Navê Dapîra Min

Salên dûr û dirêj min navê pîrika xwe (diya bavê xwe) nizanibû. Di temenekî ciwan de miribû û piştî wê kalê min jineke dî neanîbû. Kalê min karibû ‘emrê mayî ê ji sed salên temenê bêyî jinekê, bi navê xwe yê di tewangekê de hesarge mabû derbas bike: Sêlim. Heceke bi rêwîtiya mehan a di serdemeke dêrîn de ew kiribû Hecî Sêlim, lê ji bo min û ji bo bi sedan nevî û nevîçirkên wî tenê navekî wî hebû: Kalo. Di gumana min de îro ji min pê ve ti kes nizane ku navê wî yê xwerû ê rastîn Salim e, lê ji ber tewanga ku demên xwe yên dawî dijiya li gundê me ev nav heta dawiya emrê wî û heta ku dinya hebe tewiya, bû Sêlim, dû re li ber destê memûrekî tomara nifûsê bû Selim (bi tirkî wek Selîm tê xwendin), û neviyekî ku xwestin navê wî lê bikin ji dêvla Salim bû Selîm. Roja ku tewang ji gundê me rabû, navê her kesî tewandî ma û nema rast bû; halê xwerû nema hat bîra kesî.

Berevajiyî xal û ap û met û xaltiyan navek ne lazim bû ji bo işaretkirina bi kal û pîran. Kêm caran dema pîrika min biketa qalê, bavê min digot “ca (diya) min…” û ji ber ku min hîç xwarza, biraza yan hevaleke wê nedît min hîç nebihîst ku navê wê di nav xeberdanekê de derbas bû. Miriyeke kevn û dûr bû, wek hawê mesele û bîranînên li ser wê jî nema bûn, yan ji bîr çûbûn. Wêneyekî wê tine bû. Eger bihata hişê min, tişta ku min didît rismê jineke wek pîrika min a dî (diya diya min) bû, lê rûyê vêya ne kifiş bû. Piştî ku ez bûm yekî xwende çi cara karekî resmî ê bavê min derketa yan agahiyên nasnameya wî pêwîst bikira çavê min li navê wê yê ku tiştek dernedibirrî diket: Hani (bi xwendina tirkî dibe Hanî). Çi cara ku min digot ma navekî wiha dibe, bavê min ti carî nedigot ku di nivîsînê de filan xeletî hatiye kirin û rastiya wê jî diviya wiha wiha bûya. Hew dê bigotana, “Ez çi zanim, navê wê wiha bû.”   

Navê pîrika min ê rastîn Xanê bû. Tişta ku Xanê dike rastî û Hani dike xeletî meseleya cudahiyên alfabeyên tirkî û kurdî ye. Du herf û dengên kurdî ên ku di tirkî de tine bûn navê pîrikê kiribû sosretek. Di alfabeya kurdî a ku Celadet Bedirxan ji ber a tirkî girtibû û saz kiribû de ji bo herfên di kurdî ên di tirkî de tine bûn işaretên “x,w,q…” hatibûn destnîşankirin, lê ji ber qedexeyan ev tîp di ewraqên resmî de nedihatin bikaranîn, heta ku di 2013yan de bi “qanûnnameyeke demokrasiyê” serbestiya bikaranîna wan hat misogerkirin. Nizanim vê qanûna ku siyasetê hinekî ew di ofsaytê de hişt di pratîkê de navê çend însanan ‘rast’ kir; lê min hê nasnameyek nedîtiye ku ji wan herfên kurdî yek tê de hatibe bikaranîn.

