Rojhilata Navîn ya Nifir lê bûyî!

Ji roja roj de, ev herêm dikele û serê zarokên xwe dixwe. Di dîroka wê ya dûr û dirêj de ku bi hezarên sala ye, mirov tenê salekê aramî û aştî tê de nabîne. Her dem ev herêm meydana şer û cengê bû û niha jî wisa ye. Tim di golên xwîna zarokên xwe de digevize û niha jî wisa ye. Ji xwe, qaşo cihê şaristanî, ol û pirtûkên pîroz e û xwedî dîrok û rojeveke reş û bi xwîne, eger ne wisa ba, rewşa vê herêmê ku navê wê rojhilata navîne, dê çawa ba?

Berî û piştî zayîna pêxember Îsa, meydana şer û cengê bû. Berî û piştî zayîna pêxember Mûhammed, dîsa ev herêm wisa bû. Tevlî ku ev her sê olên esmanî dibêjin: Em ji bo aştî, azadî, wekhevî û xweşiya jiyan û mirovatiyê hatine, lê ev ol nedikarîn mirov û mirovahiyê ji zilm, zordarî û koletiyê ji şer û pevçûnan rizgar bikin.

Hema piştî mirina pêxember Mûhammed, nakokî û pevçûn di navbera hevlên "Sehabî" yên wî de rûdan Osman, Omer û Elî... û bi dehan ji sehabiyên pêxember hatine kuştin. Di serdema Emewî û Abbasiyan de, aş û destarên şer û cengê ranewestiyan û bi sedhezaran kes hatine kuştin. Her wisa heta em bighêjin serdema Megol, Tatar, Selçûqî, Osmanî û Sefewiyan ku mirov nikare kuştiyên di şerê navbera wan de çêbûn, bihejmêrê.

Ez tekez nakim lê dibêjin: Ew dema ku ev herêm di bin destên frensî û îngilîzan de bû, belkî kêmtirîn dema şer, mirin û kuştina mirovan bû.

Di sala 1945an de şerê cîhanê yê duyemîn rawestiya. Lê piştî rawestandina vî şerî bi sê salan, di 1948an de şerekî din li rojhilata navîn li Filistînê di navbera ereb û cihûyan de rûda. Ew şer geh sar dibe, geh germ de, lê bi dawî nebûye û li şûna vî şerî, aştiyê cihê xwe çênekiriye.

Piştî şerê Filistîne bi 8 salan, ango di 1956an de, şer li Misrê rûda. Piştî şerê Misrê bi 6 salan, şer li Yemenê di sala 1962an de rûda û heta 1970yî berdewam kir.

Di sala 1961ê de şer di navbera kurd û rejîma Iraqê de rûda û di gelek qûnaxan de derbas bû. Di sala 1967an şerê Îsraîlê li hember sê dewletên ereban; Misir, Urdun û Sûriye destpêkir û her sê dewlet têkçûn. Piştî vî şerî, şerekî navxweyî di navbera rêxistinên şoreşger yên Filistîn û rejîma Urdunê di sala 1970ê de rûda. û di sala 1973an de şerê Misir-Sûriye li dijî Îsraîlê destpêkir. Di sala 1975an de şerê navxweyî li Lubnanê rûda û heta 1990î berdewam kir. Di sala 1980î de şerê Iraq û Îranê destpêkir û 8 sala berdewam kir. Ji salên 1983-1985-1988 heta 1991ê komkujiya "Enfal"ê ya rejîma Sedam Husên li dijî kurdan berdewam kir. Di sala 1982an de Îsraîlê Lubnan dagir kir. Ji sala 1984an û vir de, Tirkiye şerekî navxweyî dijî, lê li xwe mikur nayê. Heta niha, ne ji kurdan ne ji tirkan, kesek nikare fatoreya vî şerî bi rastî, zelalî û wêrekî bîne ziman.

Di sala 1991ê de şerê rizgar kirina Kiweytê ji dagir kirina Iraqê bi serkêşiya Amerîka, rûda û ji wê salê û heta 2003an, Iraq di bin ambargo ya civaka navnetewî de bû. Di Adara 2003an de şerê li hember rejîma Sedam Husên despêkir. Piştî têkbirina rejîma Sedam, şerê navxweyî yê tayifî û mezhebî di navbera Şî’ya û Sunne de rûda û heta niha berdewam dike. Di sala 2006an de şer di navbera Hizbullah û Îsraîlê li ser erdê Lubnanê rûda û di sala 2008an de şer di navbera tevgera "Hamas" ya Filistînî û Îsraîlê li Gazzeyê çêbû.

Di sala 2011an li Sûriyê gel li hemberî rejîma Beşar Esad serî hilda û rejîm, ji wê salê heta niha, Sûriye kiriye zindan û goreke giştî û vekir. Sûrî xiste nava gola xwîne.

Sala 2014an rêxistina terorê ya DAIŞ derket bi welatên rojhilata navîn ket û bi DAIŞê re şerê cîhanê yê li dijî terorê ji Afganistanê berê xwe da rojhilata navîn û hevpeymaniyeke navdewletî li dijî DAIŞê çêbû û Kobanî, Menbic, Mûsil, Raqe... hwd ji DAIŞ.

Rêxistina DAIŞê kêferata mirinê dijî. Ez guman dikim, piştî DAIŞê dê dora Îranê bê. Ji ber ku Îran har bûye û êdî dixwaze vê cîhanê tev bixwe. Ango ev destkeftên Îranê ku piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên bi dest xistin, hino hino, dê winda bike. Ji sala 1988an û vir de, Îran tu şer nejiyaye û tim ji dûr ve, pif kiriye şeran û gur kirine. Ji sala 2003an û vir de, Îran ji qûnaxa xwe parastinê derketiye û ketiye qûnaxa êrîşê. Iraq, Yemen, Sûriye û Lubnan dagir kirine. Belkî ji sala 2003an heta 2017an ev "tir" ji Îranê re ma, lê heta hetayê ev "tir" ji Îranê re namîne û gerek nemîne.

Li gorî bûyer û şerên di dîrok, rojev û dahatûya rojhilata navîn de, mirov dibêje qey ev herêm Xwedê nifir lê kiriye ku tu carî nebûye warê aştî û aramiyê!