Lütfi Özkök

Lütfi Özkök di sala 1923an de hatiye dinyayê û di salên pêncî de jî ji bo xwendinê berê xwe dabû Parîsê. Parîs wê demê li gora lîteratura ewrûpî Mekaya nivîskar, resam û rewşenbîran bûye. Piraniya şaîr, nivîskar û rewşenbîrên dinyayê xwe li Parîsê digirtin û li Parîsê di cîhana xwe ya afirandinê de diliviyan.

Ji bo hin nivîskarên dinyayê, welatê wan û zimanê wan têra wan nedikir û wan bawer dikirin ku ew dikarin bi riya Parîsê li dinyayê vebin û ancax bi riya zimanê frasizî kapasîteya xwe ya entelektuelî bilind bikin û gerdûnî bibin.

Yek ji nimûneyên naskirî “Li benda Godot” ya Samuell Beckett e. Samuel Beckett jî wek Lütfi Özkök bi ciwanî berê xwe dabû Parîsê da ku li Parîsê bi riya edebiyatê cîhanine nû li cîhana heyî zêde bike û ew cîhan jî bi fransizî lê zêde kir. Bi wê cîhanê kir ku em hemû li benda Godot rawestin. Ji xwe hûn bi serpêhatiya Milan Kundera jî dizanin, lê dibe ku haya we zêde ji serpêhatiya Lütfi Özkök tunebe. Lütfi Özkökê ku di sala 1950î de bi niyeta çend salekî ji bo xwendinê berê xwe dabû Parîsê, li unîversîteyeke Parîsê ket xefka evînê û dil da keçeke swêdî ya bi navê Anne-Marie. Jê û pê ve Anne-Marie bû her tiştê Lütfi Özkök; bû hezkira wî, hevala wî, welatê wî û heta zimanê wî. Ew li wê hêlînê lûsiya û di wê hêlînê de ma. Piştî xwendina xwe ya li Parîsê ew li welatê xwe venegeriya, wî bi evîna xwe re berê xwe da welatê wê. Wî bi du zimanan berê xwe da Swêdê; bi tirkî û fransizî. Ew hingî di du cîhanan diliviya, di ya tirkî û ya fransizî de. Lê deriyê cîhaneke nû li ber vedibû, wî ê li vê cîhana nû, cîhan dagir bikira. Ew hatibû welatê Nobel; li vî welatî bi navê Nobel xelata edebiyatê ya herî bi prestîj dihat belavkirin. Wê akademiya Swêdê jî hingî di bin tesîra pîvana entelektueliya fransizî de mabe, loma wan xelata Nobel ya pêşî di sala 1901ê de da nivîskarê fransiz Sully Prudhomme.

Her xelatgirekî Nobel yê edebiyatê bi tenê dikarin carekê vê xelatê wergirin, lê bi dehan fîgurên portreyên Lütfi Özkök ev xelat wergirtine. Ji xwe piştî ew bi hezkira xwe Anne-Marie re li Swêdê bi cih bûn, ew êdî bi dû nêçîra portreyên şaîr û nivîskarên dinyayê ket. Rast e ku wî bi xwe jî şiîr dinivîsandin; ji fransizî û vê dawiyê jî ji swêdî şaîrên bijarte wergerandine tirkî, lê ew li dû avakirina nasnaveke hostetiya portreyên nivîskaran bû. Ew welat bi welat, bajar bi bajar li dû nivîskarên xort ên hoste digeriya û pêşeroja wan di edebiyata wan de didît. Wî loma ew didan ber objektîva xwe. Wî hemû nivîskarî û jiyana wan ya şêrîn û tehl di portreyê wan de dicivand.  Bi riya çapemenî û navgînên edebiyatê jî radigihandin me. Te digot qey Lütfi Özkök bi wan portreyan ew nivîskar ji bo xelata Nobel ya edebiyatê pêşniyazî akademiya Swêdê dikirin. Ew portre ji akademiyê re dibûn çavkanî û piştî bi salên dirêj xwediyên portreyên Lütfi Özkök dibûn xelatgirên Nobel yê edebiyatê. Îro, gava mirov li lîsteya xelatgirên Nobel ên edebiyatê dinêre, mirov dibîne ku portreyên bi dehan xelatgiran ji objektîva Lütfi Özkök e. Ji Jean-Paul Sartre bigire heta Samuel Beckett; ji Pablo Neruda bigire heta Gabriel García Márquez; ji Eyvind Johnson bigire heta Tomas Tranströmer ji destên Lütfi Özkök derketine. Ji bilî xelatgirên Nobelê, wî portreyên bi sedan nivîskarên din jî girtine û ew bi objektîva xwe nemir kirine. Lütfi Özkök di salên xwe ên dawî de mîna piraniya sirgûniyan lê hatibû. Nexweşiya nostaljiyê dev jê bernedida. Ew bi xeyalên zaroktiyê li cih û warên berê vedigeriya. Lê zaroktî û xortaniya wî di ber wî re bihurîbûn û çûbûn. Ew nema dihatin zeftê. Hevalên wî hemû miribûn. Hezkira wî Anne-Marie jî xatirê ebedî jê xwestibû. Herçiqas sê zarokên wî hebûn jî ew li vê dinyayê tikûtenê mabû. Wî êdî nema dikarîbû namzetên xelatgirên Nobel ên edebiyatê jî bigihanda. Ew di nav hesabekî de vedigevizî. Lingekî wî li vê dinyayê, yek li dinyaya din bû. Gava cara dawî ez çûm serdana wî, min dît ku eynî mîna karakterê Vilhelm Moberg, Albert Carlsson lê hatibû. Ew bi rastiya jiyanê derdiket rêwîtiyên xeyalî û li zaroktî û xortaniya xwe digeriya. Niha ji wê ger û rêwîtiyê xelas bûye, di mijdara 2017an de li Stockholmê serê xwe danî û li welatê xerîbiyê ket xewa herheyî...