Sîstema Tirkiye, Îran û Sûriye dibe eyalet piştre dibe otonomî û paşê?

Guhertinên li cîhanê û bi taybetî li rojhilata nêzîk û navîn. Welatên ku Kurdistan perçekirine mecbûr dike ku tedbîran bigirin. Weke aşkereye metirsiya van welatan ya herî mezin avakirina dewleteke kurd li herêmê ye. Ev dewlet nikarin texmîn jî bikin ku ev dewlet wê di perçakî tenê de mehdûd be, an Kurdistaneke mezin e, an du perçê Kurdistanê tenê ye. Van tev rê li ber wan şaş kiriye. Jiber wê, jî niha ev hersê welat ji bo bikaribin hinekî kurdên dibin destê wan de ne bisekinînin. Konjukturel wê pêşî li ser esasê coxrafî van welatan dabeşî eyaleta bikin ku hinek tîştên îdarî teslîmî eyaleta bikin. Heta dikarin meclîsa eyaleta jî ava bikin. Beriya demekê li Tirkiyê ji xwe munaqeşeyên weha dihatin kirin û di yasa bingehîn de ku vê dawiyê guhertin kirin sergirtîbe jî rê ji avakirina eyaleta re vekirine. Her weha Îran formel niha jî eyalet hene lê Îran ji niha de haziriyê dike ku mafê eyaleta zêde bike. Weke em dizanin di van demên dawî de cara pêşî waliyên kurd tayîn dikin. Ev sîstema eyaleta jî, ev hersê welat, ji bo haziriya eyaletên ser esasê etnîkî û olî ye (etnokonfeditsional). Van tiştan teva wê bikin ji bo ku rê li ber bigirin da kurd ji wan veneqetin, an hinek hêzên navnetewî kurdan ji wan veneqetînin. Ev dewletê Kurdistan perçekirine a niha jî bi dana otonomî heta federasyonê ji bo kurdan razîne, bes bi şertekî ku zirhêzên navnetewî garantiya ku kurd ji wan venaqetin an venaqetînin bidine wan, bi taybetî Rûsya û DYA. Lê weha diyare ne Rûsya ne DYA tu garantiya nadin wan. Ev hinekî serdema beriya şerê cîhanê yê yekemîn tîne bira mirov, weke peymana Sykes Picot di dema Rûsya Qeyserî, Brîtanya mezin û Fransa, împaratoriya Osmanî perçekirin. Îro ev dewletê Kurdistan perçekirine, di ne diyariyek weha de ne. Ji bo çi ev welat weha gav bi gav dixwazin rê li ber maksîmûm daxwazên kurda bigrin? Rast e ew nikarin bi cih fam bikin Rûsya û DYA di derbarê kurdan de çi dixwazin, bes wan baş fam kiriye DYA û Rûsya dixwazin sînorê navbera van welatên Kurdistan perçekirine kurd kontrol bikin, ji bo kurd kontrol bikin. Divê kurd desthilat bin, formê desthilatiya kurdan (Otonomî, federasyon, serxwebûn) wê çawa be ew ji bo van welatên Kurdistan perçekirine cihê pirsê ye.

Ji ber çi lazim e kurd sînorê  navbera van welatan kontrol bikin? Ji ber DYA û bi taybetî Rûsya metirsiya wan a sedsala pêşiya me ya herî mezin îslama radîkal e. Ev welatên Kurdistan perçekirine navendê xurtkirinê ne ji bo îslama radikal. Ji bo rê li ber van welatên Kurdistan perçekirine bê girtin û zeîf bibin bes kurd bi vê rolê dikarin rabin. Ku Kurdistan bi formên cuda yên îdarî bibe herêma tampon di navbeyna van welatên Kurdistan perçekirine de. Bi referandûma serxwebûna Kurdistanê û işaretê ku rewşa Sûrî ber bi zelalbûnê de diçe, dibe sebeb ku van welatan di pirsa eyaleta de ecele bikin. Heta ber bi avakirina otonomî de biçin pirsgirêkên herema rojhilata nêzîk û navîn çiqas nêzîkî fînalê bibe ew ê ber bi federasyonê de biçin. Wê li federasyonê bisekine an  na? Ji kurdan bêhtir bi DYA û Rûsya ve girêdayî ye. Aktîvbûna Rûsya van demên dawî di pirsa Kurdistanê de hîn bêhtir metirsî xistiye dilê van welatên Kurdistan perçekirine de. Weke aşkereye di vê hefta pêşiya me de 29ê cotmehê civîneke fireh di navbera dewleta Sûriyê, opozîsyona Sûriyê û kurdan de ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê û yasayeke bingehîn a Sûriyê li basa Rûsya a Himîmîn tê amadekirin. (Hêjayî gotinê ye di civîna ASTANA de Rûsya reşnivîsek yasaya Sûriyê amade kiribû û di wê yasayê de mafê otonomiyê ji kurdan re rê dabû) Niha jî bi zora Rûsya wezîrê derve ê Sûriyê Muelim beyan da ku Sûrî amade ye bi kurdan re pirsa otonomiyê guftûgo bike. Paşê heyeteke PYD serdana Moskow kir beriya heyeta PYDê heyeteke ENKSê serdana Moskow kir. PYD piştî serdana Moskow diyar kir ku ew amade ne bi dewleta Sûriyê re dest bi guftûgoya bikin ji bo otonomiye. Bes hêjayî gotinê ye Rûsya ji PYD û ENKSê xwest ku Rûsya dixwaze bi delegasyoneke kurd a muşterek dan û standina bike. Niha top li seha kurda ne. Niha dervî kurdên Rojava kurdên, Rojhilat û Bakur jî divê zend û bendê xwe tev bidin û xwe ji van guhertina re amade bikin. Divê ji niha de amade bin, ne ku pêl hat xwe tev bidin wê demê dikare astengî derkeve. Her weha Başûrê Kurdistanê dikare bibe alîkar ji bo perçeyên Kurdistanê yê din ku xwe bidin ser hev ji bo ku ji rewşeke weha re xwe amade bikin. Kurd bi tevayî divê xwe ji guhertinên mezin re amade bikin. Heger kurd rewşa heye baş bixwînin fereca xêrê nêzîk e. Pêşiya xwe dîtin nîvê kare. Dewleta Tirkiyê, Îran û Sûriyê ji bo kurd ji wan veneqetin amade ne sîstema federasyonê jî qebûl bikin bi şertê hinek garantiya ku perçe nabin bidine wan. Perçebûn an nebûna wan heta radeyekê ji destê wan û kurdan jî derketiye. Gelo vê garantiyê kî dikare bide wan?