PKK dagirkirina Kurdistanê Hêsan Dike!

20/12/2018 - 17:47 Kategori Raman

Dewleta tirk pêşî herêma Cereblus dagir kir û bi kuraya 40 km. Ket nav axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê.

Dewleta tirkan bi vê hewla xwe, Efrîn ji herêma Girê Spî, Kobanê û herêma Cizîrê qutkir û îzole kir.

Dewleta Tirk, di herêma Cerablus de bicih bû. Armanca dewleta tirk a din jî ji bona hêzên îslamîst û tûndrew vekirina rêyek lojîstîk bû. Dewleta Tirk, piştî ku di vê gava dagirkerî û piralî de serkeftî derket, hesabên xwe fireh kir.

Di dagirkirina Cerablusê, hêzên HSD, PYD/YPG bêdeng man. Wê helwesta hêzên Başûrê Rojavayê Kurdistan devleta tirk hîn bêtir wêrek kir. Proja dagirkirina Efrîn bi vê hewlê re derket holê. Em baş dizanin ku li hember dagirkirina Cerablusê ew rêdan û bêdangî nebûna, dewleta tirk nedikarî Efrînê dagir bike. Di vir de rolê stratejîstên PKK sereke ye.

Piştî ku bi berxwedanek sexte Efrîn jî teslîmî dewleta tirk û hêzên îslamîst û tundrew bû; dewleta tirkan dest bi pîlanê sêyem kir. Pîlanî dewleta tirk ya sêyem ewe ku Girê Spî û Serê Kaniyê di kûraya 40 km de dagir bike.

Bi vê hewla xwe jî wê pêşî Kobanê wek Efrîn têxe bin îzolasyonê û dorpêç bike. Piştî ku demekê ku di herêmê de jî bicîh bû, hevalbendên xwe yên tundrew dagirkerî bicîh kir, wê vegere ser pîlana dagirkirina Kobanê jî.

Ev pîlanên dewleta tirk ji serî de diyar bû. Çendîn cara min nivîsî û rewşa PYD/YPG, helwesta wan a li hember eniyek Kurd û Kurdistan rexne kir. Min eşkere got ev helwesta PYD/YPG rê dide ku dewleta tirkan Başûrê Rojavayê Kurdistanê dagir bike û ev jî daxwaza stratejîstên PKK ye. Ji dagirkirina dewleta tirk re bingehê çêdike û xaka vî beşê Kurdistan dixe bin lingê şerê wekaletê û demografiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê diguhere.

PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, PYD/YPG xist bin bandorek neyênî û kir hêzek ji hêzên wekaleta şerê navnetewî. PKK nehişt ku li başûrê Rojavayê Kurdistanê eniyek Kurd û Kurdistanî bê avakirin, ku Kurd li ser axa xwe doza mafê xwe yê rewa bikin.

PKK pêşî li avakirina eniyek Kurd û Kurdistanî girt û bi teoriya "biratiya gelan"(!) Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ava kir û doza mafdariya Kurdan li ser vê beşa Kurdistanê xist nav aloziyên gewre.

PKK di serî de dijminatiya Hêzên Kurd û Kurdistanî kir. Êrîşî bingehên van hêzan kir. Kuşt, Endam û qadroyên van hêzan dan girtin û avêt zîndanê. Nîvê şevê girt ser malên wan, ofîsên wan û bi tena pêjema avêt dervê sînor. Ereb anîn û li ser axa Kurdistan bicîh kir û bû sebebê guhertina demografiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê.

Wateya van karesatên PKK çi ye?

PKK, bi rêya PYD û YPG; têkiliyên ku bi Amerîka û Hêzên Hevpeymanan re meşand, ne li ser esasên Kurd û Kurdistanî, di bingehek serekî a rêxistinî û leşkerî de wek hêzek şerê wekaletê meşand.

Peymanek siyasî bi van hêzan re çênekir. Sebeba vê ewe, ku PKK bi xwe jî hêzek ji hêzên şerê wekaletê ye li Başûrê Rojavayê Kurdistanê.

Di hewlên Amerîka yên Sûriyê de, di hewlên Amerîka yên li dijî Îran yên Rojhilata Naverast de; PKK terafgirê stratejiya Îran, Suriye, Rusya û Tirkiye bi xwe ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK, tasa destê Rusyayê, kevçiyê destê Îranê-Tirkiye û xwarina dîktatoriya BAAS'iyan bi xwe ye. Sebeba têkbirina destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye. PKK serkêşê "şoreş"a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye!

Li Başûr Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên Kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e û dijminatiya doza Kurd û Kurdistan dike. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûne. PKK ligor daxwazên hêz û dewletên têkildar tevdigere. PKK, di vir de; Kurdan ji bona vê stratejiya xwe wek tenê qurban bikar tîne. Ev di bêdengiya li hember dagirkirina Cerablusê de, di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên Kurdan e. Bi xwîna Kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Kobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

 

PKK, dema ku Cerablus hat dagirkirin, dema ku Efrîn hat dorpêçkirin û dagirkirin jî ev peyv bikar anî; "Em xurt in û Tirkiye nikare bakurê Suriye dagir bike"(!) Mixabin dewleta Tirk, Cerablûs û Efrîn dagir kir. Niha jî amadekariya dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê dike.

Di vir de tenê yek sebeb heye ku dewleta tirk nikaribe Girê spî û Serêkanî dagir bike; ew jî helwesta Amerîka û Hêzên Hevpeymana ye.

PKK eniyek Kurdistanî red dike, di nav têkiliyên piralî de li dij berjewendî û xwestinên Amerîka ye. Ne wek Kurdan li ser axa xwe doza mafê miletê xwe, wek hêzek ji şerê wekaletê li ser axa Kurdistanê tevdigere. Li hember hêzên çekdar yên Kurdistanî xwedî helwesta ku bi serê xwe bandora şerê wekaletê bidomîne. PKK, wek rêxistin ji vê xwînê digire.

Ji Amerîka û Hêzên Hevpeymanan re a girîng berjewendî ne. Dema ku PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê van berjewendiyan têxe talûkê, wê çima Amerîka bi tirkan re tevnegere?

Çima wê Amerîka, ji dêlva bi PYD/YPG û HSD re bixebite, Wê tercîha xwe li gel Tirkiye daneyne?.

A girîng ewe ku PKK, PYD/YPG vê fersendê nedin destê Tirkiye.

Dema ku em li helwesta PKK û hêzên bi ser PKK ve girêdayî dinêrin, PKK bi hemû tevdegerînên xwe alîkare ku ev fersend di destê dewleta tirk keve, ku di herêmê de gavek din bipêş de here.

Helwesta PKK li hember beşdarbûna Pêşmergên Roj ji bona parastina xaka Başûrê Roiavayê Kurdistanê, helwesta PKK li hember damezirandina eniyeke Kurd û Kurdistanî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê rê ji dagirkirina xaka Kurdistan re vedike.