Rengê Te Kesk 

Dinya û zeman! Dewran û dor! Edalet û karê qederê yên bi cedwela êqil nayê pîvanê.. Lîskên kirêt yên heş û bîrê. Coxrafyayên bi lanet, qewmên qedîm.. Tarîtî..

Dinya! Li te tebîet e, tu her li pişta xurtan î, li nik pirran, dij kêman î! Hevalê bavêpera, tirtireyên qûnqelewî û zalimên çavsor î, kelemê li ser rê û rêça feqîr, bindest, xizan û neçaran î!

Dinya! Tu bax û baxçe, gulîstan û lalezar, cinet û baxê îremê ye ji hinan re, qebr û gor, hefs û şkence, hêsir û hesret, qîj û hahogazî yî ji hinên din re..

Ken î, hêvî yî, xeyal î, sibeyên rohnî û kêfa temam î.. Girî yî, yeîs î, rev î, sirgûntî yî, şikestina xeyal î, tarîtiya hazir, reşahiya tê yî..

Bayê felekê, hecaca toz û tebarê, konê pîrê, çerxa xwahr î! Tevna li hev geriyayî yî! Xwelîser î! Durû yî! Bêşerm û bêfedî yî tu!

Têrnexwar î tu! ji xwîna zarokan, ji malê feqîran, ji ked û renca kal û pîran! ji xwîdan û fedakariya dayik û bavan!  Ji xewnên şox û şeng, ji bajarê qedîm!

Rengê te kesk e dinya. Parfuma te neft û petrol e. Li ser hevsengîyeke asîmetrîk sekinî yî tu! Li hemana ye! Rêjeya hesûdiyê ya ber bi bilindiyê ve radipelike yî!  Belavbûna nirxê  hatinê ya bêedalet î!

Aliyekî te bihar, aliyekî dî zivistan e! Hêlek te şer û pevçûn, xwîn û xirar, hêla dî li klûbên şevê, di partiyên bi alkol û dansê fehş yê dîskoyan de xwe dihejîne!

Pirr û gewî dieciqîne di bin teşta zikê xwe de kulmek mirovê serbilind, bêtirs û dilsoz. Dîn, diyanet, ayet, dua, sond, şehadet, tewhîd, xêr, guneh.. Hemû xiste bin emr û destê xwe. Gencîneya nirxên miqedes yên giranbaha rûçikandin û hundir vala kirin tev de; bi mezin û giragirên xwe, bi îmam û rêberên xwe, bi zaningeh û kreşên xwe, bi biaqil û aqilmendê xwe, bi netewperest û umetperestên xwe..

Ho dinya! Qîrîn û qajînên mezlûman giha qatê heftemîn yê esmên, te nebihîst; tu kerr î dinya! Pêçek bûn hedefa jetên şer, tankên pêşketî war û wargeh xerawera kirin bi ser hev de, lê te xwe lê daneanî, nedît; tu kor î dinya! Çivîkên kesk yên cinetê bûn para me. Çawa yanî? Ev e pişka me?! Çi îşekî bi qezenc! Pitik tên kuştin, Pitik!  Ax dinya! Emr, qewet û edaleta te têra paqijiya van qebhetên sor û sosretên salê nakî ho dinya derewîn!..