Giringiya karê revenda Kurd û rêxistinên wê yê li derveyî welat

Bawerê Omerî

Di sedsala nozdeh û destpêka bîst û yekan de, dema ku miletê Kurd pêdiviya wî bi karê rêzanî û bazirganî û danûstandinên herêmî û navdewletî hebû, heger em di wan qonaxan de hejmara Kurdan li derve hemberî hejmara miletên din bipîvin, em dibînin ku di wan sedsalan de hejmara wan li derveyî welat pir pir kêm bû, sedemên wê yekê jî pir bûn, yek jê ew bû ku Kurd li derveyî welatê xwe di nav leşkerên şahinşahiya Osmanî û Sefewî de bûn. Bi gelemperî ji berjewediyên wan desthilatdaran re kar dikirin, derketina wan ne ji bo wê bû ku kar û xebatê ji pirsa Kurd û Kurdistanê re bikin, ji bilî şêx Mahmûdê Hefîd û malbata Bedirxan û bi taybet Bedirxan û neviyê xwe Miqdad Bedirxan.

Di destpêka salên bîstan, sihî, çilî û ta salên pêncî û şêstî ji sedsala bîstan, yek heban xwendevan û xebatkar derdiketin derveyî welat, ji wan Mîr Celadet Bedirxan Kamîranê Bedirxan, Tûreyayê Bedirxan, Memdûh Selîm, Haco axayê Hevêrkî bi hemû endamên komeleya Xweybûn re, Dr Ehmed nafis, Dr. Nûredîn Zaza, Qenatê Kurdo, Mam Celalê Talabanî, Dr Ebdilrehmanê Qasimlo, Ismetê Şerîfê wanlî, Cegerxwîn, Ebdelayê Ishaqî, Izedînê Mistefayê Resûl, Osmanê Sebrî, Hemîdê Derwêş…û xebatkarin din, yên ku li welatên Ewropa rojava û rojhilat, li Şamê, Beyrûtê, Misir, Eman, Bexdayê û Istanbolê sirgun kirîbûn û hinan ji wan dixwendin û çalakî û xebat ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê dikirin,

Lê derketina herî balkêş û dîrokî û bi nav û deng di wan salan de, derketina seydayê Mistefayê Barzanî û pêşmergeyên wî ya ber bi Sovyeta berê re ve bû.

Piştî salên şêstî ji sedsala bîstan rejîma Tirk bi mebesta ku herêmên Kurdî di Kurdistana Bakur de ji Kurdan vala bike, hejmareke pir mezin ji karkerên Kurdistana Bakur şandin Almanyayê bo avakirina vî welatî ya ku di şerê cîhanê yê duyem de wêran bibû. Rejîma Tirk wê çaxê ew karkerên Kurd mîna koleyan firotin dewleta Almanya, lê van karkeran ti kar û xebat ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê nekirin, ji bilî beşekî pir hindik ji neviyên wan, yên ku hinek karên baş û hêja di vî warî de kirine.

Di salên heftêyî ji sedsala bîstan û vir de ta roja îro, hejmareke pir mezin ji xwendevan û karker û xebatkaran derketin derveyî welat, sedemên derketina wan jî pir bûn.

Beşeke pir hindik ji wan di nav xebata netewî de kar dikirin, yên din pirên wan ti kar û xebat ji pirsa Kurdî re nekirin. Ji bilî ku zikên xwe mezin dikin û bêrîkên xwe jî tije pere dikin û di nav nexweşî û qeyran û kêşeyên civakî de xwe winda kirine. Ew kes li gor pîvanên welatparêziyê, ji mirovên  keysbaz û revok û tirsonekan tên hesibandin.

Di destpêka salên heştêyî de ji sedsala bîstan, gelek rêxistînên Kurdî û Kurdistanî li Ewropa rojhilat û rojava, Emerîka, Kanada, Awustraliya, Lûbnan û Misirê xebat û karên netewî dikirin.

Dema em li xebata rêxistin, partî û komeleyên Kurdî û Kurdistanî li ser astê Ewropayê binirxînin, pêdivî ye ku em xebata wan a erênî bi dadî bidin xuya kirin.

