SOÇÎ

27/11/2017 - 14:28 Kategori Raman

Di vê heftiya borî de li bajarê Rûsya Soçî civînek di navbera serokkomarê Rûsya V. Putîn, serokkomarê Îranê H. Ruhanî û serokkomarê Tirkiye R. T. Erdoğan de çê bû. Ev civîn gelek aliyan tijibihandin  Civîna Yalta a di sala 1945an de li bajarê Rûsya Yalta ku weke Soçî ew jî li ser Behra Reş e. Civîna Yalta di sala 1945an de di navbera Stalîn (Rûsya), Roosevelt (DYA), Churchill (Îngilîz) li ser parvekirina piştî şerê cîhanê yê duyemîn hatibû çêkirin. civîna Soçî çi girîngiya wê hebû ku weha çavê temamê cîhanê lê bû? Çi girîngiya wê ji bo kurdan hebû ku weha guhê kurdan li ser bû? Ji bo cîhanê girîngiya wê ew bû ku, yek jê ku ji bo dawî lê anîna şerê Sûriyê ku bû sebebê bi sed hezaran qurbanî û bi milyonan muhacir her weha hesabê jeopolîtîk yên welatê ku xwedî hesab in li ser herêma rojhilata nêzîk û navîn. Xurt kirina nifûsa xwe li herêma rojhilata nêzîk û navîn e. Ji bo kurdan girîngiya wê ew bû ku di vê civînê de yek ji pirsa esasî pirsa kurda bû û li ser paşeroja kurda bi tevayî û bi taybet li ser Rojavayê Kurdistanê wê paşerojek çawa bê şekil kirin. Ji ber wê kurdan girîngiyek taybet dan civînê. Weke eşkereye beriya civîna her sê serokkomara, V. Putîn hevdîtin li Soçî li gel serokkomarê Sûrî Beşar Esad pêk anî. Di hevditînê de Esad da diyar kirin ku rejîma Sûriyê amadeye bi muxalefeta Sûriyê re li civîna Soçî a Niştimaniya Sûriyê amade bibe û li ser paşeroja Sûriyê li rêyên careseriyê bigerin. Her weha piştî civîna bi Esad re V. Putin bi telefonê li gel serokê DYA, Siûdiya Erebî, Misir, Îsraîl, Qeter û Urdun re peyivî. Paşe Putin mezûbantî ji Ruhanî û Erdoğan re kir û civiyan.

Piştî civîna Soçî her sê serokkomar preskonferans li dar xistin. Ji preskonferansê eşkere bû ku gelek pirs hatine rojevê. Lê pirsa esasî ku mohra xwe li civînê xist, pirsa civîna Niştimanî a Sûriyê bû ku Rûsya li Soçî amadekariya wê dikir ku rejîm û muxalefet wê beşdar bibin û Îran û Tirkiye dijberiya wê dikirin, ji ber beşdariya kurdan. Putîn got; "Civîna Niştimanî ya Sûriyê wê li Soçî bê amade kirin, Tirkiye û Îran jî piştgirî didin vê civînê. Emê lê bixebitin maksîmûm hemû aliyên Sûriyê yên siyasî, netewî û olî yên Sûriyê beşdarî vê civînê bibin. Ev civîn wê yasaya bingehî a Sûriyê, hikumeta muweqet û şeklê nizama Sûriyê wê amade bikin". Her weha piştî civînê bi rojekê pressekreterê Putîn Peskov ji medyayê re got nêzîk civîna niştimaniya Sûrî çê dibe û li ser pirsa rojnamevanekî ku wê kurd bikevin civînê Peskov got; ”Ev civîn wê maksîmûm hemû aliyên Surî beşdar bibin.” Ji gotina Putîn ku got di civîna niştimanî a Sûrî de wê neteweyên Sûriyê beşdarî civînê bibin. Bi awayekî diplomatîk da fam kirin ku kurd wê beşdarî civina niştimaniya Suriyê a Soçî bibin. Diyar e Îran û Tirkiye gav bi şûnde avêtin. Ne bes gav bi şûnde her weha piştgiriya xwe dane vê civînê. Diyar e piştî li hevkirina Putîn û Tramp tiştekî Ruhanî û Erdoğan bikira nema bû. Niha pir eşkere bû ku Rûsya bi Erdoğan û Ruhanî da fam kirin ku rewşa Sûriyê ber bi fînalê diçe û lazim e hûn hêdî hêdî hesabê xwe ku ji Sûriyê derkevin bikin. Ji ber diyare Rûsya û DYA (terefê Tramp) li Wîetnamê di civîna APECê gotina dawî kirin û paşê li yekîtiya netewan biryar derxistin ku lazim e hêdî hêdî hemû hêzên biyanî ji Sûrî derkevin. Ew beyan û beyana li civîna APECê her du jî li dijî Îran û Tirkiyê bûn. Her li DYA terefên li dijî Tramp in dijberiya hevkariya  Putîn û Tramp dikin ew dikare hinekî problema ji vê prosesê re derxin. Kurdên rojava çi ENKS çi PYD  divê vê rewşa heye baş bixwînin û li gor wê siyasetekê bimeşînin û kurd divê bi tevayî divê vê ya baş bizanibin ku bi kêmayî 3 salê Tramp maye wê rewşa DYA weha be yanî DYA wê çend alî bin siyaseteke wan a muşterek wê nebe. Divê kurd bizanibin û bi vî awayî bi DYA re têkiliyên xwe deynin. Ev rewş di bûyerên Kerkûkê de pir eşkere bû ku Îngilîz bi terefekî DYA (yên li dijî Tramp bûn tifaq kirin û Kerkûk ji destê kurda derxistin û dan Bexda yê). Civîna Soçî ji bo kurdan bi taybet ji bo kurdên rojava pozîtîv bû, ji ber diyar e Rûsya bi israre ku kurd beşdarî civîna Soçî bibin û pir guh nadin Tirkiye û Îranê. Ya din nakokiya Rûsya bi Tirkiyê re ew e ku Tirkiye dixwaze grubên terorîst yên weke Cephet el Nusra û Ehrar el Şam jî bikevin civîna Soçî lê Rûsya bi tu awayî qebûl nake ji ber ev her du rêxistin di lîsta terorê a Rûsya de ne. Hêja ye ENKS û PYD li hev bikin û bi hev re beşdarî civîna Soçî bibin wê demê wê kurd hîn xurttir bin ji bo bi destxistina mafê kurdan.