Navên Kurdî û Amcalar Teyzeler

Rojekê min zarokek dît û mam heyirî. Ez jî zarok bûm, lê ew çend salan ji min piçûktir bû. Tişta ku ez lê mam heyirî parçeyek cilê li xwe kirî bû: Şalwarek lê bû. Heta wê rojê min dîtibû ku tenê kalan, zilamên wek bapîrê min salmezin, şalwar li xwe dikir. Heta bi mêrên wek bavê min navsere, çil-pêncî salî jî, van şalwarên fireh, jora wan wek telîs fireh, devling wek goreyekê teng,  li xwe nedikirin. Evana bêhtir şalên qumaş li xwe dikirin, ên ku ji navtengê heta gûzekê çi bigire wek lûleyeke sobeyê riprast dadiketin, ku di nîvê vê lûleyê de –eger em li ser teşbîha xwe herin –, li texma çokan, enîşkek hebû û li wê derê şal bi awayekî kevankî firehtir dibû. Ji min werê bû ku kengî bavê min bihata ‘emrê bapîrê min wî dê nema van şalan li xwe bikira û ji dêvla wan şalwarekî ji evanên kalan li xwe bikira. Meseleya şal û şalwaran bo hişê min î piçûkaniyê tenê meseleya temen bû. Û ji bo vê yekê ez dimam heyirî: Çawa piçûkekî di ser qonaxa temen re qevaztibû û ev kategorî binpê kiribûn?

Salan da pey salan, bavê min û hevalên wî jî bûn kal, lê yekî ji wan jî dev ji wan şalên xwe yên wek boriyan berneda û lingê xwe di şalwaran ranekirin. Nexwe weku ez difikirîm mesele ne temen bû? Li beramberî vê, kalên bi şalwar tevî şalwarên xwe yên fireh xatir ji dinyayê dixwestin û diçûn. Nizanim wî piçûkê wê rojê îro çi li xwe dike, lê êdî pê ewle me ku ez ê di ti temenekî de şalwaran li xwe nekim. Vêga difikirim ku kalê min dema di temenê bavê min de bû jî şalwar li xwe dikir, û dema di temenê min de bû jî, û dema di temenê wî zarokî de bû jî. Tişta ku ji bo wî normal bû ji nişka ve ji bo me bûbû anormalî. Bi vê pêla nû şikestek li zincîreya kulturî diket, babetek ji xelekekê derbasî xeleka dî, ji nifşekî derbasî nifşê dî nedibû. Hin kesên wek wî zarokî jî weke xelekeke ji zincîra xwe qutbûyî ji pa’re, di anakroniyeke ecêb de, tenya û hesarge diman. Parçeyeke kulturê ê ku ji adet diket, dawiyê li ser kî bûya bi wî ve dima, dibû nîşana wî, heta ku wî nifşî ew bi xwe re dibir. Ew nifş jî çiqas diçû pîr dibû û ew parçe tenê wan û bi wan re pîrbûn û kevnbûn dianî bîra mirov.

Di baweriya min de qedera ziman jî hinekî werê ye. Şalwar mînakeke çawa be di serboriya me ya cilûbergan de, di ziman de jî navên taybet xwedî çarenûseke wisa ne. Gelek caran mirov ji min dipirsin: Em ji zarokên xwe re li navekî bi kurdî digerin, ka tu çi pêşniyar dikî? Û gelek caran dibihîsim xelk gazinan dikin û dibêjin: Kurd navên kurdî li zarokên xwe dikin û bi wan re bi tirkî diaxivin, berê navê zarokan bi erebî bû lê zimanê wan kurdî bû, zarokên îro navên wan bi kurdî ne lê gotinekê bi kurdî nizanin… Karesata nemana kurdî agirê van gazinan dadide û dizanim ji kezebeke şewitî dertên. Lê ev babet muhtacî çend pirsên dî ye jî: Gelo bi rastî jî navê Rojbîn bi kurdî ye lê ê Ehmed ne bi kurdî ye? Tişta ku navekî ku kurdan hezar salan li xwe kiriye û du helbestkarên wan ên herî mezin û qedîm pê nasraw in neke kurdî û yekî ku deh-bîst sal e derketiye dike kurdî çi ye? Etîmolojiya peyvan? Nexwe wê çaxê çend navên kurdî hene di tarîxê de ku kurdan li zarokên xwe kirine? Eger mesele kok be dema peyva “roj” pêşî derket em çi bûn? Reh û resenî çi be jî mêjû û rabirdû aîdiyetekê çêdike û bi min ji aliyan ve Ehmed dikare ji Rojbîn pirtir kurdî be.

