Tam Wext e!

Te hz. Adem afirand ewila ewil. Dû re, ji zurîyeta wî, cur bi cur milet jê afirand. Weke qendîlê, yek ji yê din vêket, pir û geş bûn, li cî û cîhanê belav bû. Bi hev re têkilî danîn, şer kirin, pev ketin, koka hev qelandin, keç dan hev, xwîna hev rijandin, mal û malbatên hev tar û mar kirin.. Wiha dû dirêj dibe finêskên kurê adem..

Te her kes ji çilkek avê, ku ji dereke mehrem û eyb der tê, çêkir. Û bêguman ti kesê din ji ti madeya jê qîmettir, ser meselê ji zêr û zîv, ji aqût û almas, ji agir û nûrê.. neafirand. Weke tilîkên dest her kes di dilbê hev de.. Lê ji hev cihê, ji hev cuda..

Te benîadem bi gewde û goşt kir, wiha jî bi bi ziman û awaz kir, bi hest û hîs kir, bi ken û grî kir, bi nan û dahn kir. Ti ferq, li pêş mêzîna te yî hesas ya ku li gor pîvanên însanîyetê hatiye eyar kirin, tune bû. Ziman ziman e: Çi kurdî bû, çi farisî bû, çi erebî bû, çi îngîlîz, çi ûrisî.. Wek hev bûn. Mîna darên di nav daristanekê de li tenişta hev, bi hev re. Yek bêyî yeka din nabe. Bi tena xwe darek e ku ji hemû metirsîdarên derve re vekirî, ku bi hev re be dibin daristan ku xweştir, gewretir, çêtir, watedartir dibin..

Xwedê! Ev te ziman da me, û me jê re got 'kurdî', me yek kesî bi dil û riza dilê xwe zimanî hilnebijartiye. Me heya bi bîr bir, ev ziman di devê xwe dît tew. Ku careke dî ez werim dinyê, ser seran ser çavan, ne carekê sed carî ez dê dîse zimanê kurdî hilbijêrim. Le weke qebheteke sor ev ziman hema bigire li her deverê qedexe ye, nîşana nebaşiyê ye, sebeba biçûkdîtinê, qetlhelaliyê, kêmdîtinê, zilmlêkirinê, sirgûnkirinê, wêrankirinê, qetilkirinê...

Xwedê! Em bi qasî 40 mîlyon însanî; bi îslamê, bi êzîdîtiyê, bi xrîstaniyê, bi cihûtiyê, bi zerdeştiyê em 40 mîlyon nefer, evd, dest bi destmêj, dev bi rojî, bîrik bi zikat.. Me zilm li kesî nekir, me war û wargehê kesî xera wera nekir, me nav û navendên ti kesî bi helîkoptêra, bi jetên şer êriş nebir ser û me ti kun û hêlîn wêran nekir. Me ti çêlik di kun û hêlînê de bêhêvî, bêçare, bêzad û nan, bê şîr û şefqet nehişt..

Xwedê! Me rêwiyên rêya têr kir, bi nan û av kir, me xizan stare û germ kir, dilê wan xweş û geş kir, me bo riza te destê xwe da ser serê êtim û sêwiya, me piştevaniya bêtişta kir, em li ber zor û zordestiyê çik sekininîn, me li ber zilm û rezîlîyê serî rakir! Me serî netewand li hember însanên bi hebûn û tunebûna xwe pênç quruşî nekir.

Xwedê! Me her bo umeta te xwîdan vemalt, zend û bend hilkir û me da dû rêya û riza te. Hesp bezand, zikat da, ala cîhadê hilda. Me li ser hespên bi çargafa dibeze şûr û mertal hilda û me heya nefesa dawîn cîhada bo te kir. Me sîng da ber devê tank û topan, zirxpoş û çekên pêşketî..

Ez nikarim bêbijim ku em ji rêya û qaîdeyên şerîetê derneketinin, lê Tu her tim li ser zar û zimên, li ber çav û di dilê me de bûyî! Heya nîvê şevê em çû şujdê, tilîkan hebê tizbîyê kişand.

Xwedê! Li kî derê be bilaqe, ferq nake, qetla hemnijadê min hatiye helal kirin, xort û xamayê wan, kal û pîrê wan, zar û zêçên wan, mal û canê wan, namûs û şerefa wan, iyal û yara wan kengî bixwazin wê wextê, bi fetwa û weaz, bi sond û derewa, bi dek û dolaba dadixin asta gêwirekî, dadixin asta hêsîr û dîlê cengên ku navbeyna dijminê dînê îslamê re hatiye kirin.

Kurdbûnî ne tiştekî eletewş e! Kurdî ne zimanekî beredayî ye! Kurd ne gelekî bêkok û esas û binyad e! Kurdîstan ne welatekî feqîr, biçûk, erda wî beyar û bêber e!

Xwedê! Xwedê! Me pir gef û cefa dît, me pir sixêf û çêr û peyvên nexweş bihîst, gelekî bi şeref û heysiyeta me hate lîstin.. Xwedê! Gelek ji me çavê wan li rêya rehmeta te qerimîn, berî dan rêyên çewt û berovajî. Gelek ji me hê li hêviya alîkarî û ardima te ye. Kêr giha hestî ya rebbê rehîm! Ya Heqê ji dadmendiya têqûz şaş nabe, ya hakimê xwedî hîkmetên aqilê mirov nabire! Bes e êdî! Tam wext e! Li Efrînê wext e, li Amedê wext e, li Kerkûkê wext e, li Şingalê wext e! Ho semî'ê her cure diayan dibihîze! Qebûl bikî ya heq!