PANORAMA 2018an!

24/12/2018 - 17:40 Kategori Raman

Di 16.10.2017an de YNK bi hevalbendîya dijminên Kurd û Kurdistanêê re, berjewendîyên Kurdan, pêşeroja Kurdistanê xist tehlûkê. Mesud Barzanî û PDK, bi hewlên siyasî û bi wêrektî li hember vê xiyaneta YNK û dijminên Kurdistanê, beşek ji nav YNK , hêzên serxwebûnxwaz girt cem xwe û pêşî li van hewlan girt, ku şerekî birakujî destpê neke. Başûrê Kurdistanêê, îro deyndarê van gavên girîng e.

Amerîka û beşek ji hêzên hevpeyman, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê helwestek ne dostane danîn. Dijminên Kurd û Kurdistanê ji vê helwesta Amerîka hêz girtin. Piştî referandûmê; Tirkîye, Îran û hikumeta Iraq, bi hemahengîyek dijminane Kurdistanê dorpêç kirin. Bi hevkarîya xiyanetkarên 16.10. 2017an re êrîş anîn ser beşek herêmên Kurdistanê. Kerkûk û derdorên wê hatin dagirkirin.

Bi xiyaneta 16.10.2017an re, di nav siyaseta Amerîka ya navendî de, li ser vê siyaseta Amerîka û bêdengîya li hember êrîşên ser Kurdistanê dubendî derket. Beşek ji îktîdarê û hinek ji endamên Kongrê û senato, ev siyaseta Amerîka rexne kirin. Û eşkere diyarkirin ku Cpîlanek Amerîka ji bona Kurdan tine ye û li hember siyaseta Îran a herêmê, Amerîka şikestin xwar."(!) Ev helwesta Amerîka, di nav Kurdan de diljikestîyek mezin derxist ber me û hinek ji aktorên siyasî yên herêma Kurdistanê eşkere gotin ku, "me carek din dît ku ji xeynî çîyayên Kurdistanê, dostê Kurdan tine ye." Di 2017an de tevgera netewî a Kurd, di seranserê cîhanê de demoralîze bû, lê şikestin nexwar.

Di 2018an de, Başûrê Kurdistanê bi siyasetek berpirsiyarî û pîlanek siyasî, dîplomatîk xwe ji vê demoralîzasyonê û dorpêçê rizgar kir. Gav bi gav serkeftinên xwe tomarkirin. Beşdarî hilbijartinên parlementoya Federal a Iraq bûn û hilbijartinên Parlemena Kurdistanê jî bi serkeftî pêkanin. Ji xiyaneta 16.10.2017an û virde, derket ber me ku hêza netewî û serxwebûnxwaz ji van qeyran û boran-lîstikên siyasî, aborî serkeftî derketîye û rê ji xwe re vedike ji bona serkeftinên hîn mezintir.

Hêza baskê xiyanetê, her pişta xwe daye dijminên Kurd û Kurdistanê û tifaqa nav mala Kurd ji hev perçe kirîye. Hilweşandina tifaqên netewî kirî armanc û ji van karesatan hêz girtîye. Bi vê hemahengî ya bi dijmin re her xwestine ku pêşî li siyaseta netewî a Kurd û Kurdistanê bigirin. Di hilbijartina serokkomarê Iraq Behram Salîh de carek din ev wek mînak derket ber me, ku dijmin ji nakokî yên nav Mala Kurd hêzê digire.

Di 2018an de bûyerek din a girîng jî Nadia Murad bû. Wek ku em dizanin, NY. Nadîya Murad girtin nav Kursîya Parastina Mafê Mirovan. Di 2018 an de jî Xelata Aşitîyê a NOBELê jî danê. Ev herdû gav jî pir girîng bûn û derfetek mezin derdixist, ji bona li ser vê kursîyê dengê mafê Kurd û Kurdistanê bilind bibe. Mixabin bi tabloyek Iraqî û pir xerab, ev fersend hat berbihewakirin..