Şêweyê wê xebata erênî çi berhem daye? Rev, sirgunkirin, hatin, hebûn û hejmara pir ya Kurdan li Ewropayê, bala hemû dewletên cîhanê kişand ser pirsa miletê Kurd.

Di dema ku her çar dewletên Kurdistan dagir kirine, bi alîkariya saloxger û çeteyên xwe li Ewropa û Emerîkayê dixwestin nav û dengê miletê Kurd ji nerîna giştî re li nav civaka van dewletan bi wêneyekî reş bidin naskirin û bi taybet rejîma Tirkiyê û bi alîkariya hinek ji partiyên Almanan yên ku berjewendiya wan bi rejîma Tirkiyeyê re hene, bi hemû şêweyan hewl dan, navê miletê Kurd têxin nav lîsta reş a gefdar û tirsyaran de (terorîstan de), bi mehna ku Partiya Karkerên Kurdistanê şerê çekdarî li dijî rejîma Tirkyeyê dike.

Ew hewildanên wan dawî hatin cîbicîkirin û di rêka parlemana Almanya û Yekitiya Ewropayê de hate çesipandin û ta dewletên yekbûyî yên Emerîka jî ev daxwaza rejîma Tirk pejirandin ku PKK partiyeke gefdar û tirsiyar e (Terorîst e).

Bi mahna wê biryara şaş, hemû Kurd li seranserî Ewropa û Amerîkayê hatin tawanbarkirin.

Helbet mebesta rejîma Tirk ji xwe ew bû ku nehêlin Kurd li ti welatan li cîhanê kar û xebatê ji bo maf û pirsa xwe ya netewî bikin.

Bi standina wê biryarê re, xebata rêxistin û partiyên Kurd li derveyî welat kete aloziyên pir zor û ji bo ku ew ji hevwelatî û desthilata dewletên Ewropayê û bi taybet ya Almanya re teqez bikin ku rêxistin û partî û miletê Kurd ne terorist in, xebatkarên Kurd di rêka rêxistin û partî û komeleyên xwe de dikarîbûn karekî pir hêja li dijî wê biryarê bikin. Ji wan: Her du sê mehan bi rikgirtin û xwepêşandanên mezin li hember balyozxane, konsolxane, nivîsgeh, bargehên nevdewletî, parleman û avahiyên şalyarên hindur û derve, bargehên partî û komeleyan, dezgehên rêzanî û şaredariyan, dadgeh û serokatiya dewletên Ewropayê bi bilindkirina ala Kurdî û sloganan dihatin kirin.

Di her çalakiyê de nameyek li ser rewşa awarte ya ku miletê Kurd tê de dijî û daxwaza mafên wî yên rewa, di wan nameyan de dihate nivîsandin û digihişt destê berpirsên wan dezgehan.

Her weha bi semînerên rêzanî û gelêrî û civakî û bi lidarxistina bîranîn û helkeftin û şahiyên cejna Nûrojê û hevdîtinên taybet di nav van rêxistin û berpirsên desthilatdariya dewletên Ewropayê de, bi wê xebata şev û roj ya bê westan, dawî wan çalakiyan encamên pir bi sûd dane pirsa Kurd li seranserî cîhanê.

Revenda Kurd bi wî karê bi nirx û hêja, di rêka rêxistin û komeleyên xwe de, dikarîbûn ji milet û desthilatdarên Ewropayê re teqez bikin ku ew miletekî aştîxwaz in û propagandaya rejîmên Tirk, Îran, Iraq, Sûriyeyê û hevalbendên wan ya ku me bi gefdariyê (Terorê) tawanbar dike, ne rast e, em xwedî maf û pirs in û em dev ji vê rêkê jî bernadin, ta ku em jî wek hemû miletên li cîhanê azad bijîn û mafên xwe yên netewî bidest bixin.

Belê, revenda Kurd ta astekê dikarîbûn bi erkên xwe yên netewî li sirgunê rabin û berevaniyê di ber pirsa xwe ya rewa de bikin.  Ev kar tevî kar û xebatên li hindurê welat têne kirin, pir giring bûn û vê jî hêviyek dida vî miletê qehreman yê ku wê ticarî ji doza xwe ya netewî û xaka welatê xwe neyê xwarê.