Prensîb û Jiyan

Çalakiyên bêprensîb weke jiyaneke bêarmanc in. Jiyaneke bêprensîb weke xwarineke rij e, weke nanekî bêxwê ye, weke şorbeyek nekeliyayiye, weke fikiyekî negîhayiye. Em baş dizanin ku prensîb wate didin jiyanê. Gava ku jiyan bêprensîb be, cudahiya mirovan û teban zêde ji hevdu namîne. Mirov qerpalî dibin. Jiyan kêfî dibe, pîvan winda dibin. Mirov, biprensîbên xwe û têkoşînê ji bo wan dikare civatan pêş de bibe, şaristaniyan ava bike û hewcedariyên mirovan bike bingehên jiyanê. Civak wê demê li ser himê demokrasî û beşdarbûnê, li ser nirxên weke azadî û wekheviyê xwe di guherine û dibe nimûne ji bona hevbeşiya mirovatiyê.

Prensîb di hemû warên jiyanê de hene. Ev prensîb civakan liser lingan dihelin, zanyarî û exlaq pêşde dibin, zanebûn, berhem, huner û kultur diafirinin. Avanî û stûnan ji çalakiyên mirovî re datînin. Şikil û şemalekî pêşkeşî mirovan dikin û jiyana civatî pêşde dibin. Gava ku prensîb di çalakiyan de tune bin, keda mirovan wê demê dikare li ber ba biçe û negîhêje armanca xwe. Bi haweyekî din em dikarin vê rastiye wilo bibêjin, mirov tev dikeve û tev radibe; ango çalakî bernade û keda mirovan bertelef diçe. Aktorên çalakiyan wê gavê li destpêka xwe vedigerin, dicihê xwe de dihejmerin, tu berhemên siyasî û civakî nikarin biafirînin…

Çalakiya mirovî wê gavê dibe weke gûv gûva ba, weke aşekîku vala bigere, gelekî deng derdixe lê arvan nahêre…

Encamê wê rastiya hanê wilo dikare bê bilêvkirin; navekî giran û mezelekî wêran!

Ji bona mînak; em demokrasiyê ji xwe re bikin prensîbek. Jibona ku em bigihêjin armanc, nirx û pîvanên demokrasiyê, dive mîrov çalakiyan ji kêyfîbûne rizgar bike û normên ku çalakiyan tebût bike ji xwe re bike mertal û gavan li gora vê rastiyê biavêje. Ma çalakî têne ji bona çalakiyan li dar dikev egelo? Divê armanca çalakiyan bi destxistina hinek nirxan be, parastina doza netewî be, tevlebûna aktorên siyasî be. Gava ku dezgehên demokratîk ne li gora pîvanên demokratık birêveherin, mirov bihêsanî dikare navê demokrasî ji ber van dezgehan hilîne. Hemû kes dizane ku di demokrasiyê de pîvan hene, mirov incex bi van pîvanan dikare nirxen demokrasiyê derbasî nava civatê û çalakiyên mirovan bike. Gava ku prensîbên demokrasiyê têne di gotinan de bimînin û derbasî jiyana pratîk nebin, wê gave demokrasî bi xwe bêqîmet dibe. Enflasyona gotinan û nirxan çêdibe. Bahwerî û amintî li cem mîrovan qels dibe û pêwendiyên sosyal silûk dibin…

Ji bona mînak; zimanê Kurdî prensîbek e. Gava ku mirovên me vê yekê bibêjin, bi def û zirnê vê rastiya îlan bikin û di çalakiyên xwe de, di axavtinên xwe de, di zimanê navxweyî de, di hest û ramanên xwe de, di ragehandin û pêwendiyên siyasî de Kurdi bikarneynin, ma wê zimanê me li kîjan deveran bikar bê gelo? Bi taybetî ji mirovên ku pêşkeşiya Kurdan dikin, me li deveran temsîl dikin, li ser navê Kurdan beşdarî niqaşan dibin, heger zimanê me di kesayetiya xwe de neserifînin, ew ê çawa bahwerî di vê mîjarê de ava bibe? Ma gelo wê gavê wê hinek ji mirovan wilo re nebêjin; şîretan li xelkê dike lê xwe jibîra dike! Jibîra dike ku ewê ku hewcedariya wîna bi şîretan heye, ew bi xwe ye! Mirovên wilo hergav qala ziman û mafê zimanî dike lê bêle hergav dudilîne! Nizanin be serê wana li ser çi kevirî ye! Gavekê pêşde diavêjin sê gavan paşde diavêjin! Di pirsgirêka ziman de ne tebût in!..

Îro li ser pirsa zimanê kurdî, axavtin di nava gelê me de wilo lihevdu dizîvire… Gotin û kirina gelek siyasetmedar û rewşenbîrên me hevdû nagirin. Tenbûra me tiştekî dibêje û stranvan jî li gora serê xwe stranan dibêje! Delalo, delalo…

Ji bona mînak; welatperwerî prensîbek e; Ji bona ku welatperwerî bibe xwedî watê û rê pêşî mirovan bike, divê hinek pîvan bicîh werin. Welatperwer divê hêz ji zimanê xwe, netewa xwe, gelê xwe, axa xwe, doza xwe bike. Ji kultur û jiyana li welatê xwe nereve. Doza netewî di ser pevçûn, sempatî û antipatiyên xwe yên şexsî re bigire…

Û gelek tiştên din…

Bi kurtasî divê mirov li gora prensîbên xwe bijî. Prensib û jiyana mirovan jî divê hevdu timam bike û li hevdu bibane.Heger prensîb zîhniyeta mirovan bide der, pratika mirovan jî mireka jiyanê ye. An mirov di mirekê de li xwe temaşe dike an jî hinek ronahiya mirekê diavêjen ser mirovan. Bê çawa mirov nikaribin ji siya xwe birevin, mirov nikare ji pratîka xwe jî birevin.

Pratîk mirovan dide dest…