Kurd Çima Naxwînin?

Xiyala xwe bidin civaka Kurdan li Bakurê welêt, hinekî ji xwere biponijin, li derdora xwe temaşe bikin û destê xwe deynin ser wijdana xwe; bi rastî hûnê wê gavê pêrgî rastiyên civakame yên ku tehlin, him ji bona xwe û him jî ji bona mirovên Kurd bibin. Weke kurdperwerekî hûnê çawa van rastiyan şirove bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Hûnê li derdora van rastiyên civaka me li hev bigerin, nêzikî hevdû bibin û helwestên mirovên Kurd bixwazin veşerin an na? Hûn dê ser tiştan, pirs û pirsgirêkan bixwazin binuxwimînin an na? Hûn dê bixwazin rastiyan berovajî tranformeyî nava siyasetê bikin an na? Hûn dê bixwazin bêdeng bimînin an jî hûn dê bixwazin bi rastîyên civaka xwe re rû bir û bibin an na?

Belê, di civaka me de tu ji kê bipirsî; wê ji were qala giringiya ziman û kultura Kurdan bikin. Wê ji mirovên derdora xwe re qala giringîya zimanê dayikê bike. Bêşik wê qala zimanê perwerde bi Kurdî bike, wê qala nasnama Kurdan bike, wêqala edebiyata Kurdan bike, wê li ser Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û Tirêj û hwd. çiwalekî gotin bibêje. Wê qala giringiya axavtin û nivîsandina bi Kurdî bike. Wê bi dengekî bilind bibêje; ku zimanê Kurdi winda bû, an jî hate jibirkirin, ku Kurd ji aliyê ziman de asmilê bibin, wê doza gelê Kurd vemire, nemine û hwd.

Lê di vê navê re zimanê Kurdi çiqasî tê axavtin, kedkarên zimanê Kurdi di nava civakê de çiqasî xwedî qîmetin, civak çiqasî li nivîskarên xwe guhdar dike, çiqasî berhemên wan dixwîne, ev helwest jî baş nayê niqaşkirin. Di vê mijarê de bêdengîyeke xayîn li pêşberi me ye. Ev bêdengî divê were qelişandin û Kurd ji hevdû hesaban bipirsin. Em bi hevre dikarin çi bikin? Rêxistinên siyasî, yên sivil, rewşenbir û niviskar, weşanger dikarin bi hevdû re çi bikin? Ma em hemû bi hevdû re ne hewcedarên Platformên Kultur û Zimanê Kurdî ne? Hevkariyeke madî-manewî em ê çawa bikaribin organize bikin?

Divê ev pirs û çareseriya wan bi hevdû re û bi dildarî bikevin nava rojeva Kurdan.

Belê, ne ku ez dixwazim nostaljiyê derxinim pêş, lê belê nifşê siyaseta Kurdi ku beriya 12 Îlonê çalak bû, bi rastî jî di aliyê xwendin û niqaşên fikrî de gelekî li pêş bûn. Qayîş û berberiyeke fikrî û teorîk hebû. Her kesî dixwend û beşdarî niqaşên ramanwerî dibûn, zanebûn xwedî qimet bû, mirovên nezan nedibûn pêşeng, rêber, berpirs, rêvebir. Vê helwestê tevgera Kurdan pêş de dibir, pileya hişmendiya siyasî û teorîk bilind dibû û bi hezaran berhem jî dihatin afirandin. Bi sedan pirtûk, kovar, rojname dihatin weşandin, dihatin xwendin, dihatin belavkirin, dibûn zanebûn û di nava siyasetêde cihê xwe digirtin. Çalakvanan ev berhem bi careke re -tevî rastî û şaşiyên wan- dadiqûrtandin û derdiketin mazata xebata siyasî û rewşenbîrî.

Lê îro li Bakurê wêlet qelsiyeke xwendin û axavtina bi Kurdî heye. Rewşa Kurdan xerab e. Kurd ji nirxên xwe yên bingehin bidûrketine. Di rewşeke wilo de bi tevahî tişt tên gotin lê ev gotin bi pêwistî nayên bi cih kirin. Çewçew ketiyê rojeva civaka Kurdan û qimeta zanabûnê jî nemaye. Cahil şîretan li rewşenbîr û nivîskaran dikin! Ango gelek tişt berovajî bûne.

