Guftogo li ser Kurdan, mixabin Kurd tune ne!

11/01/2019 - 14:40 Kategori Raman

Li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriye giftûgo berdewam in.

Piştî ku Amerîkayê got "em di demek nêzîk de leşkerên xwe ji Sûriye dikişînin", ev guftûgo gihîştin astek bilind. Gelek dewlet û hêl, li hember vê daxuyaniya Amerîka nerazîbûna xwe dan nîşan û gotin, "bi hewlek yekser ku Amerîka di vê demêde xwe ji herêmê vekişîne, wê alozî û pirsgirêk hîn mezintir bibin û ewlehiya Sûrî bikeve metirsiyê"(!)

Amerîka bi hewla xwe ji bona ku çareseriyek erênî derxe holê û pêşî li hewlên dagirkeriya Tirkiye bigire, çar aktorên Sorçî xist bin bandorek neyênî, ku rê ji çareseriyê re vebe. Wan xist bin îmtîhanek ku "ka ev çar aktor dikarin pirsgirêkan çaresek bikin an na"(!)

Armanca duyem a Amerîka jî ew e, ku civînên li ser çareserkirina pirgirêka Sûriye yên Cenevre çalak bike û kurdan jî bi fermî wek taraf bikişîne ser masê.

Bi vê peyamê re jî hemû berpirsên Amerîka di daxûyaniyên xwe de gotin; "em hevalbendên xwe yên Kurd tenê nahêlin, bêparastin nahêlin"(!)

Li hember van daxuyaniyên Amerîka, Tirkiye nerazîbûna xwe nîşan da. Têkiliyên Tirkiye û Amerîka ketin astek xetimandinê.

Wek ku em dizanin du enî, an jî aktor-teref li Sûriye xwedî bandor in:

Yek ji van Amerîka û hêzên hevpeymanan, ku bi Amerîka re hevkarin. Ji bona çareserkirina pirsgirêkên li Sûriye danûstendinên vê hêzê li civînên Cenewre dimeşin. Bi destpêka êrîşên DAÎŞ re vê hêzê piştgirî da Kurdan û Kurd parastin.

Hêza duyem jî hêza alîkarên Sûriye ne ku ev hêz yekîtiya axa Sûriye diparêze. Serê vê hêzê jî Rusya dikişîne. Rusya li Suriye garantiya parastina axa Sûriye, hebûna dewleta Sûriye bi xwe ye. Di nava vê hêzê de dewletên têkildar û hevalbend, Îran û Tirkiye ne. Yanî, ji bona parastina yekitiya axa Sûriye û serweriya dewleta Sûriye ,Rusya, Îran, Tirkiye û Sûriye di yek eniyê de dixebitin. Bingeha civînên van hêzan jî li Astana di bin bandora Rusya de dimeşe.

Ev blok, dijî mafê Kurd û Kurdistan yên rewa ne. Heta ku ji vê bloka ku Rusya serkêşî dike bê, wê xwestekên Kurdan bên redkirin. Destkeftên kurdan teslîmî însafa dîktatoriya BAAS bibe. PKK jî ji vê projê re lingek a nav kurdan bi xwe ye.

Tirkiye, Îran û Sûriye sê dewletên dagirker û dijminên Kurd û Kurdistan in. Hatina wan a cem hev, tenê li ser esasên ku Kurd nebin xwedî destkeftin li ser axa xwe.

Ji bona guftûgoyên li ser Sûriye, niha, mijara herî girîng Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye.

Tirkiye, hin bi Amerîka re û hin bi Rusya û Îran re ji bona pêşî li îhtîmala ku "Kurd li Sûriyê hinek destkevtinan bidest bixin" di guftûgoyê de ye. Ji Kurd û Kurdistan re metirsiyek derxistiye holê û her bi tehdîda ku; "ez ê têkevim Rojhilatê Firatê" jî tevdigere. Amadekariyên xwe yên leşkerî kiriye û di nav danûstendinên siyasî dîplomatîk de, ji xwe re li rêyek erênî digere. Hêza xwe ji têkiliyên bi Rusya, îran û Sûriye re li ser esasên dijminatiya kurdan digire.

