina gel bi xwe ye. Lewra divê em kêmanî, kêfxweş û fêda di wê dîrokê de hene, bikin malê gelê xwe.

Lê weke her Barzaniyekî, nemir Îdrîs Barzanî ji gelek xebatên hêja, ji bona gelê xwe kiri bû. Heger em bikaribin wê dîrok û jiyana wî binivîsînin ew dibe dîroka gelê me jî.

Miletek bi serok û rêberên xwe hene, bi wan dijî û bi saya wan, digihêje mafê xwe yê rewa. Ev jî girêdayî vê yekê ye ku ew rêber û serok çiqasî neteweyî ne û bûn.

Ez di salvegera koça nemir Îdrîs Barzanî de, serê xwe li ber hemî xebat û pêkanînên wî yên neteweyî ditewînim.

Îdrîs Barzanî nemir e û ew ê her dilê gelê xwe de bi awaeyî zîndî bijî û dijî.