Li Kurdistanê Qelsiya Netewperweriyê

Di serdema modern de, bi taybet piştî Şoreşa Frensa civatên ku ne netewperwer in li ku derê hebûn? An mirov malbatperwer bû, heremperwer bû, eşîrperwer bû, olperwerbû, an ji van têgehan hemûyan di nava xwe de vedihewand û têgeha niştiman jî lê zêde dikir û dibû netewperwer.

Eşkere ye ku her civatên pêşketî tozekê di nava hest û ramanên netewperweriyê de dilivin. Al, ziman, welat, kultur, huner, dîrok, şûnwar, belê, hemû ev têgeh bi hevdu re diketin nava livandinekê, nava yêkrêziyekê, nava entegrasyonekê netewperweriyê. Formasyon û pêşeroj xwe li gora vê livandinê komî ser hev dikir û pênasinên xwe hîna zelaltir dikirin. Naveroka têgehan xwe şênbertir dikir. Ev şênberbûna nû tixûbên xwe ji hemû civatan re eşkere dikirin…

Helbet asta vê livandinê li gora konaxên dîroki, kulturî û entegrasyona civatê bi hevdu re xwe cuda dide der. Şax û peren civatê, siyaset û rêxistin berbi yekrêzîbûnê de bilez gav di avêtin. Dilbijandin, helwest, etîk, berjewendî, siyaset, kesayetî di nava beroşa netewatiyê de xurt dikeliyan. Gelek pênasînên kevnare xwe ji nûde di ber çavan re derbas dikirin. Ji bona felsefeyeke netewî paleyî dikirin…

Em dizanin ku ramanên netewperweriyê di nava hemû gel û civatan de bi çoşeke mezin belav dibûn. Heta li welatên bindest, di tevgerên anti kolonyalîstî de, hest û ramanênnetewî bibûn helwestên sereke. Hest û ramanên netewperweriyê beyî ku bikeve nava asta nejatperweriyê roleke erenî di nava civatên pêşketi de dileyistin. Van hest û ramanan rê nişanî welatên lipaşmayî jî didan…

Rewş li dinyayê bi tevahî wilo pêşketibû…

Lê ma li Kurdistanê rewşa me çawa bû?

Mirov dikarê bihêsanî bibêje; civata Kurdan di vî warî de gelekî qels mabû. Civata Kurdan di dema modern de bitevgerên li dinyayê re zû û di dema xwe de entegre nebibû.Heta tevgerên siyasi, kulturî, edebî, hunerî, felsefî di dema xwe de, xwe negihandibûn asteke ku hewcedariya civata me pê hebû.

Bi gotineke din em dîsa dereng mabûn.

Dagırkerên welatê me netewperweriyeke çavsor û eşkere dikirin lê Kurdan di vê serdemê de qala ola xwe dikirin, qala herema xwe dikirin, qala devoka xwe dikirin, îdeolojiya xwe dikirin, malbata xwe dikirin, qala biratiya vala dikirin, qala şêx û mirîdên xwe dilkirin, qala eşira xwe dikirin, û hwd. Me pênasîna xwe ya pêşîn weke Elewiyan, Êzîdiyan, Kakayiyan, Soranan, Suniyan, Zazayan, Kurmancan dikirin. Gelek caran dihate jibirkirin ku em hemû bi hevdu re Kurd bûn

Em baş dizanin ku Kurdan, heta niha li ser himê netewperweriyê siyaseteke birêkûpêk nekirine, xwe di vî warîde komî ser hevdu nekirine. Diwarê xwe seqa nekirine. Heta hinekan ji me bi haweyekî pir seyr netewperweri weke tiştekî xerab, weke qelsiyeke, weke lipaşmayîneke dinirxandin. Hinek sergejan jî digotin; me dewlet navê! Hinekan jî digotin; me Kurdistan navê!

Me ji binî de netewe-dewlet navê digotin!

Jibîr dikirin ku doza Kurd û Kurdistanê doza wekheviyê bû. Ji ber ku Kurdan welatê tu kesan ji destên wan bi darê zorê nestendibûn. Em li dijî dagirkeriyê bûn û ji bona wekheviya netewî dixebitin.

Mirovên ku berjewendiyên wan di wan bîrûboçûnên şaş de hebûn, yên ku li dijî netewperweriya Kurdi radiwestiyan, divabû bidengekî bilind werin rêxnekirin, fikir û ramanên wan birêkûpêk werin analiz kirin û şekil û şemalên wan jî ji civata Kurdan re bên eşkere kirin…

Di vî warî de medya Kurdî xwedî erkekî giran bû. Di medyayê de niqaşên me ne şênber bûn. Mirovên ku rêzberbûn jî jipirsgirêkan direviyan. Medya Kurdî gelek caran di van pirsan de pasif dima. Rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr divêxwe di vî warî de tov bikin, xwe tekûz bikin û divê nîqaşên fikrî de nava civata Kurdan de bikevin asteke maqûl. Divê hemû kesên Kurd hewl bidin ku netewperweriya Kurdî xurt bibe, pêşde here, bibe rewta sereke û dibin çermê mirovên Kurd de hêlineke germ ji xwe re çêbike…

Belê, Helbestvanê Kurd Hemin Mukriyanî ji bona Kurdîbûna xwe çi digot?

”Nakevîm xema zincîr û tenaf û dar û bendan ez

 Min qetqetî bikin, min bikujin jî hîna jî dibêjim Kurd im ez.”

Hêmin vê gavê dixwaze bi her awayî hebûna xwe ya netewî biparêze. Li vir Hêmin di ramanên xwe de çavsoriyê nake, weke çavsoran, qûretiyê nake, weke qûreyan, xwe nanepixîne, weke nepoxan, netewayên heremê biçûçik nake, weke Ereb, Faris û Tirkan, xwe jî kesî mezintir nabîne. Tenê li vir ew, li ser nasnameya netewî xwedî bahweriye û li ve derê helwesta xwe ya ku li miqabilî perçiqandinê heye tînê ziman. Ji xwe ev yeka hanê jî weke ku tê zanîn mafê hemû kes û netewan e.

Weca netewperweriya Kurdî divê li ser hîmê helwestekepozitîf were avakirin. Xwe ji cîhana derdora xwe îzole neke. Evîndarê welatê xwe be. Bi dinyayê re entegre bibe. Li ser hîmê wekhevî û azadiyê, avaniya Kurdan were damezrandin. Şax û perê xwe jî li gora van qîmetên ku me li vir anîn ziman, belav bike. Dibin hemû nihîtên xamê beriyê de, ew divê hergav li cewhera dilovanî û mirovantiyê bigere. Di bingehê netewperweriya Kurdî de divê her tim xweparastin, hûmanîzm û evîna mirovantiye hebe...