Referandûm: Medya û Hefteya Yekîtîya Netewî

Ji bo referandûmê hefteyek maye, ev hefte, hefteya herî girîng dîrokî ye. Ev hefte dikare bibe sebeb ku rêjeya erê di referandûmê de gelek bilind an nizim bibe. Ev temamî dimîne li ser xebat û startejiya komîsyona rêveberiya referandûmê û medyaya Kurdî. Diyar e dijmin û xêrnexwazên Kurdan wê gelek girîngiyê bidin vî hefteyî û dibe ku ji Kurdan re suprîzên gelek ecêb amade kiribin, divê Kurd xwe amade bikin, bi teybetî komîteya medyayê ya rêveberiya referandûmê. Komîteya medyayê ya komîsyona referandûmê divê ew jî bi metodên propaganda û kontrpropaganda suprîzan ji dijmin û xêrnexwazên Kurdan re amade bike. Ji bo vêya ilmekî pir mezin nabê. Ji bo Kurdan tişta herî girîng ew e ku Kurd ji bo referandûmê mobilîze bibin. Ji bo vêya çend tiştên asasî hene divê bên kirin: 1- Wê gelek baş be ku Komîteya medyayê ya komîsyona referandûmê bikaribe bi medya Kurdî re li hev bike û vê heftiya dawî ya beriya referandûmê kampanyayekê di bin navê ‘’Hefteya yekîtîya netewî’’ saz bikin. Ev kampanya li ser 3 xalan bê meşandin 1- hemû medyaya Kurdî biryarê bigire ku nûçe û bernameyên behsa nakokiyên nav mala Kurd dike bê qedexe kirin, berê Kurdan ji pirsên nav mala Kurd  biguherîne pirsgirêkên derve, ji ber medya Kurdî çiqas behsa nakokiyên nav mala Kurd bike ewqas Kurdan perçe dike û ji hev dûr dixe. Bernameyên medya bila bi granî li ser du xalên dawî be. 2- Zilm û êşa dewletên dagirker ku di vî 100 salên dawî de anîye serê miletê Kurd di bernameyên xwe de eşkere bikin. Wek mînak ji Serhildana Bitlîsê, Şêx Mehmûd, Şêx Ehmed, Şêx Ebdûlselam, Şêx Seîd, Qoçgirî, Gelîyê Zîlan, Ararat, Dêrsim, Mahabad, Melle Mistefa Barzanî, Enfal, Helepçe û gelekên din. Ev wê bi Kurdan bide famkirin ev zilm û êşa ku di vê sedsala dawî de hatiye serê milletê Kurd ji ber bê dewletiyê bûye, her wiha wê kîn û nefreta milletê Kurd li hember dijmin xurt bike. 3- Şer û Qehremaniya Pêşmerge di bernameyên xwe de bidin rêdan. Dervî vê haziriya kontrpropagandayê li hember propaganda ku dijmin wê di vê hefteya dawî de bike bikin. Bi ya min ev tişt tev pir rehet dikare bibe. Medya Kurdî divê bikaribe di karekî wiha ji bo Kurdan dîrokî ye li hev bike û hefteyekî xwe ji bo referandûme mobilîze bike. Medya Kurdî divê li mînakên cihanê binêre, çawa dema ji bo welatekî pirsên netewî dikeve rojevê tev bi yek dengî helwesteke millî netewî digirin. Divê medya Kurdî  jî bikaribe niha bi karekî wiha rabe, Kîjan dezgeha Medya îroj helwesteke wiha bigire û bang li medyayên din bike ku bi hevre vî karî bikin ew dezgeh we di çavê milletê Kurd de gelek mezin be. Ez nizanim komîsyona rêvebiriya referandûmê çiqas haziriya tiştekî wiha kirîye? Lê hêvîdar im wê xwe ji karekî wiha re amade kiribin. Ji ber ku ev karekî gelek girîng e û qedera milletê Kurd pê ve girêdayî ye. Ev tiştên li jor hate behs kirin heger Kurd bikin wê rêjeya erê di referandûmê de bilind bibe û nebe dikare kêmtir bibe. Ev heftiya dawî ya beriya referandûmê wê bibe heftiya şerê man û nemanê di navbera tevgera rizgariya netewî ya Kurdistanê û dijminê milletê Kurd di warê Medyayê de. Medyaya Kurdî divê bi kêmahî di vê heftiya dawî de helwesteke millî netewî bide rêdan, hemû nakokiyên xwe bidin alî û li dora derbaskirina referandûmê bi rêjeyeke erê bilind derbas bikin bicivin û milletê Kurd mobilîzeyî refrandûmê bikin. Nuha wext gelek teng bûye. Xwezî nuha komîteya medyayê ya komîsyona referandûmê çend pisporê şerê psîkolojîk di warê medya de li medya Kurdî civandibana ku bi propagandayeke rêkûpêk milletê Kurd mobilîzeyî referandûmê bikirana û bi kontrpropagandayê propaganda xêrnexwazên Kurdan pûç bikirana. Lê ev nebe jî tişta li jor hat behs kirin bibe ew jî dikare rêjeya erê di referandûmê de gelek bilind bike. Pir eşkere ye seroktiya herêma Kurdistanê, raya giştî ya Kurdî, tevgera siyasî ya Kurdî her wiha cemawerê Kurd gelek gazin ji medya Kurdî  kir û nuha jî dike. Bes medyaya Kurdî hêja ye di vê heftiya dawî de suprîzeke erênî ji tevan re çêke, ew tiştên li jor hatin behs kirin pêk bînin di xetek millî, netewî  kevin ku bibin cihê bawerîyê ji milletê Kurd re. An na mesafeya navbera Medya Kurdî û milletê Kurdan wê gelek mezintir bibe û ku rêjeya erê di referandûmê de ne wek Kurd dixwazin derkeve Kurd wê beriya herkesî medyaya Kurdî gunehbaran bike û millet rast difikire. Ji ber serkeftina şerekî li ser axê ne bi medyayeke serkeftî be ew serkeftin wê ne kamil be. Ez pir vekirî dikarim bêjim heger medyaya Kurdî bi hev re helwesteke netewî negire wê bibe yek ji sebeba asasî  ku rêjeya erê di referandûmê de ne wek Kurd dixwazin derkeve. Ji ber wê medyaya Kurdî di vê heftiya dawî de bi îmtihaneke dîrokî re beramberî hev dibe. Ya wê helwesteke netewî bigirin û bibin Medyayeke (parçeyek) ji milletê Kurd an wê bibin medyaya bi Kurdîaxif. Nuha top li seha wan e û divê ew qerara xwe bidin di vê dema dîrokî ya ji bo milletê Kurd girîng e.