Tehdîd li ser kîjan astê ye?

Berî çend rojan Asayişa Kurdistanê ragihand ku hin liv û bizavên Heşda Şaabî wek amadeyiyên êrîşên ser başûrê Kerkûkê û bakurê Mûsilê dixuyên.

Tirkiye jî bi hevkariya hin yekîneyên Iraqê tetbîqatan li ser hidûdê Kurdistanê dike. Îran gefan dixwe, esker li ser hidûdên Kurdistanê kom dike.

Lê rûdan bi giranî ber bi wê ve diçin ku îhtîmala şerekî di navbera Heşda Şaabî û Pêşmerge de ji ya êrîşeka Tirkiye an Îranê a ser Kurdistanê bêtir e.

Ku rasyonel bifikiriya, diviya Tirkiye dûrî krîzeka li gel Herêma Kurdistanê buya. Kurdistan dost û cîranekî biewle yê Tirkiyeyê bû (hê jî di vê mihaweleyê de ye), ji Îrana ku malxwetiya PKKê dike, li Suriyeyê û Libnanê bi hîlaleka şîe dorlê dipêçe û li hundur bi riya Ergenekonî û Avrasyayiyan dest tê werdide jî bi ewletir bû.

Tirkiye  bi Rusya û Îranê re li hev kiriye ku li Suriyeyê mittefikên xwe bêçek bike, bi desthilata Esed re li hev bîne. Vê siyasetgorînê berê wê daye xetera şerekî dûvdirêj jî.

Krîzên wê yên li gel DYAyê û Ewropayê kûrtir dibin, gihîştine qutbûna peywendiyan, heta pevçûnên aborî, dîplomatîk û siyasî yên warên stratejîk. Serokkomar rasyoneli daye der, xwe sipartiye hêzên Ergenekonî – Avrasyayî - MHPyî ku li pey derxistina Tirkiyeyê ji Rojava ne û şerekî li gel kurdên herçar parçeyan pîj dikin.

Îran li pey hegemoniya mezhebî ye, li Iraqê, li Suriyeyê, li Libnanê û li Yemenê gelek çeper bidestxistine, rabûna îşteha wê nahêle ew bi aştiyê û asaniyê vekişe. Lê îdareya Amerîkayê ya nuh amadeyiyên tengavkirina Îranê ji bo vekişiyana ji welatên binavkirî dike. Ev, daxwaza Îsraîlê, Siûdiyê û hevbendên wê, Misirê û Urdunê, Erebên sunne yên Iraqê û Suriyeyê ye jî. Tehdîdeka aktif a mezin û nêzîk li ser Îranê derbuye. Tehdîd, her çendîn Ewropa ne li gel be jî dikare bigihîje asta abloqeyeka din a aborî, dîplomasî û siyasî, hetta bêîstîqrarkirina wê, mihaweleyên serhildanên miletên bindest, şerekî navxweyî û teşebusên hilweşandina rejimê.

Îran biewletir dibîne ku ji dêlva li nav welat, li derve; li Iraqê, li Suriyeyê û welatên din ên binavkirî pêşwaziya van tehdîd û êrîşan bike. Loma pîjkirina Heşdê Şaabî ya şerekî ser Kurdistanê nêzîktirîn û xetertirîn tehdîd e li ser Kurdistanê. Bi hêviya ku deverên nakok ji Kurdistanê bên stendin Tirkiye û Suriye jî dikarin veşartî û biwasite piştgiriyê bidin vê pîjkirinê.

Mixabin, li Kurdistanê bi xwe jî du-sê navendên ciddî yên hessas êdî bi aşkereyî piştgiriya vê planê dikin, çi ji ber berjwendiyên aborî û siyasî yan jî hustuxwarkirina li Îranê be, çi jî ji hêviya xapînok a ku belkî ev rê veke da Kurdistan li gel Bexdayê bimîne û ev ji bo kurdan baştir be.

Helbet pîjkirineka şer bo ser kurdan di destpêkê de ê bêîstîqrariyeke tirsdar têxe nav Iraqê û Herêma Kuristanê. Kurdistan naxwaze têkeve nav şerekî çekdarî. Hemû mihaweleyên wê ew in da pirsa serxwebûnê jî tê de hemî bi awakî aştiyane û riya diyalogê çareser bibin.