Sala 2018an bi gelemperî, çareserkirina qeyranên aborî, rakirina dorpêça ser Kurdistanê, hilbijartin û nûkirina parlemenê û hikûmetek nû, çareserkirina pirsgirêkên hêzên pêşmergan, amadekirina makezagonê û pirsgirêkên Nefta Kerkûk, Çaksazî, wek hedef danîne ber xwe. Bi Iraq re her rêya têkilîyan û giftûgoyê vekirî hiştine.

Ji 2017an heta dawîya 2018an li Başûrê Rojavayê Kurdistanê mijar neguherîye.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanêê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên Kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyek Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan" û stratejî ya "demokratîkkirina dewletên dagirker"(!) hatiye avakirin. Ruhê Kurd û Kurdistanê di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistanê, li gor xwestin dijminên Kurdistanê û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûye. Di vir de ji bona PKK, Kurd ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Kobanê û Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên Kurdan e. Bi xwîna Kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Parastina statukoya ser Kurdistanê. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Ev hevoka yek ji serkirdeyên PKK, mînakek ji stratejîya PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê pir zelal derdixe ber me: "Dewleta Sûrîye di bin metirsîya hêzên dagirker de ye. Em mecbûrin ku ewlekarîya Sûrîyê bikin û Sûrîyê biparêzin. Hêzên me yên çekdar, her cîhê ku lê hene, divê vî rolê xwe bilîzin."(!)

PKK, terafgirê stratejiya Rusya, Îran û Surîye, Tirkîye bi xwe ye. Ev di hewlên Amerîka yên li Sûriyê de, di hewlên Amerîka yên li dijî Îran û yên di Rojhilata Naverast de, di helwesta PKK a li dijî serxwebûna Kurdistanê de, di dagirkirina Kerkuk de, bi rasteqînî derket ber me.

Amerîka di 2018an de pêşîlêgirtina Îran xist programa xwe. Li Sûrîye xwest têkilîyên xwe bi PYD û YPG re derxe astek xurtkirinê. Lê PKK rê li vê hewla Amerîka girt û bû asteng. Amerîka, biryara bi xelata 12 milyon dolar, girtina sê serkirdeyên PKK da.

Di dawîya 2018an de Amerîka biryara vekişîna hêzên xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê da.

Bi raya min; ev biryara Amerîka wê bibe sebeb ku hemû hêzên dagirker û bi taybet jî hêzên Îran û Tirkîye ji Sûrîye derkevin.

Wê pêvajoka çareserkirinek siyasî û bi lez ji Sûrîye re peyda bike.

Wê Kurdan jî wek terefek bikişîne nav danûstendinên Cenevre û makezagonek nû ji Sûrîye re bihêz bike.

Wê têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye û Îran re bi carekê de eşkere bike.

Hevsarê rêveberîya PKK di destê Sûrîye, Îran û Rusya de ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK, lîstoka destê Tirkîye, tasa destê Rusya, kevçiyê destê Îranê û xwarina dîktatoriya BAAS'iyan bi xwe ye. PKK, sebeba têkbirina fersend û destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanêê bi xwe ye. PKK serkêşê "şoreş"a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye! PKK, pîlanek ji berdewama "kembera erebkirina xaka Kurdistanê" bi xwe ye.

Eger PKK, destê xwe ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê nekişîne, şikestinek mezin li pêşîya tevgera Başûrê Rojavayê Kurdistanê e. Di nav vê helwesta siyasî a Başûrê Rojavayê Kurdistanê de, têkilîyên Amerîka bi PYD û YPG re, li ser esasên şerê wekaletê ye. Dema ku PYD û YPG vê bingeha şerê wekaletê wenda bike, bê serkevtinek, tercîha wan hinbêza dîktatorîya Esad bi xwe ye. Ji ber ku bingeha siyaseta PKK di Rojhilata Naverast de, li ser esasên piştgirîya stratejîya Îran û Sûrîye hatîye dîzaynkirin.

