Hozanê Evînê

Li ser têgeha evînê gelek dîtin û raman hene. Lêkolîn, gotar û berhem hene. Xeyal û xwenên rêzber hene. Şibandinên Xwezayî û sosyal hene… Li gora nirx, exlaq û pîvanên mirovan têgeha evînê dikare bibe xwediyê pênasînên cuda. Ev têgeh û pênasîn weke mirovan bi xwe ne. Mirov çi be, hilbijartinên mirovan jî dişibin mirovan.

Ma Narkîsos nebibû evîndarê xwe!

Ma seqa li gora heqa ye!

Ango di dawî de evîn tişteke mirovî ye

Li ser mijara evînê kurdan gelek stran, helbest, roman û çirok afirandine

Bi taybetî edebiyata kurdan ya devkî di mijara evînê de gelekî dewlemend e.

Weke tê zanîn kurd hergav evîndar in!

Hunermendên kurdan li ser vê mijarê dîtin, pîvan û dilbijandinên xwe bi babetên cuda tov kirine. Her hunermendî, her helbestvanî, her stranbêjî xwestiyê mohra li ser vê mijarê bide

Babetên evînê weke mirovan bi xwe pir rengî ne; Welat, malbat, ziman, xweza, ol, xebat, jin, zilam, zarok, bira, xwuşk, dayîk, bav… hemû bûnê mîjar ji bona ku mirov dîtinên xwe li ser evînê formule bike.

Bi qasî ku evîn mijareke kesayî ye, ewqasî jî gerdûnî ye.

Ev jî rast e…

Lê mijarek di nava van mijaran de heye ku ez navê wêna dikin evîna bedenî. Ev babet bêtir bi hest û dilbijandinên mirovan re raserî hevdu dimeşinFormasyona vê babetê bêtir li ser pêwendiyên cinsî, bedewbûna mirovan, xeyal û dildariya mirovan ava dibe. Mêr û jin li ser hevdu hestên xwe tînin ziman. Dîtin di vî warî de estetize dibin. Bedewbûna mirovan derdikeve pêş û li ser bedewbûnê dîtin formule dibin

Di nava vê bedewbûna mirovan de hemû tiştên xwezayî dikevin dewrê. Şibandin hemû xwezayî ne. Gava ku mêr û jin vê bedewbûnê tînin ziman qala hebûnên xwezayî tê kirin; weke feqiyê daran, weke gul û kulîlkan, weke bedewbûna ajalan…

Xezal, keroşk, mêkew, berx û berankar, werdek, kihêl, ciwanî, belê çiqase bedewbûn di nava derdora mirovan de hebin, ev bedewbûn transformeyî nava bedewbûna mirovan tê kirin. Bedewbûn dikemile. Tê necirandin. Ango mirovên bedew, hemû xweşikbûna xwezayê di xwe de kom dikin û dibin model ji bona xweşîkbûna mirovî

Di vê tevgirêdanê de hunermendên kurdan modelên cuda afirandine; di van şibandinan de çavê qîza bedew dişibe yên xezalan, newqa wêna weke ya keroşkê ye, awirên wêna weke tîr û kevan in, bejn û bala wêna weke tayê rihanê ye, memik weke hinara ne, weke sêvên Xelatî ne…

Şibandinên jînan ji bona zilaman bêtir maskulînin; zilam weke şera ne, weke berana ne, weke hespê fal in, weke nêrkewane

Ev şibandin hemû jî hestên mirovan yên bedenî tovtir dikin

Min di vê mijarê de gelek berhem û xebatên hunermendan li bêjingê xistin. Di nava hunermendên ku îro dijîde, gelekan di hinek berheman de qala evîna bedenî kirine. Hinekan kêm qalkirine. Yên ku îro ne li jıyanê ne jî, mijara evînê gelek caran bi bedewî anîne ziman. Zimanê ku di vê mijarê de tê bikaranîn tije hest û dilbijandin in.

Ev ziman zimanekî şênber û tovbûyî ye.

Li gora van pîvan û ramanên ku min li vir anîn ziman, ez dixwazim pirseke ji xwendevanan bikim; Di nava hunermendên me de hozanê evînê îro kî ye?

Ez baş dizanim ku tene bersivek di vê pirsê de tuneye. Hemu kes li gora hinek pîvan, sempatî û antipatiyan, heta tenê li gora krîterên sîyasî wê hinek navan derxînin pêş.

Hilbet her kes xwedî mafe…

Lê ku mirov tenê li gora krîterên estetîkî bimeşe, tenê li gora mijar û formulekirina mijarê, tenê li gora şibandin û dilbijandinên şênber, tenê li gora dewlemendbûna ziman û hestên ku têne peşkêşkirin, mafe hilbijartinê bikarbîne…

Wê gavê;

Bi raya min nemzetê herî xurt Seîd Ûsiv e

Ji ber ku Seid Ûsiv evîna bedeni bi zimaneki biedeb formüle dike.

Seid Ûsiv di vê mijarê de hostê gotina ye.