Welatê Min

Behra bi pêlan ketî û kef dide ye welatê min. Her ku ba û bahozek lê diqelibe û êş û azar, derd û keser, ax û hewar, qîrîn û gaziyên bi sedsalî, bi hezar salî ye ku binav bûye, hatiye jibîrkirin, nebihîstin, sergirtî û nixumandî mane dertê, kef dide, bêhn dide û derdikeve ber royê.. Kef dide û hey kef dide..

Gelek kelek, kelem, keştî û sober daqurtand, tune kir. Lîme lîme, pirtik pirtik kir û ji hût, masî û jîndarên nenas û hov û dirinde re kir taştê, firavin, esirî, şîv, paşîv .. Bê bîhn û berate wenda kir di nav xwe de, di nav kûrahiyên xwe de, dûrahî û nûrahiyên xwe de.. Di nav şeq û qelişek, best û newal, şikeft û ziving, ax û xaka xwe de..

Faîl û kiryarên xuya, eşkere lê bênav û nenas. Bindestî, koçberî û mihaciriya ji bêgavî û bi zorê. Herekata malbarkirin, tehcîr û tedîban. Şewt û agirpêketina seranserê ..

Welatê min nêviyê min, bîbikên min, rondikê min, doz û dawa min, namûs û şerefa min, do û sibeya min, qewla min! Qewla min! Qewla min!..

Rêzikên Feqî, rist û honakên Mele, keziyên Zînê, diltepîn û kelecana germ û nerm ya Memî, qêrîn û hahogaziya porkir û bêsiûda Xecê, mêranî û jixwebaweriya Siyabend ê bêtirs û serbilind.

Herk û fetloka Dîjlê, kelh û bircên weke hêlîna eyloyê dirinde xwe li qotê çiyayên Cûdî lûsandiye,  kûr û sape, mihaserî û dorpêçiya malkambax, qehirker..warê dilsozi û îxanetê, berxwedan û firotinê, serîhildan û serîdayinê..

Konvedan û îstgeha ebedî!  Cih û war û rawestgeha hetahetayî! Welato! Hoo welatê şîrîn gelo tu li kû ye?