Îran Tabloyeke Îbretê ye

Piştî pêla "Bihara Erebî" rabû û mîna kevirkên domîno li pey hevudu hema bigire, an biçûk an bi mezinî, hemû dewlet û duhêlên ereba par û pişka xwe jê girtin: wek kaosê kûr, wek guherîna rewşa siyasî, wek bi lerizandina textên qrêliyetan..

Ji wê rê û vir de di serî de Îran li her qada ku bûyer lê diqewime li ser kar e. Armanc û qesta wan her wekhev bû. Her car jî şîetî dan ber rê xwe. Loma bo piştevaniya şieyan, ku hemû berjewendiyê xwe bi vê yekê ve girêdabû, dest bi tekoşîneke xedar kir.

Tê li Yemenê çekê pêşketî yên welê dan Xûsiyan - nav wan de moşekên balîstîk hene- ku di destê gelek dewletan de tune ye. Li Iraqê bi xêra Heşda Şa'bî arê ku Iraqê dipejirîne tev da. Li Lubnanê, li Filistîn.. Li Sûrî jî raste rast bi destê Esado stûna baniyê ku hindik mabû bi ser Esado de bikeve qehîm û saxlem kir.

Qaydeyeke tê zanîn e: tu lingekî ji yê din bi dûr bixî bar û giranî zêdetir dikeve ser yê sabît.

Îranê jî lingek ramedand behra spî, yê din gav li peravên Yemenê gav li ber sî û sîbera Dîwarê Grî gerand. Bi salan bi vî awayî hemû giranî û qeweta xwe da ser van mijar û pirsên derveyî welêt. Ev jî bû sedema lêçûn û mesrefên leşkerî, rabûna enflasyonê, bihabûna jiyan û mercên jiyanê.

Domandina vê rewşê tevî van şert û mercên giran ne pêkan e.  Îranê pir zor da xwe. Pirs û pirsgirêk ketin ser hevudu û ev jî bûn sedema kişandina tetikê rêze-bûyerên navxweyî. Pêlên xwepêşandanan ji serekî welêt di hundirê çand rojan de gihaşt serê din.

Heya niha Îran elimî bû dînamîkên dewletên ciran bihejîne. Heta destê wê dirêj dibû, dirêj dikir, dihejikand. Tu bala xwe bide weyn û lîska qedera dadmend hela niha ew bi xwe dihejike! Him jî ne wilo milo!

Piştî rêze-bûyerên vê dawiyê ku niha jî berdewam e, îran dê ti carî nebe îrana berê. Û bi vê rastiyê ve jî têkildar e ku dê hêz û  pêkhateyên îran jê re sponsorî û piştevaniyeke bêpayan û bêsînor dike jî ti carî nebe wek berê.

Em meselê bînin ser gelê kurd û berjewendiyê wan bê ka wê çito jê  bandorê bigire. Niha kurd li surî, li iraqê, li îranê û heya li tirkiyê, bi îranê re geh raste rast geh jî îndîrek di şer û têkoşînê de ye. Loma li van eniyan gişa kurd dê bi erênî jê para xwe bigire.