Barzanî çima û çawa bi serdikevin???

08/01/2019 - 11:12 Kategori Raman

Di her ketinekê de serketin û di her serketinê de jî destketin tune be, ew serketin dibe wendakirina herî mezin.  Lewra jî ji roja Barzaniya dest avêtin çekan û xwestin ji bona me kurdan, Kurdistaneke azad, demokrat û serbixwe damezrînin, her ku diketin, rabûna wan ji berê bi qawetir û bi hêztir dibû.

Piştî wê xencera jahrîn ya cotmeha sala 2017an li pişta wan bi destê kurdên xayîn, ket, gelekî êşiyan bi wê xencerê ne tenê Barzaniyan her weha tevayiya kurdên neteweprest wendakirin, lê têk neçûn.

Piştî xencerê dîsa Barzaniya rêya xwe şaş nekirin, bi hilmeke fireh, bi aqilekî neteweyî, bi helwestên gelemperî rabûn û  îro ji her demê bêtir bi serketîn.

Ez weha bawerim ev ê bibe wendakirina ango ketina wan ya talî. Ji ber ku rêya tekoşîna azadiya welatekî, demeke dûr û dirêj digire. Heta ku mirov dewleta xwe ya serbixwe ragihîne, gelek bedelan jî dide.

Lê em dibînin Barzaniyan hemî pêwîstiyên ji bona dewleta kurdî a serbixwe ragihîne, temam kirine û niha jî ji bona kurdan bikin xwedan dewlet têdikoşin. Tekoşîna wan ya niha ne çek e, ew dem derbas bûye.

Bi dîplomasiya navneteweyî, bi hevdîtinên rêberên dewletan, bi hatina desthilat û rêvebirên dewletên mezin ya kurdistanê. Em vê yekê pir zelal û eşkere dibînin ku êdî wê Kurdistana serbixwe bê ragihandinê…

Lewra jî Barzanî êdî bi tevgerên xwe yên demokratik, bi helwestin xwe yên neteweyî, bi biryarên xwe yên ji bona dewleta kurdî, ketina qada navneteweyî û li gor şert û mercên niha têdikoşin ku ji bona me dewleta kurdî ragihînin.

Li hember tekoşîn û tevgerên Barzaniyan dagirkerên me jî vala nesekinîne, her ew jî di nava hewldana dene ku mesela kurd û kurdistanê bi temamî têk bibin û ji holê rakin.Vê jî di rakirina ango di tunekirina Barzaniyan de dibînin.

Ji holêrakirina Barzaniyan û kurdan êdî ne tiştekî hêsan e. Lewra jî dagirkerên me niha giranî dane wê yekê ku kurdan bi destê kurdan têk bibin. Ji xwe bi salan ew vê yekê jî dikin. Lê ne berê û ne jî niha bi serneketine û dê bi sernekevin.

Bi ser nakevin ji ber ku rêvebirên Başûrê Kurdistanê Barzanî ne û li ser xet û rêbaza Barzaniyên mezin in. Neteweyî difikirin. Çi dema rêvebirên welatekî neteweyî fikirîn aha wê rojekê ew milet bibe xwedî dewleta xwe jî.

Ji ber neteweyîne û li gor vê helwestên xwe danîne loma jî têkçûna wan zehmet e. Dema rêvebiriya miletekî li gor destûr û bernameyekê tevgeriya, neteweyî fikirî û bi gelemberî helwest danî ew êdî nakevin.

Em dibînin û şahîdin wê yekê ne ku bi qasî dagirkeran hin kurdên xwe firoş, têdikoşin ku Barzaniyan têk bibin. Helwest, biryar û kiryarên wan li ser vî asasî ne. Ev asas jî ji teref dagirekran hatine lêkirin.

Lewra ez dibêjim; dive êdî li Başûrê Kurdistanê mesela avakirina hukumeta nû, zûtirîn demê pêk bê. Ev çiqasî zû pêk were, ew ê di berjewendiya kurdan û Barzaniyan de be.

Gelê me yên Başûrê Kurdistanê ev heq dane PDK û dive PDK jî vî heqê xwe bi  kar bîne û zêde wextê wenda neke. Wendakirina wextê, wendakirina kurdistaneke serbixwe ye.

Em baş dizanin ku şert û mercên îro Başûrê Kurdistanê têde dijî ne weha rehet in. Lê em vê yekê jî dizanin ku îro şansa wan ji her demê bêtir çê bûye ku hukumeta xwe damezrînin û piştî wê jî xeyala kurdan ya dewleteke serbixwe ragihînin, heye.

Hemî kurd li benda vê yekê ne ku bi devê serok Mesud Barzanî wî dengê xweş ê ragihandina serxwebûnê bibihîzîn.

Ji bona bihîstina wî dengê xweş jî dive PDK hikumeta xwe damezrîne. Dereng ma û divê dereng nemîne. Bi damezrandina hukumeta nû de gelê me dixwazin weke serokkomerekî ciwan, zana, jêhatî û xwedî dîtin û dîplomasiyeke berfireh rêzdar Nêçîrvan Barzanî bînin.

Her weha gelê me ê Başûrê Kurdistanê dixwazin weke serokwezîr jî rêzdar Mesrur Barzanî yê kêrhatî, xwedî tecrubeyên parastineke mezin, bi zanîn û têgihiştina xwe û li gel serokkomarê Kurdistanê yê nû, di qada navneteweyî de Kurdistanê bixin qada herî jor. Û dive van herdu rêzdaran tim jî nêrîn û dîtinên serok Mesud Barzanî ji xwe re bikin rehber…

Ev herdu rêzdarana bi zanîna xwe, bi hezkirin û ciwaniyên xwe dikarin gelek guherînên mezin bikin. Ji ber bi hebûna wan, bi rêvebiriya wan kurd dê qezenc bikin. Ev herdu rêzdarana ji teref gelek dewletên din jî têne nasîn, hezkirin û qebûlkirin.

Niha berê hemî başî û qenciyan berbi Barzaniyan ve ye. Ji ber ku hate zanîn, dîtin û bihiştin ku tenha yên bikaribin Kurdistaneke serbixwe li ser asasê neteweyî demazrînin ew bi xwe ne.

Bi damezrandina dewleta serbixwe jî wê hemî problemên heyî û mesela welatfiroşan jî hal dibe. Ev jî bi rêya hukumeta Kurdistanê û bi derxistina qanûnên nû. Û bi rêya wan qanûna na herkesên xaîn, xwefiroş û welatfiroş bêne darizandin.

Sûç û gunehên kê çi be divê li gor qanûnên hikumeta nû û ya navneteweyî cezayên xwe bibînin. Heta ku xaîn û xwefiroş cezayên xwe nebînin wê her hespê  xwe yên êmê wan ji teref dagirkeran de ye, bidin bezê.