Divê desthilata Başûrê Kurdistanê çi bike?

Heger bê bîra we di wê xweşî û di azadiya Kurdistanê de bê çiqas kes û kesayetiyan hema her roj pesnê wir didan û her weke ji bona wir bêtir bi pêşve here, xwe rê didan dinivîsandin. Nivîsandin û pesindayinên wan jî ji bona pêşketina Kurdistana azad bû.

Kurdan  her roj berê xwe didan wir, cih û war vedikiri.Piraniya karsazên Kurd  kesên xwedî pere ji bona alîkariya gelê xwe bikin ofis û cihên kar vedikirin. Yanî êdî Başûrê Kurdistanê bûbû cihê welatparêzan. Bûbû cihê wan kesên bi salan li benda çenek azadî bûn.

Ji bona şahiyên li wir li dar diketin, bi hezaran ji Bakur berbi wir de baz didan. Nivîskar û rojnamevanên dixwestin ji bona gel kar bikin, berên xwe dabûn wir, da ku xizmetekê ji bona gelê xwe bikin. Bi kurtî ji bona avadana wir her Kurdekî xizmetek dikir.

Ji bona karê baş siyaseteke neteweyî bikin,  partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ofisên xwe li Başûrê Kurdistanê vedikirin. Hin şexs weke siyasetmedar, li wir bi cih û war dibûn. Ya kurt û kurmancî wir ango Başûrê Kurdistanê bi temamî bûbû weke Kurdistana mezin û piraniya Kurdan ji bona parastina wir, xweşî û şahiyên wir,çi ji kê bihata dikirin . Mirov dikare vê gelekî dirêj bike û binivîsîne, lê ez bawerim hate fêm kirin ku bê azadî dikare çiqasî ronahiyê bide şevreşa li ser welêt.

Carna pêwîstiya mirov bi wê heye ku mirov ji dîrokê hin tiştan binivîsîne. Loma dibêjim; Piştî wê xencera jahrîn di roja 16.10.2017an de li pişt Barzaniyan xistin, roj bi roj vir ango Başûrê Kurdistanê berbi têkçûnekê, berbi metirsiyekê, berbi hilweşandinekê ve çû.

Li gor vê jî îro pêwîstiya ku em ew Kurdên ji xwe re dibêjin welatparêz in, ji her carê bêtir di şert û mercên niha de divê em bi alîkariya gelê xwe ê Başûrê Kurdistanê ve rabin. Em çawa ji bona şahî û xweşiyan ber bi wir de diçûn, divê niha jî ji bona em alîkariya birayên xwe bikin, ber bi wir de bazdin. Wan bi tenê nehêlin

Daxwaza min di vir de ev e ku divê desthilatiya Başûrê Kurdistanî û bi taybetî divê êdî Barzaniyên fedekar vê yekê bibînin û li gor wê jî bibin xwedî helwest. Divê êdî bizanibin ku dostanî li ser çi asasî tê damezrandin.

Min xwest vê jî bêjim; Barzaniyan ji roja azadiya Kurdistanê û heta wê roja xeter ku bi xencera jahrî li pişta wan dan, çi kêmaniyan Barzaniyan çê bûbû?

Di wê azadiyê de Barzaniyan dostên xwe yên bi salan li ser xeta Barzanî kar kiribûn piraniyan wan hatin ji bîrkirin. Ya jî têkiliyên li gel wan lawaztir bû. Li gor min Barzaniyan zêde qedr û qîmet dane hin kesên ku ew nelayiqê wê yekê bûn.

Barzanî nebûn xwedî desthilatiya hinekî dîktatorî. Divê wan baş bizanibana ku xelkek heta nebe dewlet, şert û mercên dewletbûnê neynîn cih, zehmet e ku mirov wan fêrî demokrasiyê bike. Loma jî di vir li gor min kêmaniyek çê bûbû.

Barzaniyan dost û dijmin baş dinasîn, lê ji bona astengî, serêşî û gengeşiyên bê mane çê nebe, wan çavên xwe ji gelek tiştan re girtin. Wan kesên welatfiroş û sîxurên di nava welêt de jî dinasîn. Lê bi hêvî û armanca wan kesan wê rojekê bibim welatparêz, eleqederê xwe zêdeji wan neanîn. Lê yên talî bûna bela serê wan û bi xencera jahrîn li pişta Barzaniyan dan ew kes bûn.

Li gor min kêmaniyeke din ya Barzaniyan ev bû; Piraniya kesên ku her xwe Barzanî dizanîbûn, ji bona ew xet bi serkeve her fedekarî dikirin, lê mixabin li hola siyasetê û di qada xebatên neteweyî de bi tena serê xwe man û gelek ji wan hatin ji bîr kirin. Li gor min vê jî zerarek da wê xeta Barzaniyên nemir. Ev bû dilmayîna hevalbendên wê rêbazê.

Heger mirov îro vê li bêjingê bixe, wê bê dîtin ku dostên rast, hevkarên delal kî ne? pir bi eşkereyî dê derkevin.

Ez hêvîdarim ku desthilatiya Barzaniyan li ser vê rawestin û li gor xwe tahlîlekê ji sala 1991ê heta roja îro bikin û bibînin bê kî dost kî ji bona berjewendiyên xwe yên sexsî xwe wek dost rê dabûn, binasin.

Ha min ji bona çi ev nivîsî? Min xwest û daxwazê ji Barzaniyan dikim ku ew bi xwe jî hinekî rewşê bibînin, binasin û di nava vê dîtinên de dostên xwe ji nû de destnîşan bikin. Hin kesên ne layiqî hin cihan bin, li wir nekin desthilat.

Ez weha bawerim ku vê carê jî wê weke gelek caran Barzaniyên fedekar yên her ji bona gelê xwe xebatê dikin, vê rewşa xerab jî dê derbas bikin. Wê dîsa bi hêzeke xurt, bi nerîneke neteweyî, dost û yên weke dost bûn ji nû de binasin.

Wê Barzanî bi wê kilîta serxwebûna ku kiribû bêrîka xwe êdî deriyê serxwebûn jî di demeke kin de ji bona hemî Kurdan veke.