Ebadî, Erdogan-PKK û Şingal!

18/08/2018 - 11:12 Kategori Raman

Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgarîya cîhên ku Şingal têdeye û çiyayên derdorê mêze bikin, emê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.

Ji alî jeopolitik û jeostratejîk de Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayî ye. Ji alî bakur de nêzî Xabûr dibe. Di nava vê herêmê de bajarên biçûk wek Zûmar, Rebîa û hinek deverên din hene. Ji alî başûr de digihêje heta ser hidûdê Nînovayê û ji bakurê rojava jî digihêje ser hudûdê bajarê Al Kaîf.

Di herêmê de çiyayê Şingal, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şingalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûrîyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrol kirin.

Bînim bîra we; di “Şerê li hember Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîl bi roketên menzîldirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin. Ev jî tê wê wateyê ku çiyayê Şingal xwedî kontrolek leşkerî a stratejîya Rojhilata Naverast e. Ji bona dewletên herêmê wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye re xwedî girîngîyek mezin e.

Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan ev bû. Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixist li ser çiyayê Şingal, ne ji bona berjewendîyên kurdan bû. Ev hebûna PKK li çiyayên Şingal, xizmet ji îran, İraq, ji Tirkîye û ji Surîye re dikir. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikirin hebûn. Li gor pîlanek ku Şingal bi ser Kurdistan ve neyê girêdan û wek deverek xweserî ji İraq re bimîne, PKK li Şingal rol girt ser xwe û bi İraq û Heşdî Şeibî re ket nav hevkarîyan.

Piştî bûyera İxanetê a 16ê Cotmeha 2017an, milbimilaneya hêzên PKK û hêzên paramilîter yên Îran, İraq li ser çiyayên Şingal, ev rastî pejirand. Di dorpêça xaka azad a Kurdistan de, rolê van dewletan û bêdengîya PKK di vî warî de hevalbendîyê û armancên PKK bi van dewletên dijmin re li ser Kurdên Êzdî û Şingal dipejirîne. Bi hatina hêzên Haşdî Şaabî û İraq a Şingal re PKK ala Kurdistan daxist û ala İraq li ser çîyayên Şingal libah kir.

Pirsgirêkên ku ji roja DAİŞ êrîşî Şingal kirîye û heta niha PKK li Şingal derdixist û bikar tanî, xizmet ji vê stratejîya Îran û van dewletên dagirkar re dikir. Li pişt vê stratejî ya PKK, ev hêz û stratejîstên wan dewletan hebûn. Hêzên paramilîter yên îran (Haşdî Şaabî), İraq û yên PKK di herêmê de armanca wan ew bû ku Şingal nebe xaka Kurdistan û di destê İraq de bimîne.

Yên ku ev çend sale li çiyayên Şingal hebûna hêzên PKK fînanse dikirin, organîze dikirin, pirçek dikirin, yek hêz bûn. Mûçeyên Haşdî Şaabî û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ji yek destî dihatin dan û emir ji yek cîhî digirtin. Sebeba ku Haşdî Şaabî û PKK hêzên xwe kişandin ser Çîyayê Şingalê yek armanca wan hebû.

-Li gor raporta rojname ya (Şerqulewset) ku li Londonê hatiye belav kirin,

YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ku ser bi PKKê ye, ji aliyê heşdî şeibî ve mehane mûçe ji wan re tê dayîn. Dervey wê jî di heyama borî de efser û fermandarên sipaha pasdarên Îranê li Şingal ê serdana binke û baregehên YBŞê kirine, gotûbêja pirçekbûn û çekên giran kirine." Ji PKK re.

Di eynî rojnameyê de rêveberekî partiya Dewa Îslamî ya Nûrî Malikî di daxuyaniyeke bo rojnameyê de diyar kiriye;

“Piştî ku navçeya Şingalê û gundên êzdiyan ket dest PKKê, li ser daxwaza Malikî û bi hemahengiya li gel sipaha Pasdarên Îranê YBŞ ji aliyê PKKê ve hatiye ava kirin."

Di eynî rojnameyê de berpirsê Dawa Îslamî armanca YBŞ bi şîweyek zelal eşkere dike:

''Armanca avakirina YBŞê, vekirina serdestiya heşdî şeibî ye, li ser rêyên hişk ên di navbera Iraqê û Sûriyê de û bo gehandina piştevaniya leşkerî bo hêzên Îranê û milîsên li Sûriyê, ji ber ew rê pir stratejîke û pir giringe û Îran ji serdestiya Pêşmerge li navçeyê ditirse.'' Ev tirsa Îran, tirsek stratejîk e û ji bona ku Şingal biser Kurdistan ve neyê girêdan, PKK xistin Şingal û rîya PKK rewşa alozî û lîstikên ser Şingal û kurdên Êzdî berdewam bû.

Êrîşa Tirkîye a ser hêzên YBŞ derdixe ber me ku pîlanên Îran, İraq biser neketin. Bi hatina Serokwezîrê İraq Heyder Îbadî a serdana Tirkîye re, pîlanên têkilîyên İraq-Îran û PKK  şikestin xwerîye.

