Anti Kolonyalıst…

Şerefxan Cizîrî

BasNews - Piştî ku pirsgirêka bajarê Qudsê hate rojevê, rêberên welatên Misliman gelek têgehên dîrokî û civakî ji tûrikên xwe derxistin û li miqabilî dewleta İsrail bikaranin. Di vê pirsgirêkê de hespê xwe bi çargavan bezandin.

Tegêhên weke dagirkerî, kolonyalîzm, dadwerî, biratî, azadî, û hwd ji nava lêvên mirovên Misliman bi dûv hevdû de derdiketin der. Mirovên xeşim digotin; dibe ku di nava welatên Misliman de “şoreşeke bêdeng” hatibû lidarxistin û Kurdan ji ev guhertin nebihistibûn… Bi taybet rayedarên dewleta Tirk bi dengekî bilind van têgehan bêşerm dubare dikirin û hebana xwe ya genî vala dikirin. Hebana wana ya ku tijê komkujî, werankarî, kuştin, talankırin, asimîlasyon, çewsandin bû, vê bistikê hatibû jibira kirin.

Hiş, dîrok û bîranîn betal bibûn. Wan dagirkeran li taxa Mislimanan goştê berazan difirotin. Digotin; qey ew tenê biaqilin! Ew tenê zana ne! Bahwer bikin aqilekî wilo vingîvala li tu deveran jî tünebû! Ango bi rêbazên ehmeq şeytanî tegehên dîrokî û civakî bi rêbazên korfeleqî ji hevdu re diavêtin mazata siyasetê. Qala maf û qimêtên mirovan dikirin kuro… Ma qey ew ciwamêrana di mirêkan de qet li xwe temaşe nakin gelo? Ma gotinên ku ji devên wana derdikevin tenê ji wana re ne? Ma ev têgêhên ku xwediyê naverokek diyar in, ji bona Kurdan derbas nabin? Ma Kurd jî bi girseyîya xwe ne Misilman bûn? Bi rastî ev çi quretî bû? Ev çi bêedebî bû? Ev çi exlaqê xerabe bû? Veca, ya ku gelekî eceb bû jî evana bû; Kemalist û Misliman di vê mijarê de bibûn yek deng. Di vê mijarê de hevdû bi çoşeke mezin dialastin. Hevdû bêhn dikirin. Silav ji hevdû re dişandin.

Di dijberiya Kurdan de ava wana diherikî heman cihokê. Heta hinek hunermendên wana yên aqilçelkî digotin; em ne li dijî dewleta Felestin in lê em li diji dewleta Kurdî ne! Mirov di vê mijarê de bêhemdê xwe ji xwe dipirse; ma Qudsa ku ji hela mirovekî Kurd û leşkere wî de ji destê Xaçperestan hatibû rizgar kirin serbajarê Kurdistanê bû gelo? Dijberiya Israil li ser bingêhê olî dibû, lê ma ya Kurdan li ser çi bingehî dibû gelo? Heger ev dijberî ne li ser bingehê kolonyalîzm, dagirkerî û çewsandina netewa Kurd be, li ser kijan bingehî ev siyaset tê meşandin? Gotineke Mislimanan heye, dibêje: ewên ku ji min re dibêjin çima tu naçe camîyê, hema ku Misliman bûna jî, min xem nedixwar. Dagirkeri, kolonyalîzm, bêdadî li kijan beşa Kurdistanê tüneye? Ma dagirker û kolonyalıstên Kurdistanê Cihû ne an Mesihi ne? Ma ew ne Tirk, Ecem û Ereb in? Ma ne qaşo ew jî Misilman in? Ew şûjina di çavê xwe de nabin in, henekên xwe bi derziya di çavê xelkê de dikin.

Gotineke me Kurmancan heye, dibêje; heko meko navê xwe li hevalê xwe ko! Ma kolonyalıstên welatê Rojava jî nedigotin; em şaristaniyê dibin welatê lipaşmayî? Wey maşele ji we re! Ma kes dibêje dewê min tirş e lo? Veca bi rastî Tirk, Ecem û Ereb navê xwe li hevalê xwe dikin. Şiretan li derdora xwe dikin lê ew ne tu şiretkarin ku mirov amintiyê li wana werine. Ma devê deriyê we paqij e gelo? Pêşî bila ew şiretên li dijî dagirkerî û kolonyalızmê li xwe bikin. Pêşî xwe dawşînin. Xwe di ber çavan re derbas bikin. Xwe bipîvin û dûra qala siyaseta biratiyê bikin. Bi rastî di vê mijarê de fêrêza dewletên Misilman gelekî ji ya kolonyalızma Rojava û ya İsraîlî ne baştır e. Di gelek waran de xerabtir e jî. Ma İsrailî di dîroka xwe de Felestinê tüne hesibandine? Ew înkar kirine? Ma gotinê zimanê Erebî zimaneke ku nayê naskirin? Û hwd… Belê, li gora kîjan Mislimantiyê iro netewa Kurd di nava dewletên Misliman de bê dewlet e? Çavkaniyê kolonyalizma Kurdistanê li gora Quranê ye, li gora hadisan e an ji li gora kija huquqê Mislimana ye? Ma ne di vê bersiveke van pirsan birêkûpêk jî hebe? Bi rastî baş xûyadike ku ne Mislimantiya we, ne demokratbûna we û ne jî dadweriya we ji dilê safî ye.

Di derbara pirsa Kurdan de hûn baş dizanin derewan bikin. Li Kurdistanê hûn bûne kolê berjewendiyên dewleta xwe ya otorîter û kolonyalist. Hûn bûnê nejatperest, hûn bûnê dagirker û hûn bûnê zorkar. Ji Mislimantiya dewletên Rojhilata Navin ya ku îro şênber e, em dizanin ku tu demokrasi, azadî û wekhevî dernakeve! Di dawî de ez dibêjim; Kesê ku ne kes be, nabe kes, kurtanê kere jî nabe etles!