Wek ku em dizanin, Amerîka û hêzên ku bi wê re têkildar ji Îlona 2014an de piştgiriyê didin PYD/YPG. Bi êrîşa ser Kobanê re, biryara piştgiriya Amerîka û Hêzên Hevpeyman ji bona piştgiriya Başûrê Rojavayê Kurdistan, heta îro berdewam e. Ji hêla perwerdeya leşkerî, civakî, çekên giran û alîkariya lojîstîk, ev çar sale bi pêşengiya Amerîka Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistan tên parastin.

Di destpêkê de Amerîka, xwest ku Kurd yekitiya xwe çêbikin û di bin serkêşiya êniyek Kurd û Kurdistanî de xaka xwe biparêzin. Mixabin PKK mudahale kir û nehişt ku ev "eniya Kurdistanî" ava bibe. Pêşî li hatina Pêşmergên Roj girt û hatina wan wek "sebeba şerekî Kurd-Kurd" da nîşan. Piştî ku ev hewla Amerîka ji terefê PKK de hat redkirin û serkevtî nebû, Amerîka "Hêzên Sûriya Demokratîk" ava kir û bi vê hêzê li hember DAÎŞ şerê xwe û piştgiriya xwe meşand.

Niha carek din ev mijar wek pirsgirêkek sereke ya "parastina herêma kurdan" derketiye ber me.

Amerîka, ji bona ku pêşî li geftûleftên Tirkiye bigire; dixwaze ku Kurd eniya xwe ava bikin. Hêzên xwe yên çekdarî (yekitiya YPG û Pêşmergên Roj) bikin yek û birêkûpêk bikin. PKK ji herêmê derkeve û serkirdeyî di destê hêzên eniya Kurd a Başûrê Rojavayê Kurdistan bikeve.

Tam di vê demê de yekî li Qendîl mîkrofon dirêjî serkirdeyên PKK; Cemîl Bayik, Bese Hozat û Mustefa Karasu kir û ji devên wan redkirina hewlên Amerîka xist çapemeniyê.

Van serkirdeyên PKK eşkere li gel çareseriya Astana ya ku ji Rusya, Îran, Sûriye û Tirkiye pêk tê bûn terefgir. Alîkariya Amerîka wek "lîstikên dagirkeriya Emperyalîst" îşaret kirin û rê ji bona "lihevhatinek bi Sûriye re bi garantiya Rusya" pêşniyar kirin.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve yê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji televîzyona "El-arabiya” re ev hewlên Amerîka pejirand û got; "hîn di navbera me û Amerîka de lihevhatinek pêknehatiye"(!) Di eynî daxûyaniyê de jî pejirand ku danûstendinên wan bi Sûriye û Rusya re jî berdewamin. Ji bona ku Rusya di navbera PYD û Sûriye de navbêynî bike jî hewlên wan didomin.”

Li ser van tehdîdên Tirkiye, rê ji dan û stendinên Sûriye û PKK re geşbû ku PYD bi vê rêyê carek din di nav van lîstikan bikeve. Ev rewş jî ji gavên Rusya û Îran re bûn derfetên pêşîlêgirtina destkevtinên Kurdan

Li hêlekê hêzeke wek a Amerîka ku hûtê hêza leşkerî a NATO û aboriya cîhanê ye. Li hêla din jî PKK ku bi îdeolojiyek demode a çepgir û yên wek pêxwasekî Amerîkî Murray Boocnin ku ji PKK şûnde tikes îtîbarê nadêyê heye.

PYD/YPG jî di navbera van de bêçar, bûye gopalê destê PKK. Kurd li holê bê xwedî û bê armac dibin qurban.

PKK ji kaosa şerê navxweyî yê Sûriye fersend girt û li Başûrê Rojavayê Kurdistan bû xwedî hêzeke leşkerî. Hemû hêz û binkeyên kurdan qedexe kir, ji holê rakir, teror kir, da girtin û serdestiya xwe bi hêza çekan îlan kir. Îro ji ber sebebên tundîtiya PKK, îdeolojiya PKK ev beşê Kurdistan li ber metirsiya têkçûnê ye.