(Ligel vê, hewldan û helwesta ku Rojbîn dixe nav kurdî û serboriyekê dide destpêkirin jî heja ye û dibe ku tarîxeke dirêjtir jî wiha dest pê bike. Û di vê bobelata ku kurdî daye ber xwe û dibe de bi peyvekê be jî gavek e ber bi hawara ziman de.)

Û tişta ku Ehmed li hember Rojbîn nemeqbûltir û bêrewactir dike jî bi min ev mêjû û rabirdû ye. Van navên kevnar tenê kesên pîr, kal, navsere, xal, met, xaltî û mirovên ku ji bo jiyana me ya nû nabin model tînin bîra me.  Taybetmendiyeke hevbeş a navên kurdî ên vê dawiyê ku dibin mijara behsê ew e ku ev nav nû ne. Weke di mînaka şalwaran de, bi hilbijartina van navan jî daxwazek heye ji bo nehiştina şopên ku kevnarî (û pê re rebenî û pîrbûnê)yê di bîr tînin. Çunkî navê Remezan,  Evdilmecîd, Mehmûd ne tenê zimanekî biyanî, her wiha kevnbûn û pîrbûneke ne xweş tîne hişê nifşê nû. Em difikirin ku bi navê Remezan, Evdilmecîd, Mehmûd zarokê me di piçûkaniya xwe de dê bibe wek kalekî dest bi gopal yan navsereyekî gundî û di nav nifşê xwe de bi navlêkên wek Remo, Evdo, Miho  were hetikandin. Di aliyekî hişê xwe de em hizir dikin ku ji bo ku bibe Hemed, Remezan, Şemsedîn jî şertekî temenî heye û lazim e zarok bigihêje wî ‘emrî. Helbet gava nav kevn bibin, zincîreya wan jî ji kevnî û rizîbûnê bişkê û kevnbûna wan tenê wek kêmnirxî be, kurtkirina navan a ku di zimanên dî de şîrîniyê dide jî dê di wî zimanê de bibe tahlî. Em dikarin bi rihetî sersam bibin ji bo van kurtkirinan: Juan-Juanito, Carmen-Carmenita, Elizabeth-Liz, Robert-Rob, Michael-Mike, William-Will… Çunkî evana îro di nav kulturên pêşketîtir de temsîl dibin. Ji ber ku zimanê kurdî ji ava xwe ya heyatê, ji xezîneya xwe ya kulturî, ji konteksteke dewlemend û likar bêpar e, rewşeke navan a şîrîniyê jî namîne û heta dê û bav di hilbijartina navan de dîqat dikin bo ku navekî ku neye kurtkirin bidin zarokê xwe. Dibêjin, “em filan navî bidin zarokê xwe hevalên wan dê wiha navê wî xera (kurt) bikin û henekê xwe pê bikin.”

Vê şerpezetiya zimanî giriftî di komeke dî a navan de jî çêkiriye. Ew jî koma navên merivantî (xizmatî)yê ye, ku di vir de weke di babeta jorîn de meseleya neaxaftina kurdî jî tine. Di nav gelek merivên (xizmên) ku bi kurdî diaxivin de jî navên merivantiyê bi tirkî êdî tên gotin. Êdî ti keçik naxwaze xweha wê jê re bibêje “xûçê/xwişkê” dixwaze bibêjiyê “abla”, ti yek naxwaze xwarziya wê jê re bibêje “metê” yan biraziya wê jê re bibêje “xaltî/xalet”, çunkî xûç û met û xaltiyên di hişê wan de tev bi fîstanên kevn, nexwende û pîr in, dayik xwe wek “Anne” didin nasîn ji zarokên xwe yên ku bi wan re bi kurdî jî diaxivin. Kur, xort, mêr, qewîtî li zar, bira, xwarza  û birazayan dikin ku ew “Baba” “Abi” “Dayı” û ”Amca” ne.  Çunkî Abla, Amca, Teyze, Dayı giştûk di cîhaneke nû û pêşketî, geş û bihêz de temsîl dibin, lê xwişk û bira û xal û xaltî giştûk wek şalwarê dawî ê li kalê me yê dawî sinyalan ji cîhaneke kevn, bêhêz, çilmisî, kirêt dişînin. Her kes dixwaze xwe li peywendeke ku jê hez dike bi cî bike û kes di kurdî de wê xweşî û stariyê nabîne.