Êrîşên ku 15.08.2018an bi destê artêşa tirk a dijminê Kurd û Kurdistan hat ser Şingal, bi devê Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, pir zelal hat şîrove kirin. İbrahim Kalin weha dibêje:

 “Birêz Ebadî dema li Enqereyê bû, meseleya Şingalê bi hemû hûrgilîyan ve hate gotûbêj kirin. Em tenê bi İraq re li ser Şingalê gotûbêjan nakin. Ji zû ve ye di derbarê hebûna PKKê ya li Qendîl û Mexmûrê jî em digel Iraqê li ser paketeke berfireh a ewlekariyê gengeşe dikin. Hûn dikarin operasyona duh a li ser Şengalê, di vê çarçoveya wê paketê de binirxînin.”(!)

Mixabin; berdevkên KCK (PKK) wek hercar; têkilîyên xwe yên bi Dewleta İraq û Haşdî Şaabî re ji raya giştî a Kurdistan vedişêrin. Balê dikişinin ser PDK û Başûrê Kurdistan tometbar dikin. Di ANF de daxuyanî ya ku li ser navê KCK (PKK) hatîye dayîn de tê îdîakirin; "ev êrîş, li gor agahîyên ku di deste me de ne, PDK û hêzên hevkarên İraq ev agahî dane dewleta Tirkîye"(!) 

Mixabin hin çavkanîya agahîyan û hin jî îdîa aîdî KCK (PKK) ye. Ji ber ku têkilîyên Tirkîye û İraq vekirîne û her tişt li ber çava eşkere dimeşe.

Lê KCK (PKK) û çapemenîya wê bi zaniştî navê PDK û hikumeta Federal a Kurdistan di nav daxuyanîya bûyerê de tîne ziman. Tîne ziman ku; "Li gor agahîyên ku ji Şingal hatine, PDK yan jî derdorên nêzî İraq bi tirkan re bûne hevkarê vê kemîna dijî me"(!)

Lê agahîyên ku di destê me de didin nîşan ku tam tersê vê agahîyê; "dema ku firokeyên Tirkîye êrîş kirin, helîqopterên İraq jî çavdêrî dikirin li ser çiyayên Şingal"(!) Berdevkên KCK (PKK) bi zanistî vê vedişêrin!

Bi vê dezînformasyonê KCK (PKK) him têkilîyên xwe bi İraq, Haşdî Şaabî û bi Îran re vedişêre û him jî rewşa dawî a Tirkîye û İraq ji nirxandinê dûr dixe.

Ev tometbarkirina PDK û Başûrê Kurdistan ji hêla çapemenîya KCK (PKK) û berdevkên wê de, bi zanistî tê kirin û xizmetê ji karesatên stratejîk yên dijminan re dike. Ji ber ku çûna Serokwezîrê İraq Heyder Îbadî a serdana Tirkîye û mijar jî PKK bû. KCK (PKK) ev baş dizanî ku ne tiştekî veşartî bû jî.

Wek ku em dizanin: Bi êrîşên terorê yên DAÎŞ re PKK ket herêma Şingal. Hatina KCK (PKK) a Şingal jî li ser dijminatîya Başûrê Kurdistan û hêzên Pêşmergan hat meşandin. Ji bona li Şingal ji xwe re bingehê di nav Kurdên Êzdî de veke û vê stratejîyê bimeşîne, dest bi propaganda qahremanîyê kir. Di bin navê YBŞ de hêzek leşkerî ava kir. Ev hêz bi Haşdî Şaabî re hevkar, çek û mûçeyên xwe jî ji dewleta İraq digirt. PKK, demek dirêj bi İraq re hevpar tevdigerîya û dixwest ku herêma Şingal ji Kurdistan cûda bike û bi ser Dewleta navendî ya İraq ve girê bide.

Gelo çima İraq KCK (PKK) firot û îstîxbarat da Tirkîye?

Dibe ku ev konsepta PKK a ku "Şingal bi ser İraq ve girê bide û nehêle bi ser Kurdistan ve bêt girêdan û wek bingehek leşkerî ji Îran re bimîne"(!) bi ser neket, an divêtîya İraq êdî bi hevalbendîya KCK (PKK) ve nema?

PKK, ji dêlva ku li hember İraq û Tirkîye daxuyanîyê bide û êrîşa ser Şingal şermezar bike; di çapemenî û daxuyanîyên xwe de bal kişand ser PDK û Başûrê Kurdistan û têkilîyên dewleta İraq û Tirkîye ji nirxandinê veşart. Bi dezînformasyonan bingeha propaganda di nav Kurdên Êzdî yên Şingal de berfireh kir!

Helbet ev hewla KCK (PKK) karekî bi zanistîye û dixwaze her Başûrê Kurdistan bixe bin tometan û raya giştî a Kurdan bi dezînformasyonan serûbin bike. Her bûyera ku li herêmê diqewime, bi zanistî di bûyerê de navê PDK û Başûrê Kurdistan tîne ser ziman ku bi dezînformasyonan serê raya Kurd tevlihev bike..