Eger qeder bi rengekî dî hatibûya ristin û rihmetiya Xanê ne pîrika min bûya lê keça min bûya û min, bi ihtîmala herî baş û awayê herî hêsan, navê wê bi alfabeya kurdî li nasnameya tirkî dabûya nivîsîn gelo dê çi bibûya? Gelo ji bo wê û ji bo kurdî, vê yekê dê geşbûn û rihetiyeke çawa bianiya pê? Di rismê ku tê ber çavê min de hê jî rûyê Xanê diyar nabe, lê tiştên ku dê bên serê wê pir xweş dikarim texmîn bikim: Mamosteyê wê dûr nêzîk dê fahm bike ku navê wê wek ‘Ksane’ naye xwendin lê hevalên wê yên ku nema bi kurdî dizanin dê bang bikinê ‘Hanê!’, dema li bankeyê navê xwe bibêje, dema di telefonê de bi operatora xeta xwe ya telefonê re qise bike dê dinya wî alî bibîne heta ku navê xwe bi wan bide fahmkirin (“herfa pêşî ‘îks’ e,” dê bi neçarî bibêje, ji ber ku bajarekî bi wê herfê dest pê dike tine ye li Tirkiyê, “a dawî, kumikek li ser ‘e’yê heye”), lawikê li Starbucksê dê ti carî navê wê rast nenivîse li ser xarîfa wê ya qehweyê, ew ê bi xwe dev ji ‘Xanê’ berde û bibêje ‘Hani’ ji dezgedara Mangoyê re a ku navê wê bipirse ji bo ku fatûreya wê ya kirrînê derxe. Wê çaxê ez ê jî weke gelek dê û bavên kurd, ez ê çavên xwe li navekî dî bigerînim ji bo zaroka xwe, navekî ku van herfên kurdî ên ku me ji bo wan xwe diperitand tê de tine bin, navekî ku di tirkî de jî bê gotin û nivîsîn, û ez ê jî bihêlim navekî dî ji kurdî bişemite here, ez ê jî tişta ku qedexeyan ji xwe re kiribû armanc bi qîma xwe, bi azadî û serbestiya ku me bi dest xistiye pêk bînim.

Heta ku qadeke ku tê de bijî, geşe bide, xwedî hemû wechên mane, rewac û tedawula xwe be nebîne, Xelîl dê di nasnameyan de navê xwe bikin Halil, Welat dê bikin Velat, Qenco dê bikin Kanco. Kurd dê ti carî nebe xwedî navekî û çîroka me ya ku em ne dikarin bibin tirk ne jî dikarin bibin kurd dê bi gosirmetên qiyametî misêwa dubare bibe. Nizanim çend kes dizanin ku navê Bahman Ghobadî Behmen Qubadî ye, navê Abbas Vali Ebbas Welî ye, Amir Hassanpour Emîr Hesenpûr e. Nivîsîna van navan bi vî hawî li ser filîm û kitabên van rewşenbîrên kurdan ne ji ber ti qedexeyê ye. Sebebeke wê tercîha van navan a alfabeyên îngilîzî be, sebeba dî a hê girantir ew e ku serbestiya ku me heye –û hin caran em daxwaz dikin– di rastiyê de têra tiştekî nake, tenê derfetê dide ku resenî bê xirecir bifeşkile û ziwa bibe. Lutosławskiyê polonî, Leoš Janáčekê çekî di qada navnetewî de bi işaret û nivîsîna resen a zimanên xwe tên naskirin ji ber ku serbestiya wan xwedî bingeheke bihêz e, Javierê Spanyol çi carî nabe Khavier ji ber ku xwediyê van zimanan ji mêj de zanibûn ku wan ne tenê serbestî, wan hêz jî divê. Lê ê me serbestiya bêhêz herfên me li derveyî malê stûxwar kirin, kurdên ku li Tirkiyê çarneçar Qubadî wek Gobadî bi lêv dikin, ihtîmal e siberoj Bextiyar Elî jî wek Baktiyar Alî bizanin û bi lêv bikin piştî ku kitabên wî yên di zimanên Ewropî de dîtin. Di çîrokên periyan ê pêşerojê de vebêjekî kirh dê ji bo me kurdan wiha bibêje: “Tiştên ku digotin nizanibûn binivîsin, tiştên nivîsî nizanibûn bixwînin.”