Hewldanên Barzaniyan û xencera li pişta wan

Her hewldanek ji bona çareseriyekê ye. Her çareserî jî problem û astengên heyî kêm dike. Lewra jî bi kêmbûna probleman mirov xwe dighêjîne maf û daxwazên ku me re li dû wan in. Lê hin hewldan jî henin ku tenê ji bona xerabî, nebaşî û têkbirina hin partî û rêxistinan e. Yanî hewldanek ji bona başiyê ye ku daxwaza wê azadiya welêt û ragihanda dewleta kurdî ye. Ya din jî beravajî wê, ji bona serketina şexsan û têkbirina ragihandina dewleteke kurdî ye û qebûlkirina ruhiyeta koletiyê ye

Ji ber vê yekê ye, mirov tim di nava hewldanan de ne ku kar û xebatên hêja ji bona gelê xwe bike. Ew kar û xebatên ku ji bona azadiya gel têne kirinê, bêtirên wan jî bi rêya fedakariya mirovan dibe.

Fedekarî tiştekî weha ye ku ne tê pêvan, ne jî tê firotin û kirîn. Loma jî fedekarî bi qîmet û nirxê xwe gelekî giranbiha ye. Fedekarî jî li gor dem û zemên tê kirin. Hin caran hene ku fedekarî li pêş hemî tiştan e. Lê hin caran jî ew fedekarî cihê xwe ji tiştekî din ango ji berjewendiya şexsan û ji bindestiyê re dihêle.

Heger em kurd rewşê û dîrokê bi bîr bînin em ê bibînin ku tim jî Barzaniyan ji bona azadiya gelê xwe hewl dane, fedekarî kirine da ku welatê xwe ji bin zilma dagirkeran azad bike.

Barzaniyan ji bona azadiya welatê xwe bi hezeran cangorî dane, gelek caran ketine, lê xwe şaş nekirine, ji nû de bi awayekî bi hêztir rabûne. Di dîroka Barzaniyan de ev gelek caran hatiye dîtin. Bi vê ketin û rabûnê, heta sala 1991an li ber xwe dan û bi vê berxwedanê em kirin xwedî dewleteke bê ku dewletên mezin wê nas bikin.

Her weha Barzaniyên fedekar nesekînin li gor destûr û rêbaza hatibû danîn karê xwe, fedekariyên xwe û hewldanên xwe kirin. Ji bona Serxwebûna Kurdistanê referendum pêk anîn û bi vê jî kilîta serxwebûna Kurdistanê xistin destên xwe.

Aha tim jî dema kurd nêzîkî azadiyê ango serxwebûnê dibin, dijmin ji nava kurdan hevalbendên xwe yên bi salan kedî kirine derdixin û bi destên wan xaînên Kurd doza kurd û Kurdistanê têk dibin. Vê carê jî mixabin di 16ê Cotmeha 2017an ev kirin. Lê hêza wan têr nekir ku bi temamî Kurdistanê têk bibin..

Başûrê Kurdistanê li gor rêbaza Barzaniyê nemir, gav bi gav merhale bi herhale piştî azadiyê, wir berbi başbûnê û li ser xeta dewletbûnê dimeşiya. Ev meş jî bi fedekariya Barzaniyan û kesên ji welatên xwe hez dikirin dihat kirin ku derdê wan, armanca wan ji bona Kurdistaneke serbixwe bû

Lê carna fedekarî jî têra xebateke ji bona dewleteke serbixwe nake. Divê gel li hev bin, di nava wan de nakokiyên kûr tune bin. Hemî partî û rêxistin divê ji bona yek armancê kar bikin.

Meseleya Başûrê Kurdistanê, ne ji îro de ye ku êrîş dihare ser wê. Bi salane ku ew tim di bin êrîşên hovane yên dijminê xwînxwar û hevalbendên wan de bûn. Lê tu caran serê xwe netewandin, her li berxwe dan heta ku wir azad kirin û demeke dirêj li gor wê azadiyê bi awayekî serbest jiyan.

Gelekî xweş jiyan lê tu caran jî nakokî û serêşî ji nava partiyê başûrê Kurdistanêranebû. Loma jî dagirkeran bi alîkariya hevkarên xwe ji bona têkbirina wir çi kirin em hemî dizanin û bûne şahîdê wê yekê.

Ez di wê qenetê de me ku dema ji bona serxwebûna welêt şerê azadiyê tê dayîn,divê mirov bizanibe ku di welatê kolonî de demokrasî kar nake, an jî mirov nikare bi rêya demokrasiyê welatê kolonî ku berbi dewletbûnê ve dihare îdare bike.

Li gor min divê wan Barzaniyên fedekar, dema azadiya başûrê Kurdistanê pêk anîn, pêwîst bû ku hinekî dîktatorî jî bi kar anîbana. Ji ber ku miletê bi salan bindest û tim çoyên dagirkeran li ser serê wan amade bû ye, nikare bi demokrasiyeke nav xwe de li gor normên wê bêjî. Divê heta demekê ji bona berjewendiya welêt ew dar hebe. Ji ber ku fêrî wê bûne…

Divê em kurd baş vê yekê fêr bibin ku heta mirov nebe dewlet, mirov nikare wan mafên ku mere dixwaze bi dest bixe. Di virde di navxweyî û li hember dagirkeran divê mirov jî ango desthilata Kurdistanê jî bizanîbana li gor berjewendiya welêt zorê bi kar bînin. Heger ev kiribana wê di roja 16ê Cotmeha 2017an ew xencera jahrî li pişta wan neketiba ya jî wê nikarîbana ew bikirana…

Ez dibêjim kêmasiyan Barzaniyan ew bû ku tim fedekar û dilsozbûne. Her xwesteke wan ew bûye ku kurd bi serkevin, lê bi rêyeke aşîtiyane. Her xwestine kurd meseleyên nava xwe jî bi rêyeke aşîtiyane çareser bike. Lê ji bîr kirin ku miletekî bi sedan sal kolebe, dê nikaribin di demeke nêzîk de xwe fêrî demokrasiyê bike.

Loma jî Barzaniyan di virde wenda kirin û gelek ji kurdan bi dizî li gel dijmin kar kirine da ku bi xencereke jahrî Barzaniyan ji holê rakin. Ji holê rakirina Barzaniyan jî tê wê wateyê ku êdî doza kurdan li her çar perçan jî dê têk here. Mixabin niha ev bi zelalî tê dîtin.

Em dibînîn ku piştî 16ê Cotmeha 2017an wendakirina başûrê Kurdistanê bû sedema di demek pir kin de li her sê perçên Kurdistanê hema hema têkçûnek pêk hat. Lê ez bawerim ev ê zêde dom neke û weke gelek caran wê dîsa Barzaniyan bi fedekarî û dilsoziya xwe, li ser xeta neteweyî kurdistaneke serbixwe, di demeke ne zêde dirêj de ragihînin.

Di destpêkê de û li gor gotina serok Mesud Barzanî ”Bila kurd xwedî gundekî serbixwe bin, ne welatekî kolonî”.