Te dît bê çi hat serê min Firat!

Mehmed Uzun ketibû xefka nexweşiyeke xedar. Gava ew li Tirkiyeyê bû nexweşiyê lê giran kiribû, li başûrê Kurdistanê nexweşiya wî girantir bûbû. Piştî demekê nema ji ber nexweşiya xwe debar kir û ket nexweşxanê. Lê bi kêf bû, xelata wî ya zêr ya ku ji destê wezîrê kulturê yê Kurdistanê girtibû li ser sîngê bû. Ew ji bo xebatên xwe ji aliyê hikûmeta xwe ve hatibû xelatkirin. Ev hiseke xweş e. Mirov ji aliyê gel û miletên din ve çiqasî were pesinandin û xelatkirin jî, dîsa bi qasî xelatkirina milet û welatê mirov, mirov kêfxweş nake. Mehmed Uzun bi wê kêfxweşiyê bi kezebreşiyekê ketibû û xwe spartibû bextê doktorên Tirkiyeyê. Kêfa wî li cih bû, lê bêhal bû. Digel wê jî nedixwest li xwe bide der. Gava min ji Swêdê telefonî wî dikir, dengê wî melûl bûbû, ne wek ê Mehmed Uzun bû. Dost û hevalên wî bi dengê wî ê di telefonê de dizanin. Dengekî geş bû, bilind derdiket, bi coş bû; tavilê hêviyekê dida mirov. Nexweşiya kambax coşiya dengê wî temirandibû, lê wî bi xwe cehd dida ku geş bimîne. Ji bo geşmayîna xwe ya berdewam di destpêka bihara wê salê de vegeriya Swêdê. Me bawer nedikir nexweşiya wî cidî ye, wî jî nizanîbû nexweşiya wî bi wê cidîyetê bû. Gava li Stockholmê dîsa mecbûrî razandina li nexweşxanê bû, tirsek niqutî dilê min, lê piştî bi çend rojan ew tirs nema; ew emeliyat bûbû û doktoran ew ava li dor pişikê civiyabû kişandibûn. Şika tuberkulosê (weremê)  kiribûn û tibabek derman dabûnê. Werema ku demekê nexweşiyeke bêderman bû, niha bûye nexweşiyeke ji rêzê. Ew tirsekê têxe dilê mirov jî, mirov dizane ew nikare serdestiyeke herheyî li mirov bike; qet nebe li Swêdê nikare. Me bi vê dizanîbû, lê me nizanîbû dijminekî xedar di hundirê wî de li hemberî hucreyên wî kozik vedane. Giraniya ku vê dawiyê li ser mabû, giraniya heban bû. Me wilo dizanîbû, baweriya wî jî ew bû. Wî ê demekê hebên giran bixwara û zora nexweşiya xwe bibira. Moralê wî li cih bû. Gava piştî emeliyata wî em bi malbatî li hev civiyan jî, ew bi kêf bû, taqeta peyvê hatibûyê û xweş dikir. Behsa aktîvîteyên wê biharê kir, ji konferansa li ser romanê ya ku wê li Hewlêrê li dar biketa peyv vekir û li ser rêwîtiya xwe ya Cizîrê rawestiya. Heke ew hingî neketa nav nivînan ew ê têketa nav xelkê. Wê keç û xortên welêt ji bo îmzeyekê kitêb dirêjî wî bikirana. Lê gava cara dudan wî bi giranî berê xwe da nexweşxanê û doktoran ew li nexweşxaneya Karolinskayê beşa Thoraxê razandin, şika nexweşiyeke giran li ba min peyda bû. Lê min dîsa nizanîbû. Me nizanîbû. Doktoran jî nizanîbûn. Gava piştî bi rojan û analîzên kûr, doktor li şopên kanserê rast hatin, digel xanima wî Zozanê, li ber textê wî rawestiyan û ew bi xebera reş hesandin. Gava gotina ”kanser” ji devê doktoran derket, çokên Zozanê sist bûn û herikî erdê, lê Mehmed Uzun xurt bû, di ber dilê Zozanê da, jê re got:

– Zozan, xem nake, gelek hevalên min bi vê nexweşiyê ketine, ez ê zora wê bibim!

Piştî wê bi rojekê ez li nexweşxanê çûm seredana wî. Du behlîf li ber pala wî bûn û li ser piştê li ser textê xwe dirêjkirî bû. Gava çav li min ket, bişirî, ez jî pê re keniyam û ji bo hewa nexweşiyê jê bi dûr bixim, min bi henekî got:

  • De bes e lo, rabe ser xwe, ev çi nexweşiya pîsik e te xwe ji ber avêtiye erdê? Cihê te ne nav nivînan e, lê meydan û hêwanên konferansan e.

Dîsa bişirî, serê xwe ber bi jêr ve hejand û bi bawerî,

  • Ez ê rabim Firat, got, ez ê ji vê nexweşiyê xelas bibim.

Dûre ez dam ber pirsan. Li halê min pirsî, rewşa Kurdistanê meraq kir. Te digot qey yê nexweş ne ew, lê ez im. Rojekê piştî wê, gava ez çûm cem, êdî min nûçeya kansera wî bihîstibû. Ez û xezûrê wî Celal Uzun bi hev re bûn. Moralê wî dîsa li cih bû, lê yê min xerab bû. Girî ketibû qirika min, min bi zorê xwe girt, lê wî got: ”Ez ê zora vê nexweşiyê bibim!”

Wî bawer dikir dermanê wî li dûrtir peyda dibe, bi wê nexweşiyê lêxist û çû Amerîkayê. Xanima wî Zozanê her li cem bû, hevalê wî yê zarotiyê Keya Îzol ji teniştê nediqetiya, birayê wî Mistefa li ber serê wî bû. Ji bo birêkirina Amerîkayê ez jî li balafirgehê bûm, Mehmed Uzunê wek çiyayekî bûbû mistek, nikarîbû li ser xwe rawestiya, di erebokê de bû. Ez li cem bûm, destê xwe dirêjî min kir, bi destê min girt û bi dengekî ne wek dengê Mehmed Uzun got:

  • Te dît bê çi hat serê min Firat, ma min ev heq kiribû?

Na, Mehmed Uzun ev heq nekiribû. Ev mirina bêwext neheqiyeke mezin bû.