Rûsya û DYA di pirsa rojhilata nêzîk de, ber bi fînalê ve diçin?

06/11/2017 - 00:20 Kategori Raman

Weke aşkere ye tirdîtsîonel di vê sedsala dawî de her tim di navbera Rûsya û welatên rojava û DYA de li ser herêma rojhilata nêzîk û navîn bend û berberî heye. Her yek ji van aliya dixwaze nifûsa xwe li herêmê xurt bike, ev nakokî beriya şerê cîhanê yê yekemîn geopolîtîk bû, piştî şoreşa oktoberê ev nakokî rengekî nû girt bi rengê geopolîtk rengê îdeolojîk lê zêde bû ev protses piştî şerê cîhanê yê duyemîn nakokiya geoekonomîk jî lê zêde bû. Ev prosesa nakokiya sê alî heta têkçûna Sovyetê dewam kir. Piştî têkçûna Sovyetê heta niha rengê nakokiyê hate guhertin, niha nakokî geopolîtîk-ekonomîk e û em dikarin bêjin bêhtir jî geoekonomîke. Di vê nakokiyê de Rûsya herdem weke aktorekî esasî maye bes di cephê welatên rojava de guhertin dem dem çêbûye weke mînak berî û piştî şerê cîhanê yê yekemîn nakokî di navbera Rûsya, Almanya, Fransa û Brîtanya de bû, paşe beriya şerê cîhanê yê duyemîn rola Anglo-Saxons xurtbû û nakokî di navbera Rûsya û Anglo-Saxons de destpê kir ev di tifaqa Yalta 1945an de aşkere bû. Piştî şerê cihanê yê duyemîn rola Brîtanya zeîf bû DYA xurt bû. Nakokiya esasî di navbera Rûsya û DYA de carina Brîtanya xwe dide kêleka DYA hevkariya Anglo-Saxons çê dikin li hember Rûsya weke mînak niha. Divê neyê ji bîr kirin Kurdistan her dem  bûye cihê nakokiyê di navbera van herdû aliyan de. Nakokiya ser Kurdistanê di navbera van aliyan de di demên berê de antagonîst bû, niha ev nakokiya li ser Kurdistanê û ne bes li ser Kurdistanê li ser tevahiya cîhanê ne antagonîste, di vê nakokiyê de bêhtir pragmatîzm hakime. Her ku pirsa herêmê ber bi fînalê de biçe nakokî dikare xurt bibe lê divê neyê ji bîr kirin dikarin li hev jî bikin. Bi ya min DYA û Rûsya li ser Kurdistanê ji nakokiyê bêhtir wê li hev bikin ew li hev kirin jî bi ya min ji bo kurda wê xêr be. Bûyerên dawî ku projeya Brîtanya bû ku bi terefekî Saxonê bi DYA re li hev kirin ev bûyer li hember kurda kirin. Her kes dizanê niha DYA di nav xwe de ne li heve, Brîtanya ev bikaranî ji bo berjewendiyê Brîtanya û terefekî DYA (Saxon) bi Brîtantya re li hev kir. Ji bo wê tevgera siyasî a Kurdistanê divê xwe ji qalibê nakokiyên îdeolojîk a tradîtdîonel di têkiliyên navnetewî de xelas bike û siyaseteke pragmatîk bimeşîne. Ji ber niha her ku here bend û berberiya van welatên mezin wê li ser Kurdistanê xurttir bibe û ev ji bo kurdan baş e, ji ber ji kurda re mecala manewra bike çêdibe. Niha Rûsya û DYA pir aktîv her yek ji wan dixwazin kurdan bi alî xwe de bibin, kurd dikarin bi aqliselîm vê ya baş bikarbinin. Yanî hemû hêkê xwe nexin sepetekê, a ku di van çend salên dawî de ku serokatiya Herêma Kurdistanê pir baş dimeşand. Ku têkiliyên wan him DYA him jî bi Rûsya re baş bû a rast jî ew bû. Niha siyaseta DYA a derve ji ber nakokiyên hundir gelek tevlihev û bê istiqrare, lê Rûsya siyaseteke bi istiqrar û bi hesab dimeşîne. Her çiqas di çareser kirina pirsa Kurdistanê de rola esasî wê ev her dû dewlet bi giranî bilîzin lê gelek tişt ji kurdan jî tê xwestin ku çareserkirina pirsa Kurdistanê de bi xisarek hindik û rehettir bê çareser kirin. Niha li rojhilata nêzîk û navîn dost û dijmin pir zû têne guhertin kurd divê xwe ji suprîzên him pozîtîf him jî negatîv re hazir bikin, weke mînak bûyerên dawî. Niha Anglo-Saxons bi komploya dawî li hember kurdan kirin cihê xwe li Iraqê xurt kirin ku petrola Kerkûkê derxin bazara cîhanê an di ser Tirkiyê re an di ser kendava Basrayê de, Gelo peymana ROSNEFT bi kurdan re rê li ber Îngilîza digire ku petrola Kerkûkê di ser Kurdistanê de bibe Tirkiye, ji alîkî din de serdana Putîn a Tehrana 01.11.2017an gelo sînyalek bû ji Îngilîza re ku dixwazin rêya kendava Basra jî li pêşiya Îngilîz bigire? Ji ber  Rûsya bi Îranê re bi buhayê 35 milyar dolar peymana petrol û gazê îmza kir, ji aliyekî din ve niha 18.11.2017 li hember dijberiya dewleta tirk. Wezareta derve a Rûsya bi fermî PYD û ENKS vexwendin kongereya miletên Sûriyê ku li bajarê Rûsya yê ser Behra Reş Soçî dibe kirin. Kurd divê niha pir bi aqilselîm tevbigerin nêzîk ji vê krîzê rizgar dibin. Bi ya min ne berdewam kirina Birêz Mesud Barzanî a serokatiya Herêma Kurdistanê niha ne wext bû. Ji ber ji bo kurdan niha rola navdewletî a esasiye û cîhan jî çi DYA çi Rûsya birêz Mesud Barzanî maqul dibînin, niha bedîlê Mesud Barzanî nîne. Tişta di civatekê de herî talûke ew e, dema dil dikeve pêşiya aqil û li civata kurd pir heyf niha ew hakime hêvîdarim siyasermedarê kurd  xwe ji vê ya dur bixin û bi aqilselîm tevbigerin. Fereca xêrê nêzîk e.