Li Bakurê Kurdistanê, tahrîbatên ku bi "şerê xenqekan" re raserî Kurd û Kurdistanê bû, di helwestên siyasî de şikestinek mejûyi derxist ber me.

Dewleta Tirk, di şerê bajarên bakurê Kurdistanê de, PKK-HDP bi helwestek hevpar bikar anî. 12-13 bajarên Bakurê Kurdistanê raserî van provakasyonan hatin. Dewleta tirk wek takwîye ew hêza li Sûrîye ku bi wan re têkildar, hêza wekaletê a şer-çekdar Ehrer- ul Şam jî di van bajaran de bikar anî. Armanca vî şerê bajaran; terorîze kirina girseya Kurd, hilweşandina bingeha bajarên Kurdperwer û alozîyên navxwe yên wekaleta şerê îktîdarê yê dewleta Tirk bû. Wek her bûyerê û tahrîbatê, PKK hewl da ku ev bûyer jî zû bê jibîrkirin!

Li Bakurê Kurdistanê jî, siyaseta Kurd û Kurdistanê di bin bandorek xerab de ye. Vê bandora xerab, Kurd ji stratejîyek netewî dûr xist û Bakurê Kurdistanê ket bin pêvajokek entegrekirina Kurdan bi dewleta Tirk re. Vê stratejîyê asîmîlasyonek mezin di nav Kurdan de bipêşxist. Siyaseta ku "demokratîk kirina Tirkîye" wek stratejîyek Kurd derxist ber Kurdan, di asta ramanên netewî de ji Kurdan re jikestinek netewî anî. Qedera Kurdan bi demokrasîya tirkan ve hat girêdan, ne ku demokrasîya tirkan bi kedera Kurdistanê ve bêt girêdan!

Seranserê sala 2018an, dewleta tirk, bi girtin, zîndankirin û tehdîdan, bandora xwe firehtir kir. Carek din derket ber me ku bê sarxwebûna Kurdistanê, demokrasî nayê Tirkiye.

Çima qedera "demokrasî" ya Tirkan bi mafê çarenûsa Kurd û Kurdistanê ve girêdayi ye?

Heta ku Kurdistan di bin destê dewleta Tirk de kolonî be, demokrasî nayê Tirkîye.

Jiber ku kolonyalîst, ji bona ku kolonîya xwe di dest de bihêlin; divêtîya wan bi nîzam û asayişek militarî heye. Sîstemek tûnd-dîktatorî û yasayên ku, haq û hiqûqê kolonîyê têxe bin bandorê. Dewleta Tirk li ser van esasan tevdigere.

Dewleta kolonyalîst siyaseta dolivgerî, li ser esasê yasa û qanûnên xwedî rolekî dualî dimeşîne. Makezagon û yasa li gor berjewendîyên netewa serdest tên amadekirin. Ji netewa serdest re "demokrasî", ji bona netewa bindest jî koletî ye. Yanî ji Tirkan re xwestina demokrasîyê, ji Kurdan re kedîkirin û bicîhanîna programê entegrasyonê bi xwe ye. Ev jî bi riza Kurdan, pejirandina asîmîlasyon û entegrasyonê bi xwe ye.

Artêşa dagirker, li ser axa Kurdistanê, li gor yasayên metînkerî bicîh dibe. Hêzên ku li ser axa dagirkirî xwedîyê vê rolê bin, heta ku kolonî (Kurdistanê) dibin destê wan de be û ji bona serxwebûna xwe bitêkoşe; ew (devleta Tirk) mecbûrin sîstema milîtarî biparêzin. Ev mecbûrîyet, bi yasa û qanûnên kolonyalîstî tên amadekirin. Jiber ku li Kurdistanê armanca hebûna wan ev e. Ev hebûn jî ticarî rê nade demokrasîyê. Têkilîyên dewleta Tirk û têkilîyên bi Kurdistanê re li ser van esasan dimeşe. Têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê, li ser stratejîya Kurd û Kurdistanî divê ava bibe. Îro rewşa ku Bakurê Kurdistanê tê de ye, ji sebeba serûbinkirina vê stratejîya netewî, Kurdistanî tê. Di warê entegrasyon û asîmîlasyonê de, her ku dijmin serkevtî dibe, bêtir bandorê geş dike. Ji 2017an heta dawîya 2018 li Bakurê Kurdistanê rewş her berbi xerabûnê ve diçe.

