Bi kurtî hin bîr û baweriyên di Mem û Zînê de

 

27/11/2018 - 09:59 Kategori Raman

Xwendevanê Mem û Zînê tê derdixe ku Xanî dest bi xelekek mezin kiriye ew jî xwedê û hikmeta afirandina gerdûnê û mirovan e. Pişt re dageriyaye xelekeke tengtir ku ew  xeleka mirovayetiyê ye û piştgiriya mirovan li ber xwedê kiriye û doza rizgarkirina  hemî mirovan ji agirê dojehê kiriye ji ber ku destê mirov  di gunehkariyê de nîne(helbet li gor baweriya Cebriyyetê ku Xanî pê bawer bû). Piştî van xelekên mezin û esasî Xanî derbasî xeleka kurdayetiyê dibe û halê kurdan tîne ber çavan. Li pey wê êdî derbasî çîroka xwe dibe. Dest bi pesnê mîrê Botanê dike. Herdu xûşkên wî  bi xameya xeyalê xwe dikêşe û dadigere ser herdu hevalên hev Mem û Tacdîn  û çîroka evîna herçar yaran(Mem û Zîn. Tacdîn û Sitî)bi hunereke bilind li qelem dide. Û di nav çîrokê de jî gelek bîr û baweriyan tîne ziman çi li ser zimanê karekterên xwe  û çi jî  di dawiya her beşekî de ku nivişkê baweriyên xwe bi xwe dibêje. Dawî dîsa Xanî ber bi jor diçe  xwe digihîne xeleka mezin û  nêzîkî pirsên felsefî yên mezin dibe. Çawa bi Cebriyyetê(bêviyanî) dest pê dike wisa jî destana xwe bi Cebriyyetê dibe dawî.

Di pêşgotinê de Xanî daye ser şopa klasîkên eceman  û pesnê xwedê kiriye mîna afrênerê gerdûnê. Qala afirandina Adem wek nimûneyekî  ji afrîdeyên xwedê kiriye ku hemî tişt di xizmeta wî de ne. Ehmedê Xanî dibîne ku hebûn tev de  pencereyeke ku ciwaniya xwedê û hêz û şiyana wî dide xuyakirin. Loma jî mirovan û her afrîdeyî bêşiyan û bêvîn li ber irade û vîana xwedê dibîne. Vê baweriyê ji xwe re dike bingeh û Iblîs(şeytanê mezin ku hişt Adem û Hewwa ji bihiştê derkevin) ji gunehê sernetewandina  ji Adem re bêrî dike û dibêje ku destê wî tê de nebû(vegera şiroveyan). Pişt re wekî her klasîkekî behsa mezinahyia pêxember Muhemmed dike, hinekî ji jînenigariya wî  tîne ziman, mûcizeyên wî dide xuyakirin  û bi balkêşî tê ser mijara Mîracê lê ne mîna mûcizeyekê. Ew Mîracê wekî bûyerke ku hêj neqewimî be tîne ziman û dozê li pêxember dike ku xwe amade  bike daku hilkişe ezmanan û here ber destê xwedê. Lê ew vê dozê li pêxember dike ne ku here fermanên xwedê ji bo mirovan bîne. Ew dibêje here van pirsan jê bike. Û çend pirsên giring û felsefî ku bala mirovan dikişînin  li ber destê pêxember radixe.

Tiştê balkêş ew e ku Xanî yê bi cebriyyetê bawer û dibêje hîç mirov ne bi destê xwe ye, sed û heştê dereceyî dizîvire û nerînên wî têne guherîn dema  mijar dibe mijara bindestiya kurdan. Li vir êdî Xanî bi vîn û irade û şiyana milletan bawer e. Ew  dibîne ku milletek dikare qedera xwe biguherîne eger bixwaze  û dest bihavêje şûr!(Maliak 215).

Xanîyê ku hîç vîn û hêzê di mirov de nabîne li ber hêz û viyana xwedê, êdî bi hişekî vekirî dirame. Li bingehên bindestiya kurdan digere û serpoşê ji ser hoyên mana kurdan ya bê dewlet radike.

Li vir hêjaye ku em wê hedîsa di destpêka Şerefnameyê de bînin ziman. Ew hedîsa ku dibêje pêxember nifir li kurdan kiriye ku hîç nikaribin bibin yek. Wa diyar e ku ev hedîs di nav kurdan û xeyrî kurdan de belav bûbû heta ku Şerefxan ew di kitêba xwe de wekî rastiyekê aniye. Şerfexan jî ev hedîsa nerast ji jêdereke osamnî(tarîxa ku Se´deddînê mamosteyê sultan Murad daniye) wergirtiye. Ev hedîs jî li gor baweriya Xanî (Cebriyyetê) ye. Yanî kurd li gor daxwazeke xwedayî wisa bêdewlet û neyek mane!  Lê em bala xwe didin Xanî ku ew hîç li vê hedîsê ewle nabe, baweriyê pê nayne û wê dihavêje pişt guhê xwe! Doza yekîtiyê dike û çareyên mentiqî ji bo pirsgirêkên kurdan dibîne. Ew nabêje ku xwedê wisa kiriye  ka em jî stûyê xwe radin û bi qedera xwe razî bibin. Lê şert û mercên hilbûneke dîrokî datîne û dibêje ku serokekî xurt û mezin divê ku bibe xwedan tac û text, hêz û şiyan û vî gelê bindest bide pey xwe û wî li ser piyan rawestîne. Li vir şêweyê cuda yê ramangeriya Xanî eşkere dibe. Ew li kurdan dinêre mîna  beşek mirov ku xwedan hêz û hîkarî û tîn in. Dikarin roleke mezin di guhertina dîroka xwe de bilîzin. Dikarin qedera xwe ya reş  biguherin. Ew kurdan mîna milletekî ji bendên qederê rizgar, dibîne. Ji bo vê jî ew berê xwe nade xwedê, duayan nake ku gelê wî ji bin destan derîne(di gel ku ew ji xwedê dixwaze ku mirovan ji dojehê bisitirîne). Ew yekser berê xwe dide gelê xwe û mezinên gelê xwe ku bi destê xwe xwe azad bikin. Ew hîç ne li hêviya (Çareyên ezmanî) ye, lê ew li erdê li çareyan digere.

Lê dema ku Xanî behsa mirov wek nirxekî  û hebûneke taybet di gerdûnê de dike, wî bi yekcarî bê vîn û irade dibîne.  Wa diyar e ku Xanî dixwaze bibêje ku mirov bi tena serê xwe hêza wî nîne tu guhertinan bike. lê dema ku dikeve nava civakê  êdî dibe xwedan rol û viyaneke serbixwe. Dikarim bibêjim ku ev herdu astên fikirandinê li ba Xanî ne nakokî ne û nayê wê wateyê ku gotinên Xanî li hev nayên û ne mîna hev in. Lê di baweriya min de  dema wî derdên milletê xwe anî ziman, mîna sosyologekî fikiriye. Û dema ku behsa mirov wekî hebûneke serbixwe yan afrîdeyekî xwedê kiriye, mîna fîlosofan fikiriye. Di vir de ew mîna  EL Me`errî yê şairê ereb e(şairê kor yê ku leqeba wî fîlosfê şairan û şairê fîlosofan bû). El Me`errî digot ku xoyên mirov û kiryarên wî û sinç û exlaqên wî ne bi destê wî ne û ew mecbûrî wan e. Lê dema ku wî zor û sitema desthilatdaran didît , berê xwe dida desthilatdaran bi xwe û digot ev zor û sitem sûc û gunehê wan e  loma jî wî serhildana di rûyê wan de pêwist û rewa didît.