Anglo-Saxons: Geoekonomîka-Polîtîka û Kurdistan

30/10/2017 - 14:16 Kategori Raman

Di hefta borî de bûyerên gelekî mezin li başûrê Kurdistanê rûdan. Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bi piştgiriya Îran û Tirkiyê û bi hevkariya Anglo-Saxons êrîşanîn ser Kurdistanêû çend navçeyê Kurdistanêdagirkirin. Weke Kerkûk, Şingal, Xaniqîn... Ev kiryar ji alî Iraq, Îran û Tirkiyene tiştekî xerîbе. Tişta xerîb a vê bûyerê ji alî Anglo-Saxons gelek xerîbe. Yek jê ku di van 20 salên dawî de Anglo-Saxons xwedêgiravî hevpeymanê kurdan bûn li dijî ISê, a diduyan Anglo-Saxons weke stratejîk bi taybetî Îran dijberê xwe didît her weha li gel Tirkiyê divan 10 salên dawî de di gelek têkiliyên xerab debûn. Ev çi weha bû sebeb ji nişkave bi ”Dijminên xwe re hevkarî kirin li dijî dostên xwe yên kurd’’ helwest girtin? Pir aşkereye ev bloka li dijî kurdan ku ji Iraq, Îran, Tirkiye û Anglo-Saxons pêk hatiye ne hevkariyek saxleme her yek ji van aliyan tirba hev dikolin. Her çiqas her yekjivana hesabên wan cudabinjî lê liserdiberiya kurdan li hev kirin. Hesabê Îran, Iraq û Tirkiyê diyare, hesabê wan ew bû ku rê li ber dewleta kurd bigrin. Lê hesabê Anglo-Saxons cuda bû û çend alî bû. Di vê bloka Anglo-Saxons ku îngilîz û DYA ne her yek ji vana jî hesabên wan cuda bû. Hesabê DYA geopolîtîk bû, hesabê Brîtanya bêhtir geoekonomîk bû, armanca DYA ya sereke li herêma rojhilata nêzîk û navîn ew e ku nehêle nifûsa Rûsya li herêmê xurt bibe û li herêmê herdem tevlihevî hebe (şer û pevçûn) hesabê Brîtanya bêhtir bighêjin bîrên neft û gazê yên herêma rojhilata nêzîk û navîn. Ku weke tradttsionel vî heqî ji xwe re dibîne bi taybet petrola Kerkûkê. Ev siyaseta Brîtanya ji serdema Împaratoriya Osmanî her weha di şerê cîhanê yî duyemîn de xwedîtî li petrola Iraqê bi tevayî bi taybet li a Kerkûkê dikir. Piştî înqilaba Ebdulkerîm Qasim, di salên 1960î de êdî îngilîz ji Iraqê qewirandin. Piştî salên 1990î ku têkçûna Sovyetê jî firset dîtin û ruxandina Seddam Husên, Anglo-Saxons bi hev re careke din Iraq xistin destê xwe. Îngilîzan leşkerê xwe li nav ereban bi cih kirin. Diyare îngilîzan dizanîbûn ku kurd ji wan hez nakin û nerazîne, ji ber perçekirina Kurdistanê liser destê wan çêbûbû. Demeke dirêj şîrketên îngilîza yên wek BP heta van salên dawî wan petrola Kerkûk û Mûsilê bikardianîn. Bi taybet piştî sala 2014an petrola Kerkûkê ket kontrola kurdan û kurdan bi gelek welatên din re peymanên petrolê çêkirin û em dikarin bêjin mîktarek kêm ji petrola Kerkûkê di destê şîrketên îngilîzî de ma şîrketên welatê weke Almanya, Fransa her weha Rûsya dest bi derxistina petrola Kerkûkê kirin. Di van demên dawîde peymanên herêma Kurdistanê di warê petrolê de bi Rûsya re bi taybet petrola Kerkûkê, Anglo-Saxons gelek aciz kir bi taybet Brîtanya, DYA jî ji metirsiya firehbûna nifûsa Rûsya aciz bûn. Her weha Anglo-Saxons piştî niha ku IS xelas dibe xwestin roleke weke a ISê bidin kurdên başûr ku tevliheviyê li herêmê çêkin, serkirdayetiya başûr ev yek qebul ne dikir. Diyare bi kurdan dan fam kirin ku peymanên wan bi Rûsya re ne bi dilê wan e bes diyare kurdan guh neda wan û berjewendiyên kurdan yên milî parastin û rast kirin. Ji ber piştî tevliheviyên van du salên dawî hemû şîrketê Anglo-Saxons ji Kurdistanê derketin kurd bi tenê hiştin ji ber wê kurd ji xwe re li rêyên din geriyan petrola xwe bifroşin li vir Rûsya aktîv xwest vî karî bike. Dema Rûsya cidî dest pê kir Anglo-Saxons tirsiyan ku Rûsya him aborî dixwaze Kurdistana Başûr bigre him jî dixwaze nifusa xwe li Iraqê xurt bike. Jiber wê ketin nav tevgerek pir ecele ku rê li ber vê prosesê bigre. Ji ber vê bi dizî bi Iraq, Îran, Tirkiye û hinek terefê kurd re li hev kirin ev plana dawî li dijî kurdan çê kirin. Lê di rastiya xwe de ev plan beriya herkesî li dijî Rûsya bû her weha YA, Îsraîl, Misir, Siûdiya Erebî û hinek welatên xelîçê bû. Ne belasebeb beriya van bûyeran bi demek kin DYA digot peymanên Rûsya bi herêma Kurdistanê re kirine ewlekariya netewî a Rûsya eleqedar dike, dixwest bêje ji bo Rûsya gelek girînge. Her weha beriya çend rojan wezîrê derve yê Iraqê Ceferî serdana Moskow kir û li Moskow bi Lavrov re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê di preskonferensê de Lavrov li ber Ceferî got;”Rûsya pêbende bipeymanê herema Kurdistanê re her weha em difikirin karên xwe li herêma Kurdistanê berfirehtir bikin”. Ew sinyalek bû ji Anglo-Saxons û Iraqê re.Rûsya dev ji peymana li ser petrola Kerkûkê bi herêma Kurdistan re kirine bernadin. Niha şerê Rusya û Anglo-Saxons li ser Iraqê salên 1960î tîne bîra mirov. Dema Rûsya bi înqilaba Qasim re di rêya kurdan re Iraq xiste destê xwe paşê 1970î de bû nabêncî di navbera kurdan û Iraqê de kurdan fermî otonomî bi dest xistin. Niha her weha Îsraîl û YA jî nerazîbûna xwe li hember Anglo-Saxons dide diyar kirin. Ev proses tev dide rêdan ku kurd nêzîk ji vê krîzê rizgar dibin. Hêjayî gotinêye nîzama du a cîhanê di sala 1945an de bi tifaqa Yalta di navbera Sovyet-Rûsya û Anglo-Saxons de çêbû û bû sebebê têkçûna Komara Mahabadê.