Ji dibistanê heya goristanê

Evîn Seroxan, keça 11e salî, ji bajarê Dirbêsiya binxetê ye. Berî çend rojan ji pêşiya dibistana xwe, ji aliyê asayişên PYDê ve hate revandin. Evîn, ew jî weke bi sedan keç û kurên zarok ku PKK-PYD wan dikin çekdar (şervan, leşker, asayiş...) û wan dişîninin meydan û eniyên şer, û gewdên wan li malbatên wan vedigerînin. Bi vî şêwaz û metodî "xweseriya demokratîk" û "neteweya demokratîk" ya PKK-PYDê ewqas demokratîk in ta qûnax û radeya ku zarokan ji dibistanên wan direvînin û dikin şervan û çekdar, û wan kuştî - mirî - şehîd li mal û malbatên wan vedigerînin!?. Ango hingî deshilatiya PKK-PYDê li rojavayê Kurdistanê demokratîke, êdî ji demokratîkbûnê dike biteqe!. Deshilata PKK-PYD li "Rojava" hingî demokratîk e û ji Xwedê ditirs e û ji pêxemberan fedî dike, êdî di nîvê rojê de û li pêşiya çavên xelkê zarokan ji pêşiya dibistanan direvîne!. Ev "bihuşta demokratîk" a PKK-PYD ku rojane serên zarokên Kurdan dixwe, qeşmerên ku di media û ragihandina PKK-PYD bi serê vê deshilatdariyê sûnd û selewatan dixwin ku ev kiryarên kirêt û teroran e, ne yên vê deshilatên ne, û ne yên PYD-PKK ne!. Baş e, eger ne PYD-PKKê be? ev kîne ku zarokên Kurdan direvînin!?.

Dema malbata Evîn Seroxan pirsa wê ji PYDê û ji asayişa PYDê kirin, di despêkê de, inkar kirin ku Evîn li cem wan e. Lê ji ber ku xelk dîtin bê çawa Evîn çawa û ji aliyê kê ve tê revandin, asayişa PYDê mecbûr ma li xwe mikur bê û bêje: "Belê, Evîn li cem me ye. Em ê wê li malbata wê vegerînin, lê piştî perwerdê bibîne"!. Baş e, yabo ev çi perwerdeye ku zarokan ji malbatên wan qut dike!?.

Berî çend mehan, eynî deshilatdariya PYD-PKK, bavê Evîn Seroxan, Ekerm Seroxan, 3ê mehan binçav kiribû û xistibû zindanên xwe. Ji ber çi yabo qurabano?!, ji ber E. Seroxan, qîza xwe, ango xuşka Evînê ya mestir ku 17 salî ye, berî temenê bibe 18 salî, wê daye mêr û zewicandiye!. Wisa mirov bawer û tekez dike ku bihuşta PKK-PYD ya demokartîk ku qaşo nahêle keçan berî temenê 18 salî bizewicin, lê ev deshilat keçên 11-16 salî dike çekdar û dişîne şer û cengan!?.

Ya ji vê yekê pîstir û rûşiştîtir ew e ku bi bihaneya "perwerdekirina zimanê Kurdî û girîngiya şandina zarokan dibistanên zimanê Kurdî", zarokên Kurdan têne leşkerkirin û çekdar kirin û wan dişînin eniyên şer!.

Bûyera Evîn Seroxan min vegeran salên 1990-1991ê dema kadroyên PKKê me dibirin qaoş girûbên hînkirin û perwerdekirina zimanê Kurd û çawa di gel fêrkirina ABeya Kurd, me fêrî îdiyolojiya rêxisitinê dikirin. Piştî 2-3ê mehan, me dibihîst ku yek ji hevalên me wenda bûye. Me pirsdikir: kan filan kes?!. Ji me re digotin ku gihîştiye hevalan û çû çiyê. Ango tevlî PKKê bûye. Wê çaxê jî em 12, 13, 14 salî bûn. Dêmek ew girûbên biçûk yên fêkirin û hînkirina zimanê Kurdî, êdî bûne dibistanên "fermê" yên PKK-PYD ku şervanan ji rêxistinê re peyda dikin!.

Dema me rexne li îdyolojîkirina sîstem û rêbazên perwerdê li bin deshilatiya PYD, kir, dost û heval û nivîskar û "nivîsxwarên" derûdora PKK-PYDê kirasên xwe diçirrandin û digotin: "vana li dij zimanê Kurdî ne. Naxwazin perwerdekirina bi zimanê Kurdî. xayin in, xwefiroş in..."!. De fermo binerin bê çawa PKK-PYDê keç û kurên ku zarok in, berên wan ji dibistanan dide goristanan!?.