Ji bilî ku jin dê, xwişk, keç û jinên me ne, fonksiyoneke wan ya din jî heye; ew rengên civatê ne jî. Ew bi hebûn û tevlêbûna xwe ya civatê, civatê diguherin, hişkiya wê nerm dikin; wê estetîze, modernîze û erotîze dikin. Civateke ku jin tê de tunebe, ew civat hişk e, ji tolerans û humanîzmê bêpar e, dûrî medeniyetê ye, ne hevdem e. Hebûna jinê ya di siyaset, huner û edebiyatê de nîşana pêşketina civatê ye. Bi taybetî jî huner û edebiyata ku fikir û fantaziya jinê tevlê nebûbe, tahma wê kêm e, kelê ye.

Jin avakir û afirandêner e; ew ne tenê bi zarokan avis dibin, ew bi gotinan jî avis in; bi gotinên efsûnî, nihênî û sihêrdar. Heke em gotinên wan ji ber wan negirin û wan najon ser beravêtina gotinan, em ê bi gotinên wan ji belengaziya zilamtiya xav rizgar bibin û pê di deriyê hisên wan re têkevin hundirê ruhê wan. Em ê di pakiya ruhê wan de xwe di dilê wan de bibînin. Wê dilê wan mazûbantiya malzaroktiyê ji me re bike. Em ê hingî nexwazin xatir ji malzaroka dil bixwazin. Em ê pê re bibin yek. Em ê ne wê bikujin, ne jî di ber wê de bên kuştin. Em ê bi hev re di pêlikên jiyanê de ber bi jor ve hilkişin.

Jin ji mêj ve di govenda edebiyatê de ne, xwe li ba kirine û gelek caran bûne serkêşên govendê. Sapfoya Lesbosî (650-590 berî Îsa) bi helbestên xwe ên li ser evînê hem tesîreke mezin li hevdemên xwe kiriye, hem jî bi wê tesîra mezin heta sedsala me hatiye. Heke xewn û fantaziyên nivîskarên jin ên mîna Jane Austen, Mary Shelley, Victoria Benedictsson, Selma Lagerlöf, Cora Sandel, Virgina Woolf, Astrid Lindgren û bi dehan yên din tevlî gotina nivîskî nebûna, wê edebiyata dinyayê ya bedew îro ne ewçend bedew bûya.

Herçiqas navên jinên kurd di nav lîsteya nivîskarên jin ên dinyayê de tunebin jî, lê li gora çavkaniyên gerok û misyonerên ewrûpî, jinên kurd ne wek jinên cîranên xwe girtî bûne; ew vekirî, desthilatdar û di civatên mêran de xwedî gotin bûne. Ew hisî bûne, dane dû dilên xwe, ji bo evînên xwe nihurandine; guliyên xwe kirine hefsarên hespên hezkirên xwe, bazinên destên xwe ji hespên wan re kirine nal û di oxira evînên xwe de bav û bira kirine qurban. Wan gelek caran evînên dilên xwe bi gotinên xwe ên dilşewat hûnandine, bi awaz kirine û xwe lê berdane. Ew bi anonîmîtiya xwe, bi hunera xwe ya bilind, di edebiyata kurdî ya devkî de bûne kevirên giran. Giraniya wan ya di edebiyata nivîskî de jî hebûye, di dema xwe de bi nivîskarên mêr re qayiş kişandine, lê ji ber gelek sebeban negihiştine roja me.

Mele Îsmetê (Kiliçaslan) rehmetî, bi xebata xwe ya mitewazî, di bin sernava “Edebiyata kurdî ya klasîk” de, (Nûdem No: 40- 2001) navên çend jinên şaîr dide. Ew di “Dugela Deylemî” de navên Calele Xanim, Şaxweşîn û Fatme Xanimê dide.  Di “Dugela Erdelanî 1220-1869” de jî navên Nêrgiz Xanim, Semen Xanim û Mestûre Xanimê bi lêv dike. Herçiqas em îro ji berhemên van xatûnên ku demekê bi edebiyata xwe ya bedew ronahî dida civata me bêpar bin jî, dîsa hin nimûne ji edebiyata wan bi delkan be jî gihîştine roja me.

Lê ev têr nake, hewcedariya edebiyata me ya nûjen bi nivîskarên jin heye. Digel ku ez di hin kitêb, kovar û malperan de pêrgî nivîskarên jin têm jî, dîsa pir kêm in. Kêm bin jî ez lê radiwestim, bi baldarî û bi kelecan dixwînim û jê têr nabim…