Felsefe ango Rêbaza Barzanî

Felsefe nêrîn û ditînek li dinyê ye. Loma jî nerîn û dîtina her miletekî xwe li gor felsefa xwe bi rêz û rêxistinî dike. Li cihanê du felsefe hene ku tim bi hev re di nava şer û pevçûnan de ne. Yek felsefeya serdestan û ya din jî a bindest ango yên feqîr û welatên ne azadkirî ye. Loma roja ku li dinyê çîn peyd bûye û heta roja îro ev herdu felsefe bi hevre şer dikin ku yek tim dixwaze ya din têk bibe. Bi kurtasî li gor min felsefe ev e.

Yanî her miletek xwediyê xwe û felsefeyekê ye. Loma her gel dibe xwediyê xwe û rêbazekê. Belê heger em felsefê weke kurd û bi kurdî bi nav bikin, li gor min ew dibe rêbaz. Yanî her çîn û gel xwe li gor rêbazekê bi rêz dikin. Miletên bê rêbaz zehmet e ku bikaribin jiyana xwe weke milet berdewam bikin. Miletekî bê rêbaz zehmet e ku bikaribin zincîrên koledariyê biqetînin.

Lewra jî dibêjim; ji roja perçebûna Kurdistanê (1639) û heta azadiya başûrê welatê me, tim gelê me di nava şer û pevçûnan de bû ye. Ev şer û pevçûn li perçên ne azadkirî hê jî berdewam e. Hemî serîhildan û berxwedan ji bona azadiya Kurdistanê bû ne. Lewra jî gelê me her xwestiye zincîrên dagirkeran biqetîne lê nikaribû.

Çima nikarîbû? Ji ber ku bê rêbaz ango felsefe bû. Loma zehmet e ku mirov bê rêbaz welatê xwe azad bike. Lê em dinêrin ku başûrê welatê me di 1991an de hate azadkirin. Gelo çi ferqa vî perçî û yên din hebû ku ew hate azadkirin û yên din hê jî neazadkirî ne. Belê ya girîng ev e û min xwest di vê nivîsa xwe de vê vekim da ku em bi hevre bizanibin ku çima û çawa Başûr azad bû?

Ji xwe pirs ji vir destpê dike û divê em jî ji vir dest bi meselê bikin da ku çima heta niha bi tenê Başûrê Kurdistanê hate azad kirin. Mebesta min jî di vê nivîsê de wê ev be. Ji ber ku yê başûr azad kirîbû tenê ne kes û şexs in. Yê başûr azad kirîbû tenê ne mêr, mêrxwas û canik bûn. Yê başûr azadkiribû ne tenê serîhildan û berxwedan bûn.

Her çiqasî rola wan hebûn û erkekî baş pêk anîne. Ji xwe ji bê wan ne tekoşîn tê dayîn û ne jî welat têne azadkirin. Lê ya asasî û sereke ew ku başûrê Kurdistanê li gor rê û rêbazekê, ango felsefeyekê û serokekî neteweyî hate azadkirin.

Yê Kurdistan azad kir di eslê xwe de ew rêbaz û ew serokatî bû. Ya ku divê em li ser rawestin ev e. Ya ku divê em lêkolînan li ser bikin ev e. Ya ku zora dijminê xwînmij, qatil û zordar biriye ev e. Ev çi ye? Ev çi hêz e? Ev çi qudret bû ku başûrê welatê me ji nava ewqas dijmin û xêrnexwazan azad kiri bû?

Belê ev ji ber hêza wî serok û rêbaza ku wî ji bona gelê xwe xulaqandibû ku welatê me pê hate azad kirin. Ew jî rêbaza Barzaniyê nemir ango felsefaya wî bû ku îro em kurd bi saya wê li cihanê bûn xwedî welatekî azad û demokratîk. Qehremaniya pêşmergeyan ji ber wê rêbazê bû. Hevgirtina gel ji ber wê pêk dihat. Ew bawerî bû, ew hêz bû, ew hebûn bû ku gel jî xwe li gor wê bi rêz kir, qehramanî kir. Ji ber ku pêşmêgeyên qehraman ji wê rêbazê bawer dikirin loma jî ji bilî azadiya welêt tu tiştekî din nedifikirîn.

Dema em li dîrokê dinêrin tê dîtin ku ji sala 1900î Barzaniyan li gor bîr û baweriyên xwe yên welatparêzî hêdî hêdî gelê me dikirin xwedî rêbazek ango felsefeyekê. Barzaniyan di hemî tekoşîna ji bona azadiya gelê xwe de rêbazek li gor tecrubeyên bav û bapîrên xwe ji bona me kurdan hêdî hêdî dixuliqandin.

Vê rêbazê gav bi gav di jiyanê de cihê xwe girt ta ku xwe gihişt Barzaniyê nemir. Lê wî jî ew rêbaza di jiyanê de pêk dihat kir rêbaz ango felsefe û pêşkêşî gelê xwe kir. Aha yê em kirin xwedî welatekî azad ev rêbaz bû. Ev felsefe ye ku divê em kurd, wê baş binasin, wê bizanibin û bidin zanîn. Em bidin zanîn ku dema em kurd, bûne xwedî rêbazekê, perçeyekî welatê me jî xwe li gor wê bi rêz kir, bi rêxistinî kir û xwe ji bin zordariya dagirkeran azad kir.

Divê em jî bîr nekin ku her welatek xwediyê xwe û rêbazekê û serokekî neteweyî ne. Loma divê em kurd jî weke welatên cihanê bijîn. Ji ber ku em jî xwedî rêbaz û serokekî neteweyî ne.

Lê em kurd bi awayekî gelemperî vê rêbazê baş nasnakin. Her çiqasî em Barzaniyê nemir weke serokekî neteweyî dizanin û nas dikin jî divê em felsefeya wî ango rêbaza wî bêtir binasin û wê bidin nasîn. Divê em bi çûk û zarokên xwe bi vê rêbazê mezin bikin da ku ew jî bi rûhiyeteke neteweyî bi bîr û baweriyeke welathêzî bikaribin xwedî li welatê xwe derkevin. Em xwedî rêbazekê ne û pêwîst e ku hemî kurd vê rêbazê baş binasin.

Heger îro çiqasî tevlihevî hebe, çiqasî dagirker û hevalbendên wan bixwazin başûrê Kurdistanê bi temamî têk bibin wê bi sernekevin. Weke min li jor jî behsa vê kir ku miletekî xwedî rêbaz, ne mumkune ku bi temamî têk here.

Ji ber vê rêbaza Barzaniyê nemir ji bona me danîye, wê di demeke ne zêde dirêj de başûrê Kurdistanê bighêje serxwebûna xwe û wê ala Kurdistanê di nava alên cîhanê de bê hildan.Bi sebir bin û xwedî li rêbaza xwe derkevin da ku em kurd jî bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.

Vê rêbazê ji me re welatekî azad û wê biba serbixwehişt, lê bi saya xaînên nava me, bi saya kesên li dij vê rêbazê, bi xencerên jahrî li pişta kesên girêdayî vê rêbazê bûn, xistin. Lê serketin wê ya vê rêbaza ku kurd bi guh, bi çav û bi ziman kirî ye, be.