Başûrê Kurdistanê dê çi bide me???

12/10/2018 - 14:59 Kategori Raman

Berî her tiştê divê em kurd vê yekê baş fêr bibin ku em bi salanin bê dewlet, bê maf û bê azadî dijîn. Nebûna van jî kurd ji qalibê Kurdistanê derxistine û kirine tiştekî din. Çawa?

Heger ne weha ba hemî kurdan bi yek dengî, bi yek armancê û bi yek hedefê pêwîst bû ku Başûrê Kurdistanê û azadî û hebûna wir biparastana.

Ji ber ku miletekî bindest, xelkî bê dewlet tim dibin hedef û armanca êrîşan. Tim tade û zilm li wan tê, tim weke tenê bin dijîn. Helbet ev jî ne rehet in.

Heger dewleteke me kurdan heba, heger em jî weke kurd li ser vê erda cihanê xwedî dewleteke serbixwe bana, wê tu kesan nekarîba tade û zordarî li me kurdan bike.

Îro di rewşa niha de tenha şanseke me kurdan heye ku ew jî divê em bi hemî hêz û quwata xwe piştgiriyê bidin Başûrê Kurdistanê da ku wir bibe, serbixwe û dewleteke kurdî, li gel al û hêjayiyên kurdewarî bixin nav dewletên cîhanê.

Lewra jî divê kurd vê bikin  û bibin xwedî dewleteke kurdî. Heta ku kurd nebin xwedî dewlet dê tim bindest bin û kî bixwazin wê tadê li wan bikin.

Niha piştî azadiya Başûr Kuristanê û heta niha em dibînin ku wir ji bona dewleteke kurdî ragihîne, gav bi gav karên hêja û asasî dikin. Nêzîkayê li dewleteke kurdî kiribû lê me dît ku ev bi xweşa dagirkeran neçû, li gel hevalbendên xwe ji bona wê hêjayîyê têk bibin çi kirin em hemî bûna şahîdê wê yekê.

Heger em kurd vê carê jî weke gelek caran rêya xwe şaş nekin. Bi hemî hêz û qawetên xwe ji bona ragihandina dewleteke kurdî ya serbixwe kar bikin. Ji bona vê armancê hêza xwe bikin ji bona parastina Başûrê Kurdistanê.

Em weke kurdên din xet û rêya desthilatiya Başûrê Kurdistanê ku ji bona dewleteke kurdî kar dikin, biparêzin.

Ji roja perçebûna welatê me û heta niha em weke kurd tim li dij hev rabûne. Kesên hêja û zîrek di nava me de derketibin jî gelek ji me kurdan tim jî li hember kesên weha rawestiyanin da ku ew jî bi ser nekevin.

Lê em ne fikirîn ku biserneketina brayê min ya  min e jî. Ji ber vê ye ku tenê weke kurd bi nifûsa xwe zêde bi erda xwe fireh bê dewlet û maf dijîn.

Lewra li ser me her kurdekî ferz e ku em ji bona Başûrê Kurdistanê bibe dewlet çi ji me kê çi hat divê me wê bikin.

Ji ber ku bê dewletî mirin e, êş û azar e. Em kurd jî bi salan sal in ku vê êş û azarê dibînin û dikişînin. Çareserî tenha dewletbûn e û ev şansa kurdan niha tenê li Başûrê Kurdistanê ye.

Çawa ku ii bona tunekirina kurdan her çar dagirkerên me tim dibin yek û nakokiyên nava xwe didin alîkî da ku kurd tu mafan bi dest nexin. Divê em kurd jî di vê dema nazîk û girîng de, pêwîst em hemî ji bona ragihandina dewleteke kurdî kar bikin. Yek bin li hev bikin da ku vê daxwaza bi salan pêk bê.

Ji bona vê jî yekiyeteke xurt, hevkariyeke berfireh ya kurdan lazim e. Divê ev ji Başûrê Kurdistanê de destpê bibe û li perçên din jî bikeve jiyanê.

Heta ku em nebin xwedî dewleta xwe, heta ku em ne li hev bin heta ku em weha ji hev bala wela bin, em ê jî weke kurd tu azadî, serxwebûn û dewleta kurdî nebînin.

Bi azadiya Başûrê Kurdisanê em  kurd ji nûde li kurdbûna xwe, li ruhiyeta xwe û li netewebûna xwe vegeriyan. Loma jî ji bona Başûrê Kurdistanê dewleteke kurdî ji bona me hemî kurdan ragihîne divê em bi hemî hêz û qawetên xwe ji bona wan bibin alîkar.

Bê dewletbûn mirin e, jibona em kurd bi temamî nemirin divê em jî weke her miletekî bibin xwedî dewleta xwe. Ev şansa me niha li Başûr heye û bawerim ne dûr di demeke nêzîk de em ê bi çavên xwe bibin ku êdî dewleteke kurdî ya serbixwe heye.

Agirê vê dewletbûnê li Başûrê Kurdistanê bi guleya ewil ya şoreşa îlonê pê ketiye û tê mezinbûye û her ku dihare mezintir dibe, êdî kes dê nikaribin vî agirî vemirînin.

Ya girîng ew e ku divê em bizanibin û fêr bibin ku Başûrê Kurdistanê wê dewleteke kurdî bide me kurdan. Ew dewlet wê bibe parastina hemî kurdan li seranserê cîhanê.