Pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi çi ye??

24/12/2018 - 17:00 Kategori Raman

Pêdiviya welatekî kolonî ji çi hebe ya kurdan û bi taybetî ya Başûrê Kurdistanê jî bi wê heye. Lê yên me kurdan hinekî ji cîhanê cûdatir e. Ji ber ku em di nava çar dagirkerên devbixwîn de hatine perçekirin û azadiya her perçeyekî bi serê xwe dê bibe.

Loma jî pêdiviyên me jî divê ji yên cîhanê hinekî cûda be. Çi ne ew pêdiviyên ku îro ji me kurdan re lazim in?

Belê min xwest di vê nivîsa xwe de hinekî vê vekim da ku em bi hevre bikaribin rewşa Başûrê Kurdistanê baştir bibînin û li gor wê jî ji wan re bibin alîkar.

Di şert û mercên îro de ku em bikaribin alîkariya welatê xwe yê azad bikin li gor min tenê rêya çareseriyê  ev in.

Erkê rewşenbîrên vî gelî, nivîskarên vî miletê, siyasetmedarên ji vê axê ew e ku ew çi bi nivîsên xwe, çi bi propagandayên xwe û çi bi alîkariya xwe ya siyasî, madî û manewî bikaribin alîkariya birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin wê têr bike.

Alîkarî û piştgirî jî divê li ser hîmên rastiyê bin. Dema me rastiya xwe, rastiya kurdan û ya Başûrê Kurdistanê ji xelkê xwe re eşkere kir, wê demê em ê baş tê bigihêjin ku pêdiviyên wan çi nin.

Pêwîst e ku em weke miletê kurd ji hemî caran bêtir vê derbê bi her awayê alîkarî û piştgirya Barzaniyan bikin da ku ew ji bona me kurdan Kurdistaneke serbixwe ragihînin.

Ji ber ku niha tenê hêvî û cihê baweriyê maye Barzanî û Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku vî perçî bi rêveberiya Barzaniyan bi îdare û azadiya Başûrê Kurdistanê, bi gavên xwe yên berbi serxwebûnê, jiyaneke nû, xwîneke taze da hemî kurdan.

Li vî perçî û li seransera cîhanê Barzaniyan kurd ji nû de zîndî kir ku êdî wê kurd jî bibin xwedî dewleta xwe. Li vê beşa Kurdistanê, bi berxwedan û tekoşîna pêşmêrgeyan ew bêhîvitiya bêdewletbûnê ji ser kurdan avêt.

Vî perçî ango Başûrê Kurdistanê gelek tiştên hêja û delal ji bona me hemî kurdan kir. Lê me hemî kurdan erkên xwe anî cih ya na. Mesele ev e. Heger em dilsozê welatê xwe tî yê azadiya xwe û birçiyê serxwebûna xwe bin divê ev hebin.

Çi dema tevgereke neteweyî li percen din xurt bibe û kurdên me hêzeke neteweyî damezrînin, aha wê gavê em dikarin bi rehetî alîkariya birayê xwe bikin.

Çi dema kurdan dev ji ziman, adet û hêjayiyên dijminê xwe berdan, aha wê gavê em dikarin bi alîkariya birayê xwe ve rabin.

Çi dema me meş û xwepêşandan li hember êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê kir, aha em ê wê demê ji birayê xwe re bibin alîkar.

Çi dema me ango rêxistinên me xwe ji PKKê dûr bixin, bi wê re tu hevkarî, tevkarî û komîteyên li ser esasê berfê danemezrînin, aha em ê wê gavê alîkariya birayên xwe bikin.

Çi dema me bi wêrekî û li ser asasê rastiyê kiryar û bûyerên PKK ên li dij berjewendiya Başûrê Kurdistanê û kurdan e got, aha em ê wê demê ji birayên xwe re bibin alîkar.

Çi dema me ji bona gelê xwe û bi taybetê jî ji bona Başûrê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe, me hemî fedekarî kir û ji bona wî perçê azad em bikarîbin xwe feda bikin, aha wê demê em ê alîkariya birayê xwe bikin.

Çi dema partî û rêxistinên me dev ji berjewendiya partiya xwe berdan û ji bona berjewendiya gelê xwe fedekarî kirin, aha em ê wê demê piştgiriya birayê xwe bikin.

Çi dema me li seranserê Ewropa lobiya kurdan amade kir û ew li ser asasî fikra neteweyî xiste ser rê. Aha em ê wê demê alîkariya birayê xwe bikin.

Çi dema me kurdan li seran sere cîhanê bi hevre wê azadiya li Başûrê Kurdistanê parast û ji bona gavên wê yên Kurdistaneke serbixwe Ewropa hejand, aha em ê wê demê ji birayê xwe re bibin derman.

Çi dema piraniya kurdan xwedî li rêbaza Barzanî derketin û ew raman û dîtinên wê di nava kurdan de belav kirin û bi Ewropiyan de zanînin ku felsefa me kurdan ev e, wê demê em dikarin alîkariya birayê xwe bikin.

Êdî dema gotinê derbas bûye, kiryar, kirin û çalakî lazim in. Ji nivîsandinê bêtir gavên pratîk, ji aqildayînê bêtir fedekarî û ji gotinê bêtir kirin lazim e.

Kurdno baş bizanibin ku têkçûna Başûrê Kurdistanê têkçûne hemî kurdan e ku heta sed salên din dê nikaribin werin ser heşê xwe…

Serok Barzanî çi dibêje: “Gundekî azad û serbixwe, ji welatî kolonî çêtir e”. Heger em li gor vê tevbigerin, em ê serxwebûna Kurdistanê bi hevre bibînin…

Têbinî: Sala 2019an li gelê xwe, li Pêşmêrgeyên qehreman û li hemî Barzaniyan pîroz dikim.