Ragihandina li dijî rastiyê

1-

Berî çend rojan parlemenotoya Iraqê ku di bin destê hêzên siyasî yên olperest, mezhebperest û tayfeperestên girêdayî Îranê de ye, yaseya rêwşên sivîl û civakî ya bi hejmara 188 ku di sala 1959an de derketibû, guhert. Guhertina vê yaseyê, gelek tiştên pîs derbarê rewş û mafên jinan û zarokan bi xwe re anî û tekez kir. Yek ji van tiştên qirêj û pîs di guhertina vê yaseyê de ew e ku temenê zewacê yê jinan ji 18an vegerandin 9 salan. Guhertina vê yaseyê dide diyar kirin bê Iraq bi saya serê melayên şaşik reş û mêjî reş yên Îranê, gihîştiye çi qûnaxeke berbat û ketî!

Derbarê qirêjiya guhertina vê yaseyê de, gelek kesayetî, rêxistin, sazî û partî... rexne û şermezar kirinên tund nîşandan. Û ji ber ku partiya PKKê "partiya herî piştgiriya azadî û mafê jinê dike", tu rêxistin, sazî, kom û komikên jinan yên girêdayî PKKê, li hundir û derveyî Kurdistanê, li Amerîka, Afrîka, Asiya û li parzemîna qir û qeşa û li ser heyvê... neman û daxwiyaniyên şermezar kirinê dernexistin û vê guhertina yaseyê bi "tawana li dijî mirovahiyê" bi nav kirin! Ev jî gelek baş e ku rêxistineke kurd ewqas şoreşger e û di gel jînê ye û mafê wê diparêze. Helbet, yên ku PKKê nas dikin baş dizanin bê ev partî dema rexne li diyardeyekê dike, yan dema bûyerekê şermezar dike, di eynî daxwiyaniyê de, PKK pesnê xwe û îdeolojiya xwe dide ku ramanên "serok Apo" rêbaz û bîrdoziya PKKê alternatîf e û dê cîhan û mirovahiyê ji vê gemar û qirêja hişmendiya mêran-nêran azad û rizgar bike! Ev metod ji urf û adetên PKKê ye ku dema diyarde, rêxistin, bûyer...hwd şermezar dike, PKK tu carî ji bîr nake ku pesnê xwe bide û xwe alternatîf bibîne. Lê, ne ji hundirê rêxistinê ne ji derveyî wê, kesek tuneye bêje: Eger PKK ewqas digel azadî û mafê jinê ye û li dijî zewicandina wê ye di temenê 9-10 salî de, baş e ji ber çi ewqas sal derbas bûn û PKKê keçê 14, 15, 16, 17 salî dişandin şer? Ma ev jî ne tawaneyeke li dijî mirovahiyê ye? Vê jî berdin, çima PKKê peywendiyên xwe bi rêxistinên "Heşda Şabî" re nabire, eger ewqas dilsojê doza jinê ye?

2-

Berî çend rojan, berdevkê "Hezên Sûriye Demokratîk (QSD)" general Telal Silo ku ji tirkmenên Sûriye, ji YPG-QSDê veqetiya û reviya Tirkiye. Hema Telal Silo hîna negihîştibû Tirkiye, êrîşî PYDê û QSDê kir. Ez di ragihandina PYDê de geriyam, ango herdû ajansên nûçeyan ANF û ANHA ku jêderên TV, radyo û malperên PKK-PYDê ne, min tu nûçe li ser rev û veqetandina Telal Silo nedîtin. Ne tenê wisa jî, hêzên "QSD" tu daxwiyanî li ser rev û verqetandina berdevkê xwe nedaye! Tu dibêje qey Telal Silo berdevkê diya Donald Trump bû! Yan jî berdevkê diya Vladimir Putin bû! Ne yê QSD bû! Û ne hêjaye ragihandin û medya PKK-PYDê xwe bi wî mijûl bikin. Rev û veqetandina Telal Silo û êrîşên wî yên li ser kurdan û PYD-QSDê ne girîng in û ne hêjayî bersiv û daxwiyaniyekê ne! Lê saziyên ragihandin û medya PKK-PYD, xwe gelekî bi êrîşên li ser PDKê û Mesûd Barzanî mijûl dikin! Reva Telal Silo ku bi kordîne kirina MÎTê ye ne girîng e, lê êrîş û reşkirina PDK û Barzanî girîng e!

3-

Carna û ji bo mirov hinekî objektîf be, ji neçarî berê xwe dide medya PYDê da mirov nas bike, bê ev camêr û biraderên han çi dibêjin? Çi nabêjin? Di çarçoveya hewldana nas kirina nêrîn û helwestên hemû aliyan. Lê bi rastî, gelek caran ez poşman dibim, nemaze dema mirov li nûçe, bername û programên Ronahî Tvya PYDê temaşe dike. Hema bi Xwedê û bi serê Trumpê delalî ku ez nadim bi çewalek pîvaz, mirov ji xwe re li "Bavê Teyar" guhdar û temaşe bike, çêtir e mirov dema xwe bi temaşe kirina Ronahî Tv wenda bike. Ne tenê ji ber kînperestî û faşîzma îdolojîk û partîtî ku ev ragihandin belav dike, lê ji ber ku ewqas reklam û propagandeyeke nizm û arzan ji PKK, PYD, YPG, QSDê... hwd tê de tê kirin, di gel reş kirina hemû kesên rexne li PKK-PYDê dikin. Yawo, carna dema ez li wan guhdar dikim, ez şok dibim û dibêjim: Ev çi ye, ji bo Xwedê!? Ez jî rojek ji rojan Apocî bûm û min di ragihandin û medya PKK-PYDê de xebitîm, lê me ewqas propangedeyeke tewş û tiro viro ne difirot xelkê? Yawo qey ragihandinvanên PYDê çima xelkê ewqas "ker" dihesibînin?

Bi rastî, mirov dikare rastiyekê tenê di ragihandin û medya PKK-PYDê bibîne; ku ev der ne cihê rastiyê ye! Hemû berpirsên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên Amerîka dibêjin: "Têkiliyên me bi YPG-QSDê re demkurt in û taktîkî ne û tenê di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞê de ne", lê tembûra berpirsên PYDê û Ronahî Tv, ANF û ANHA...hwd, tiştekî din dibêje û xwe û kurdan pê dixapîne.