Dewleta Îranê, wek koremarekî jehrîn di herêmê de rol dilîze. Destê wê di nav beşek ji tevgerên Kurd de, ji bona van armancên dagirkerî û dîktatoryal yên herêmê, wan rêxistin û tevgerên Kurd bikar tîne. Hêzên Kurd ku bi siyaseta Îran a xwînxwar, terorîst û dagirker re têkildar, her di hewlên pêşîlêgirtin û bêbandorkirina têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de rolekî neyênî dilîzin.

Amerîka, li herêmê ji bona şikandina bandora Îran di hewlek siyasî, aborî û leşkerî de ye. Ev hewl, destpêkê bi pêşîlêgirtina berjewendîyên Îran yên aborî, derket qada dorpêça ser Îran.

Ev hewlên Amerîka wê têkilîyên Başûrê Kurdistanê yên bazirganî bi Îran re têxe bin metirsîyê. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê û Iraq ji Îran re derîyekî bezirganî-aborî ya girînge. Hewlên li hember vî derîyê aborî, wê bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bezirganên herêmê jî bike. Ev têkilîyên bezirganî yên Iraq û Başûrê Kurdistanê bi Îran re, ji bona hewlên Amerîka bandorek neyênî derdixe holê. Di virde a girîng ewe ku Kurd ne li gor hesabên piçûk û dahatên bezirganî , li angora dorpêça ser Kurdistanê û rolê Îran rawestin. Li gor stratejîya netewî a Kurd û Kurdistanêî di vî şerî de cîh bigirin.

Kurd bi ti şîweyi nikarin li gor berjewendîyên wan aktorên herêmê yên dijminên Kurd û Kurdistanê tevbigerin. Ji ber ku berjewendîyên pêşeroja netewa Kurd û Kurdistanê, ne di parastina rolê van aktorên dijminên Kurdistanê de ye. Divê van têkilîyan erzan nenirxinin û bi hesabên mezin cîhê xwe eşkere bikin. Ev jî garantîya serxwebûna Kurdistanê e. Di virde derîyekî erênî ji bona têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê derdixe ber me. Divê 2019an de ev rol baş bê nirxandin.

Garantîya serxwebûna Kurdistanê û parastina destkeftinên Kurd û Kurdistanê, di helwestek netewî û hevgirtî re derbas dibe. Amerîka baş dizane ku Kurd xwedî hêzek cidî û xwedî bandorin. A girîng ewe ku ev bandor û cidîyeta tevgera Kurd û Kurdistanê nebe qurbana berjewendîyên piçûk, hizbî û têkilîyên bezirganî bi Îran û Tirkiye re.

Di sala 2019an de divê rastiya her hesab û danûstendinan bi Amerîka û hevalbendên wê re, li angora garantîkirina serxwebûna Kurdistanê û piştgirîya van hewlan bê nirxandin. Eger ev garantî neyê dan, divê Kurd xwe ji agirê herêmê biparêzin. Ji ber ku şer wê bi her haweyi liser axa Kurdistanê bimeşe û wê bi xwe re bandorek neyênî bîne. Hinbêzkirina vê bandora neyênî, divê hêjayi erêkirina hewlên Amerîka û hevalbendên wê be.

Di herêmê de derîyê tomarkirina serkeftinan ji Kurd û Kurdistanê re di sala 2019an de vekirîye. Ev jî bi hemahengîyek netewî, bi siyasetek Kurd û Kurdistanî ve girêdayiye.

Ez sersala we ya Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêvîya tomarkirina serkeftinên mezin ji bona Kurd û Kurdistanê.