Bi qonaxê re hilkişiya bejna zirav şevqa wî da Lowît Axa..

Çi mîr û çi axayên Kurdan li ber dijminên bav û qalan bertek dane. Navên gelekji wan jî di nav demê de winda bûne çûne. Hew yên ku navê wan wek efsaneyekî di nav gel de belav bûne man.  Lê gelek nav jî  bûne ax. Ne navê wan ne jî têkoşîneke ku li ber dijminên xwe dane  mane. Ew navên ku li ber dem winda bûne hew li dewerê ku jiyanê hatine bi lêv kirin. Mezinên gundiyan  yan  jî mezinên wê deverê, behsa mîr û axayan dikin. Helbet ew jî ya ji hinekan bihîstine  ya jî bi çavên xwe ditîne. Ji axayên Kurdan yek jî bi navê Lowît axa bûye. Behsa axayê veşartî; dîsa mezinên wî gundî dikin.

Bi navê Perîxan xan; dema behsa Lowît axayê dike keserekê dikişîne.  Wê bixwe jî ji dapîr û bapîrên xwe bihistiye. Emrê Perîxan xan jî  70ê  ye. Ji bo wê bûye destaneke zaroktiyê.  Bi esqêkî navnetewî behsa Lowît axa dike.  Çavê wê tije hêsir dibe û dest bi behsa qehremantiya Lowît axa û malbata wî dike. Lowît axa li aliyê devera Amedê jiyaye. Gunde bi navê qalxana (Yolköprü) ku girêdayê navçeya Erxanî ya Amedê ye jiyaye.  Bi gotina Perîxan xan, Lowît axa him ji aliyê aborî ve him jî ji aliyê mirovatiyê ve gelek dewlemend bû. Taybetiya Lowît axa li dewera qalxanayê hebû. Lewra  Lowît axa di dema dewleta Osmanî de li ber Osmaniyan  serî radike.  Dest bi serhildanê dike. Bi wan re dikeve şer, naxwaze di bin qontrola Osmaniyan de bijî. Dixwaze xwezayiya qewma xwe biparêze.  Ji ber wê yekê jî bi  lêşkerên Osmaniyan re demekê şer dike lê axayên wê deverê alîkariya wî nakin. Lê ew bi tena serê xwe li ber xwe dide.  Lêşkerên Osmaniyan demeke dirêj diavêjin ser  wî , demekî şer dikin û li hemberê eskerên Osmanî têdikoşe , lê pişt re leşker devjê berdidin û durî  gundê wî dibin.  Osmanî  ji xwe  dever aliyê Lowit  axa  girêdayê  tar kirine.   Lê Lowît axa ev qebûl nekiriye û ji ber wê yrkê jî tim bi wan di şer kiriye.  Ji bo ku xwe biparêzê ji xwe re hêzeke leşkerî jî amade kiriye. Ew di aliyê şer de fêrî xwe parastinê  kirine.  Li gor gotinan 60 siwariyên lêşkerê Lowît axa hebûn. Bi şêst leşkerên xwe  li dijî Osmaniyan li ber xwe daye. Lêşkerên wî hemû jîr û jêhatî bûne. Qet gulêyên xwe vala neavetine. Ji ber wê jî ji bo lêşkerên wî gotine çav gur in. Lowît axa li cem xwe gelek mirov  xwedi kirine. Ji ber ku gelek dewlemend bû. Dijminên wî jî  ji ber vê yekê pir bûn.Carna bi hinek eşiran jî şer kiriye.Li ber neheqiyê  tim derketiye.  Hinek dengbêj jî xwedî kirine. Lewra piştgirî daye çand û klamên  Kurdî.  Wî bixwe jî carna sitran gotine  û  helbestan nivîsîne.  Hinek gotinên ku li ser wî hatine gotin li ser zimanê gundiyan hîn jî hene .Gotineke hêsan wek mînakek;  Bi qonaxê re hilkişiya bejna zirav şevqa wî da Lowît axa û hwd.

Dengbêjên wî  gundî li ser  buyerên  wî klam  gotine. Dengêbêjên wî yên taybet jî hebûn. Carna şevbêrkan çê kiriye û gundî li diwana xwe kom kirine û ziyafet dane û dengbêjên wî ji bo wan gotiye. Lowît axa zewicîbû, li gor gotina Perîxan Xan; dora 4 jinên wî hebûn. Lêbelê cudahî nexistiye navbera hevserên xwe de. Tim li aliyê mazluman  bûye. Ji ber ku zarokê wî çê nebûne  4 jin anine. Ji jina dawiyê sê kurê wî çêbûne.  Bi navê Haqî, Mehmet û Kejo sê kurê wî çêbûne. Rojek ji rojan Lowît axa tê qesra xwe ku dibîne jina bermaliya wan û hevserek wî pevdiçin. Li wan guhdar dike û biryar dide ku bermaliya wan mafdar e, jina xwe ji balkona qesra xwe diavêje û wê dikuje. Ji ber vê tevgera wî navê wî datînin axayê li aliyê mazluman. Ev navê wî di nav gund de bi vî rengî tê bilêv kirin. Lowît axa mirovekî bejin zirav û bi heybet bû .Dema siwarê hespê bû, hespê wî her carê rabûye ser herdû lingan.Ev gotin jî li ser zimanê gundiyan e.Lowît axa piştî demekî nexweş dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Qesra Lowît axa hîn jî li gundê qalxana yê ser piya ye. Kurê Lowît axayê  ku bi navê Haqî axa jî di ser rêya bavê xwe de dimeşe. Ew bi xwe jî hinek gotinan dinivsîne;

Tu bi şekir bî te tam nakim

Tu bi gul bî te bêhn nakim

Tu bi xanima Şêngul bî te mar nakim û hwd.