Lê hilbijartina Rêûdirban yekalî nayên tayin kirin. Gava Bexda riya şer bide ber xwe, ji bo parastina ax û rumeta xwe şer bivênevê dibe.

Lê piştî destkeftiyên de facto yên rapirsiyê, Kurdistan êdî gihaştiye qonaxeka xwedan roleka stratejîk a global ku civata navneteweyî; bi DYA, Rusya û YE û bi asta NY nema tehemula têkdana wê dike. Çawa be jî ê rê li ber êrîşeka ser vê statuya nuh-bilindbuyî bê girtin û eger guh neyê dayin ê bi şiddeteka ku di demeka kurt de bitepisîne, bê pûçkirin.

Rol û potansiyela Kurdistana nuh lazim e di du astan de bê dîtin. Yan na, hesab ê şaş bên kirin: Yek jê asta statuya Kurdistana federe ya van deh-panzde salên dawiyê ya bi de factoyiyê bilindbûyî û bi rapirsiyê tehkîmbuyî ye. Di vê statuyê de giraveka, hê rasttir penageheka ewleyî, aramî, aştî û azadiyê peyda buye ku netewe, etnîsite, dîn û mezhebên cuda tê de dihêwirin.

Ev penageh nêzîktirîn çepera liberxweder û pêbawer a şerê dijî DAIŞê û eniya şerê hevpeymenan a şerê germ e. Ew hevkarê esasîn ê şerê dijî terora global û deverî ya civaka navneteweyî ye. Pêgeh her wiha li hember belavbûna hegemoniya mezhebî ya hin navendan û terorora wan e jî, çi niha, çi di êbêyê de. Kurdistan keleya serhedîn ya parastina welatên Ewropayê ji terore ye.

Kurdistan bi enerjiya xwe ya petrol û gazê, ya avên çemên gurr, bi potansiyela çandinî û coxrafyaya xwe jî xwedan nirxeka stratejîk e. Têr pêşçav nebû lê serokê hêzeka global a wek Rûsyayê Putin berî du hefteyan li konferanseka zanistî a ser enerjiye bal kêşa, got ger rê li ber petrola Kurdistanê a derketina bazarên cîhanê bê girtin, ê fiyetê petrole hilkişe. Ev îlana rola global a stratejîk a Kurdistanê ye. Planên Rûsyayê li ser birina gaz û petrola Kurdistanê bo bazara Ewropayê ciddiyeta vê îlanê radixe ber çavan. Ji alî enerjiyên ji avê jî Kurdistan xwedana eynî rolê ye.

Demokrasiya pêkvejiyana hemû etnîsîte, dîn û mezheban jî rola statuya heyî ya Kurdistanê derdixe asta global û qîmeteka stratejîk didiyê. Mixabin Kurdistan tevî rewşeka hêja, gavên xwe yên vî warî di warê hiqûqî de temam nekirine, qîmeta wê baş nayê dîtin. Kurdistan êdî ji bo cîhana misilman baştirîn nimûneya pêkvejiyana demokratik a xwedî lê derketinê ye.

Statuya asta heyî xwedan roleka stratejîk a global e. Asta duyê, ya serxwebûnê ye ku Kurdistanî dixwazin bigihîjinê, wan ji bo wê rapirsî kir. Lê di civaka navneteweyî de hê dudilî û guman li ser vê astê hene. Derket, wext divê heta amadeyiyên vê astê temam bibin û bi gaveka xurt Kurdistan hilkişê. Piştgiriya navneteweyî qels e, gavên avêtî hêrsa cîranan radike, deverê dihejîne.

Ku herdu ast bên dîtin, ê xuya bike ku dudiliya navneteweyî ya li ser asta duyê nayê maneya ku asta yekê bêxwedî û bêparastin e, wek miya avêtiya ber gurên har e.

Kurd divê hey ji van herdu astên xwe hebin, lê dijmin bira bêhtir hay ji wan û ji xwe hebin.