Berê dihatê gotin ku zanebûn desthilatdarî ye, niha dewlemendî û nezanî bûye desthilatdarî. Niha berjewendîparêzî û şelefî bûye desthilardarî. Her kes bi qasîşelefî, nezanî û dewlendiya xwe bûyê xwedî gotin. Canbaziya siyasî û sivikbûna civakî bûnê sixletên sereke di xebatên rewşenbirî de. Yên ku perê wan hebin di her warî de quretiyan dikin, derfetên siyasî bi dest dixin, yên ku şelafiyan dikin jî nanê xwe di nava satilên hingîv dadikin.

Ango aşê me çûyê û em jî bi dûv çeqçeqê ketine!

Vêca, Kurdperwerîyeke bê zanebûn û bê helwestên etîk nikare bi hûtên Rojhilata Navin re têkeve nava berberiyeke sîyasî. Divê tevgirêdanê de civaka Kurdan divê nirxên xwe yên dîrokî, civakî, kulturî derxinê pêş û li wan bi baldarî xwedî derbikeve. Xwe li miqabilî bahozên asîmilasyonê ragire. Ji bona jiyan û siyaseta Kurdî, nirxên Kurdperweriyê ji xwe re bike bingeh. Pêşî devê derîyê mala xwe, nav mala xwe paqij bike û ji mirovan re bibe mînak. Dûv re jî, bêşik û mitale divê mertalê Kurdan ji bona pêşeroja welêt nirxên Kurdperweriyê bin.

Ji ber vê yekê, Kurd divê bixwînin, divê bi hevre biaxivin, divê canbazî û şelefî ji nava Kurdperweran bar bike. Divê zanebûn û taybetmendiyên erenî bibin nirxên sereke di nava siyaseta Kurdperweran de. Divê em hemû bi hevrê rê û rêçikan li ber Kurdên jîr û jêhatî vekin. Xwedî li wan derkevin. Divê em hemû bi hevdû re, hevbeş û bêcudakirin xwedî li nirxên welatê xwe derbikevin.

Di Kurdperweriyê de divê hesûdî, zikreşî, bêbextî tune be. Siyaseta ku qerpalî be û li ser nirxên neyînî ava bibe ne bi kêrî xwe tê û ne ji bi kêrî doza welatê xwe tê. Di siyaseta Kurdperwerde quretî û qerpalîbûn, nirxên neyenî asta siyasetaKurdan nizm dike. Siyaseta ku bingehê xwe ne li ser zanebûnên ekonomî, kultur, ziman, dîrok, felsefe, edep, bajarvanî, îdarî, hûqûqî bigire, civaka xwe baş nasneke wê di pêşerojê de nikaribe bi ser bikeve. Em hemû dizanin û dibêjin ku siyaset ne ji bona listikên siyasî ye, siyaset ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Rastiyan û encamên siyasî di dîrokê de heta niha wilo formata xwe girtine. Ji ber vê yekê divê Kurd xwe di her warî de têkûz bikin, divê bixwînin, derdora xwe bibinin, xwe nas bikin, baş li hevdû guhdar bikin, xwedî li zanebûnê derbikevin û qimetê bidin nirxên sivilayetî û hemdemî.

Di vê tevgirêdanê de medya Kurdî xwedî roleke sereke ye. Medya divê pirsên civakî derxîne rojevê. Divê pirsên kulturî derxine pêşberî mirovên Kurd. Divê kovar, malper, weşanxane, rojname, tv ji bona ku xwendinê pêş de bibin çalakîyan watedar bikin. Programanan li dar bixin. Divê pirtûk werin danasîn, niqaşkirin, stratejî werin formulekirin, bi nivîskaran, mamosteyan, rewşenbiran re gotûbêj werin kirin. Divê Kurd fikir û ramanan di nava xwe de baş niqaş bikin, ne listikên sîyasî û êrişkirinên şexsî.

Eger ku em wilo bikin, wê magazina siyasî li himberî mezinbûna doza Kurdan gav bi gav, roj bi roj biçilmişe û asta siyaseta Kurdan berz bibe. Wê gavê em ê têkevin ser rêya ronahî û sivîlayetiyê.

Ji bona ku em bigîhêjin vê encamê, divê em xwendinê stîmule(teşwîq) bikin, qimet bidin zanebûnê, fikir û ramanan niqaş bikin, derfetan pêşkêşî mirovên jêhatî bikin û rê li ber Kurdperweriyeke jîr vekin.