Yekîneyên Revandina Jinê "YRJ"

Di 8ê vê mehê de, derbarê mijara keça kurd ya zarok Evîn Seroxan ku ji aliyê çekdarên PYDê ve li bajarê Dirbêsiyê ji pêşiya dibistana wê hatibû revandin, min nivîsek nivîsandibû û di BasNews de hatibû belav kirin. Ew nivîs bi sernivîsa "ji dibistanan ta goristanan" bû: http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/398343

Di roja 16/12/2017an de careke din min nivîseke din bi zimanê erebî li ser mijara Evîn Seroxan ku beşeke ji kêşeya leşkerkirina qîz û xortên Kurdan yên temen biçûk di navbera 14 heta 17 sal de ku ji aliyê PKK-HPG-PYD-YPG-YPJ...hwd bi şêwazeke sîstematî tê kirin, min nivîsand. Ew nivîs di rojnameya ereb ya navdar Elhayat de hate belav kirin: http://www.alhayat.com/Opinion/Writers/26092738

Tevlî ku asayişên PYDê ji malbata E. Seroxan re gotinbûn: "Hema keça we perwerdê biqedîne, dê wê ji we re vegerînin malê", Lê yekîneyên parastina jinê YPJ li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneyên E. Seroxan bi cil û bergên leşkerî belav kir.

Eger belvakirina wêneyê Evînê ji aliyê rêvebirên Facebooka YPJê ve şaştiyeke tenîkî be, lê ev şaştî sosreta revandina vê zarokê û leşkerkirina wê û derewên YPJê eşker dike. Dibe ku belavkirina wêne ne şaştî be, lê weke "înad" qayiş û serhişkî û rikberî be. Ango mebest ji belavkirina wêneyê Evînê ew ku YPJ yan jî PYD dixwaze bêje: rexne "mexne" tev tewş û bê sûde ne, Evîn nuha yek ji şervanên me ye û kesk nikare me mecbûr bike ku em wê li malbata wê vegerînin.

Dema ez di rûpela Facebookê ya YPJê de digeriyam, ne tenê fotoyên Evînê bala min kişand, lê ew gotin û hevokên ku bi wêne re hetibûn belavkirin jî balkêş bûn. Hevokên ku di gel wêne hatibibûn belavkirin ev bûn: "xweşikbûn û nazikbûna te, ew şoreşa di hindirê te de heye, venaşêrin". Min gelek mînakên van gotin û hevokên xweş di gel fotoyên şervanên jin yên xweşik di Facebooka YPJê min dîtin. Wisa mirov dikare bêje ku xweşikbûna keç û jinên Kurdan di warê piropagendeya leşkerî de tê bikaranîn. Ev metod û şêwazê bikaranîna xweşikbûn û çelengiya jina Kurd, tiştekî gelek xerab e û ji mentiq û zihiyeta burjiwazîbûnê tê; ku gewd û xweşikbûna jinan weke alaveke bazirganiyê bikartîne.

Vê sosret û kêşeyê jî deynin aliyekî, ji ber ku ji vê xerabtir jî hîna heye. Dema ez derbasî malpera fermî ya yekîneyên parastina jînê YPJê bûm, beşê pakrewanan, min zêdetirî 10 navên destpêkê yên pakrewanên jin dîtin ku dîroka ji dayik bûna wan nînin, tenê dîroka roja şehîdbûna wan heye!. çend navên ku dîroka rojbûnên wan hatibûn eşkere kirin hebûn, lê pir kêm bûn. Ew jî rojbûnên wan vedigeriyan salan 19980an yan 1990an. Di derbarê vê diyardeyê de sedemeke tenê heye ku ev keçên han di temenên biçûk û zaroktiyê hatine çedarkirin û jiyana xwe jidestdane. Lewma YPJ-PKK... dîroka rojbûna wan nabêjin.

Tevî ku PKK-HPG-YPG-YPJ...hwd têne tawanbarkirin ku zarokan "keç û xort" bi çek dikin û wan dixin nava şeran, lê ev rêxisitin vê tawanê qebûlnakin û dibêjin ku ew tawan ji ragihandin û media DT û AKPê ye û mebest ji vê tawanê; reşkirina PKKê û şervanên Kurdan e.

Lê di malper û ragihandina PKK-PYD-YPJê... de bi dehan belge û delîl hene ku ev rêxistin zarokan çedar dikin û wan dişînin şeran û kuştî li malbatên wan vedigerînin.

Baş tê zanînin ku diyardeya çekdarkirin û leşkerkirina zarokan di qûnaxên şerên navxweyî de zêde dibe. Her wisa di qûnaxên têkoşînên rizgariyan netewî de jî, ku şerê çekdarî hebe, dîsa diyardeya biçekirina zarokan pir xwe dide pêş û eşkere dibe. Ango biçekirina zarokan ne tenê di ezmûneya PKKê de heye, lê di ezmûneyên PDK û YNKê û tevgerên Filistînî û Hizbûllah ya Lobnalê de jî heye.

Ya ku mirov qet nikar fêmbike û têbighêje û şiroveke bike ew e ku çawa jinên di nava PKKê - PYDê...hwd de qebûldikin çekên hîna zarokên (13-14-15-16-17 salî) werin revandin û çekdarkirin û werin şandin enî û meydanên şeran!?. YPJê çawa qebûl dike ku xweşikûna jinên Kurd weke alaveke propagendaya şer were bikaranîn!?. Eger mesele heya vê qûnaxê ji peydakirina bihaneyan ev tawan werin bin cil kirin, dêmek hemû kesên bêdeng yan jî bihaneker ji tawanên revandina kêçên biçûk û bi çek kirina wan, ev bi xwe; şirîk û hevbeşên tawaneke şer e û li dij mirovahiyê ye. Eger wisa be, dêmek YPJ bi xwe navê xwe diguhere û dike; Tevgera Revandina Jinê YRJ.