Erdoğan û Ruhanî ji bo çi bi hev re serdana Rûsya dikin?

Weke eşkereye hefta borî pressekretarê Putîn, Peskov ragihand ku wê roja 22.11.2017  serokkomarê Îran û Tirkiyê Ruhanî û Erdoğan wê serdana Rûsya bikin û li bajarê Soçî wê bi serokkomarê Rûsya V. Putin re hevdîtin pêk bînin. Gelo xêrê weha ji nişka ve Ruhanî û Erdoğan serdana Rûsya dikin? Ji ber Erdoğan beriya çend rojan serdana Rûsya kir û bi Putîn re hevdîtin pêk anî çi pirs hebûn ji xwe peyivîn û di çi de li hev kirin û nekirin bi tevahî behs kirin, ez ne bawerim di heftiyekê de guhertinek di wan tiştên li hev kirin û nekirin de çêbûbe. Weke eşkereye Erdoğan di serdana xwe ya beriya heftiyekê de ji Rûsya deste vala vegeriya yek ji işaretên esasî ku deste vala vegeriya ew bû ku beriya Erdoğan serdana Rûsya bike bi çend rojan pirsa PYD ku nekeve civînên ji bo çareseriya Sûriyê, pirsa Efrînê û başûrê Kurdistanê ji devê wî ne diket. Her gef li kurdan dixwar çi kurdên rojava çi jî kurdên başûr. dervî vê ya Putîn û Tramp li civîna APEC li Vîetnamê hevdîtin kirin û beyaneke muşterek derbarê Sûriyê de belav kirin û gotin çareseriya pirsa Sûrî ne leşkerî siyasî ye. Naveroka beyanê li dijî Îran û Tirkiye bû, ji ber beyana Putîn û Tramp ji bo çareseriya Sûrî civîna Cenêv weke esasî girtin ev tê wê wateyê ku Tirkî û Îran dervî protsesa Sûriyê hiştin. Piştî vê beyanê. Tramp ji rojnamevana re got; "Ewê li dijî hevkariya DYA û Rûsya ne ehmeq in.” Tramp li vir qesda wî ew ê li DYA ku dijberiya wî dikin ji wan re got. Ji beyanê tişta tê fam kirin, operasyona ANGLO-SAXON li başûr kirin, terefên dijî Tramp bûn. Ji ber ji beyana Putîn û Tramp eşkere dibe ku dixwazin tesîra Tirkiye û Îranê li herêmê zeîf bikin. Operasyona ANGLO-SAXON li Kurdistana Başûr Îran xurt kir. Beriya Erdoğan serdana Rûsya bike li balafirxana Stenbolê beyanek li dijî vê beyana Putîn û Tramp da û got; ’’Madem çareserî ne leşkerî ye bila Rûsya û DYA leşkerê xwe ji wir bikşînin’’ xerîbî ew e ku piştî 5 seata ku giha Rûsya û bi Putîn re hevdîtin kir û paşê derketin pêşberî rojnamevana. Erdoğan hiç behsa PYD, civîna ku li Rûsya dibe ku PYD û ENKS jî hatiye dawet kirin, behsa Efrînê her weha behsa Kurdistana Başûr û S.400 hîç nehatin kirin. Bilaks dijî beyana xwe ya berî 5 seata li balafirxana Anqerê dabû ku li dijî beyana Putîn û Tramp a Vîetnamê got; ’’Em piştgirî didin vê beyanê.’’ Tişta ku Rusya ji Erdoğan re ’’jest’’ kir rê ji firingiyê wan re vekirin. Dervî vê diyare Rûsya bi wan da fam kirin ku PYD û ENKS wê beşdarî civîna li Rûsya û a Cenêv ji bo Sûriyê bibin, Efrîn nabe hûn mudaxele bikin, di paşeroja Sûriyê de kurd divê xwedî statuyekê bin, peyman û hevkariya me bi Başûrê Kurdistanê re wê dewam bike. Her weha behsa pirsa roketên sîstema parastinê  S-400 jî ne bû. Diyare yek jê Tirkiye welatên rojava û DYA şantaj dike bi beyanê ku wê S-400 bikirin a dudoyan bi awayê tirk dixwazin rûs naxwazin bifiroşin tirka. Ji ber tirk ne roketa dixwaze teknolojiya roketan jî dixwaze ku piştî du salan li Tirkiyê van roketan çêkin Rûsya ji wan re got ew roketa difiroşin ne teknolojiyê. Diyare pirsa S.400 jî ket avê. Weha diyare ev pirsên li  jor min behs kirin ku Tirkiye ji Rusya deste vala vegeriya û metirsiya wan a mezin ew e ku kurd li rojava jî ber bi desthilatdariyê  diçin. Erdoğan piştî ji Rûsya vegeriya pir zû hawara xwe gihand Ruhanî ku kurd ji kontrola me derdikevin û ber bi desthilatdariyê ve diçin. Ji ber wê jî dixwazin bi hev re biçin Rûsya zorê bidin Rûsya ku di van pirsên jor de helwesta xwe bi guhere û dev ji hevkariya bi DYA re berde. Lê tişta xerib ew e ku pressekretarê Putîn Peskov ji rojnamevana re got; ”Civîna Putîn bi Ruhanî û Erdoğan re tu eleqa wê bi pirsa civîna çareseriya Sûrî ku wê li Rûsya bibe nîne.’’ Rûsya ji wan re dide rêdan ku dê di helwesta xwe de wê tu guhertina neke. Ji 4 sala vir de her dibêm di pirsa herêmê de û bi taybet di pirsa kurd de konsesûsek an peymaneke bi dizî di navbera Rûsya û DYAê de heye. Her ku pirsa herêmê ber bi fınalê de nêzîk dibe ev hevkariya DYA û Rûsya hin bêhtir eşkere dibe. Niha pirsek ku dikare vê hevkariya Rûsya û DYA frên bike ew jî nakokiyên nav dezgehên DYA ye (Nav pentagon, CIA û Qesra Spî ye) Tramp evê ya li Vîetnamê piştî beyana bi Putîn re eşkere got ku; ’’Ewê li dijî hevkariya Rûsya û DYA ne di pirsên globalde ehmeq in!’’ Siyaseta Rûsya di derbarê kurdên rojava de siyaseta wan a 1970î a li Iraqê tîne bira mirov wê demê jî Rûsya navbênçî bû di navbera tevgera başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de ji avakirina otonomî ji kurdan re li Iraqê. Wê demê jî Îran û Tirkiyê mudaxele dikir, ji Iraqê re digotin otonomî nedin kurdan ev di bîranînê yek ji nabênçiya Y. Prîmakov de eşkere dibe, niha jî Îran û Tirkî dizanin di peşeroja Sûrî de rûs biryar didin  ji ber wê vê daxwaza xwe ya 1970î ji Iraqê kirin niha dixwazin ji Rûsya bikin. Lê bê fêdeye niha di pirsa Kurdistanê de ’’Tîr ji kevanê derketiye’’ an  ’’cin ji şûşê derket’’ Tirkiye û Îran hew dikarin rê li ber kurdan bigrin. Ji ber pirsa kurd ji dest kurdan û dest tirk û Îranê derketiye. Statû ji bo kurdan li herêmê di berjewendiyên Rûsya û DYAê de ye.