Ayetullah Elî Xemaneyî çima şîreta hînbûna Tirkî kir

Nuçeyek di nava medya civakî û çapemeniya Tirk de teqiya, nûçeyeke bombeyî; Ayetullah Elî Xameneyî bangî jineke Tirk ango Azerî kir û got:  ‘‘Zarokên xwe fêrî Tirkî bikin’’.  Çiqas barekî giran e ku li pêşiya navê mirov Ayetullah binivîse, sembola Xweda…  Elî Xemaneyî tevlî sîfetê xwe yê qirase Ayetulah li hemberî kamera û mîkrofona çima ev tişt anî ziman? Ji zemanê desthilata Pehlewiyan û Şoreşa Îslamî ya Îranê û heta niha zimanê Azeriyan ticarî serbest nebûye heta Orhan Bursalı di meqaleyeke xwe ya di rojname ya Cumhuriyetê de hatiye çapkirin de vê mijarê bi serpêhatiyê xwe yên li Îranê teyîd dike. Fetisandina li ser zimanê Azeriyan bûye mijara Dr.Brenda Shaffer û rojnamevan Sevil Nuriyeva jî. 

Li Komara Îslamî ya Îranê 77 ziman û zaravayên cuda hene, lêbelê zimanê fermî tenê Farisî ye, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji binî de tine ye. Niha li Îranê heta ku kovarek bi zimanê Azerî tê  weşandin çavê Azeriyan derdikeve. Dewleta Îranê heremên ku Azerî lê dijîn kiriye sê wîlayetên cuda bo ku negihên serhev û dawa mafên xwe yên neteweyî nekin. Dewleta Îranê gelek caran ji bo ku aboriya Azeriyan lawaz bike kargeh û febrîkeyên heremên wan jî kişandiye bajarên Farisan. Ligel vê heqîqetê çima Ayetullah Elî Xemaneyî bal kişand ser vê mijarê? Her çiqas hinek kêm aqilê qaşo zanayên Tirk gotine ‘tiştekî eceb tine ye ji xwe Ayetullah Tirk e’ jî mesele ne ewqas biçuk û bisere ye. Berî her tiştî Ayetullah Elî Xemaneyî Şîeyê sîstema Tehranê ye, weke hemşeriyê xwe Elî Şerîetî yê civaknasê navdar ji Meşhedê ye û li bajarê Qum a navênda ilm û merîfeta Şîeyan ders dîtiye.   Rêhevalê Xumeynî ye, heta dest û çavê rastê yê Xumeynî bû, di her pozîsyona berevaniya Dewleta Îranê de cih standiye û yekser zilamê dewletê ye.

Di vê şîreta fêrbûna zimanê Azerî de şîfreyên mezin hene, aqlê dewleta îranê têgihiştiye ku serxwebûna Kurdên Îraqê û bi taybetî jî dijbertiya serxwebûna Kurdên Îraqê ew ê wan û Kurdên nav xwe bîne dijî hev, ji bo vê îhtîmalê çav ji Azeriyan re dişikîne. Aqilê Îranê yê dewletê fehm kiriye ku Rojavayê dinyayê niyet kiriye ku wê ji hev bixe û îro hevalbendê Rojavaya dinyayê Kurd in, dîsa aqlê dewleta Îranê zane ku %40ê Îranê Azerî ne, dema ku Îran lawaz bibe ew ê jî dawa mafên neteweyî  bikin, ji niha de hewl dide gaza Azeriyan bistîne.

Serpêhatiyen dewlet a Îranê gelek in, bi rastî dewleteke qedîm û têra xwe xwedan tecrûbe ye. Dema Komara Mehabadê serxwebûna xwe îlan kir (1946) di heman demê de Azeriyan jî bi navê Azerbaycan Milli Hükümeti li Tebrîzê serxwebûna xwe îlan kiribûn, ji ber îlana vê hikumetê qeyraneke mezin (Bohran î Azerbaycan) derketibû û dewleta Îranê neçar mabû artêşeke girîng bi ser Tebrîzê de jî bişîne. Weke me got Xemaneyî ji wezareta berevaniyê tê, hesasiyeta wî ya parastinê gelek e, ez bawer im bi vê hemleya xwe xwestiye ku li dijî şerekî navxweyî ya muhtemel dilê Azeriyan bistîne û wan li hember Kurdan bîkişînê ba xwe. Îran berê ber xwe fireh nake, neçar dilê Azeriyan bistîne. Ev dilxweşkirina Azeriyan ne bê wate û biçuk e, ew ê ev hemleyên dilxweşkirinê bidomin.

Ayetulah bi vê hemleya  xwe dikare dilê Azeriyên nav xwe (Azerbaycana Başûr) bistîne an na, ne diyar e, lêbelê bi rastî dilê nijadperestên Tirk ên Tirkiye standiye. Tîştekî anormal tine ye ji xwe Ayetullah Elî Xemaneyî Tirk e…