Kuştina Mehemed Xanê Mîrê Hezoyê

"Ferman e, ferman e, fermana mîrên Kurdan e!’’

Di navbera paşayên Osmanî û Mîrên Kurdan de hin bûyerên girîng, di sefera Sedrezam Xusrew (Husrev) Paşayê Boşnakî ya ser Bexdayê ya salên 1630-31ê de rû dane. Xusrew Paşa kesekî gelek zalim, zordar û xwînrêj bû. Behsa sefera wî berfirehtirîn di Tarîxa Naîma de heye.

Di seferê de gelek mîrên Kurdistanê, serwer û serokên eşîrên serhedan tevlî seferê bûn; mesela Mîrên Hezoyê Mehemed Xan û Îbrahîm Xan, Mîrê Îmadiyê Seyid Xan, Hakimê Soran Mîre Beg, Hakimê Sirûcê Tîmûr Beg, Mîrê Reqayê Mîr Mehemed. Kurdên Bacelanê yên berriya dora Bexdayê, bi 40 hezar esker tevlî seferê bûn. Wan ji 30 hezarî bêhtir pez wekî diyarî anîn pêşkêşî orduyê kirin.

Ji Mûsilê pê ve ji ber baran, lehî û herriyê sefera Bexdayê hat paşdexistin, sefereke ser Kurdistana Îranê li dar ket. Seranserê Erdelan tê de, gelek deverên Kurdistana Îranê heta Hemedanê û hidûdê Loristanê, hin bi aştî, hin jî bi şer gihîştin Dewleta Osmanî. Hin bûyerên giring jî di navbera Mîrên Kurdan û paşayên Osmanî de rû dan. Yek ji wan jî kuştina Mehemed Xanê Mîrê Hezoyê (Sasonê) ya bi bêbextî ye.

Pişt re, ku sefera ser Bexdayê bi ser neket û Xusrew Paşa vegeriya heta Mûsilê û Mêrdînê, safewiyan ew deverên Kurdistanê yên ku xwe tabiê Osmanî diyar kiribûn  paş de standin. Li wê derê îja Mu’min Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî bi tohmeta ku jidil xwe bi Osmaniyan ve girêdabû hat kuştin.

Gava Xusrew Paşa gihêşt Serabada Derbendê, bûyereke bêbextiyane rû da; Begêbeganê Diyarbekirê Xalicizade Mistefa Paşa tevî eskerê xwe berpirsiyariya qereqoliyê lê hatibû sipartin û Mîrên Hezoyê Mihemed Xan û Îbrahîm Xan her du mîrên Hezoyê jî her bi eynî berpirsiyê bi Xalicizade Paşa ve hatibûn bestin.

Mehemed Xan, xwedan mîrekiyeke mîrasî bû. Tevî ku pirraniya Mîrên Kurdan xwediyên yek tuxê, muhteremtirînên wan, yên duduyan bûn, ew xwediyê sê tuxan bûn û xwe di ser gişan re digirtin. Begêbeganên Osmanî jî du tûx hildikêşan.

Loma, hevrikî ketibû navbera wî û Xalicizade. Paşa dexesî li Mehemed Xan dikir û her gav fesadiya wî li ba sedrazam dikir, digot “vî merivî xwe bi xwe payeya wezîrtiyê daye xwe, ew naçe nobeta qereqolê, ya ku ew bi xwe nexwaze nake, îtaetê fermana we ya şerîf nake, gava hûn ji vî welatî biçin ê bibe bela serê me.’’

Li gor Naîma, Mehemed Xan, begekî Kurd ê bikibr û azamet bû. Bi hêza mal û rutbeya xwe û pirraniya eskerên xwe navdar bû, her ku dihat nik sedrezam feraceyên reş ên ji kurkên semûran li xwe dikir, li pey wî şatir, çuxadar û wezîrên din bi meriv û maiyeta xwe bi awayekî muhteşem dihat, fikra xwe bêtirs digot û diparast, doza mezinatiyê dikir. Ji ber vê, sedrezam lê ket gumanan.

Heta rojekê sedrezam li dîwanê tehn lê dan got ‘’çima tu wexta ji bo qereqolê têyî tayinkirin, tembeliyan dikî naçî? Eger ez careke din bibihîzim tu li ber Xalicizade radibî ez ê te bikujim.’’

Mehemed Xan aciz bû. Wî qatiliya Xusrew Paşa baş dizanibû. Rojekê dikaribû ew bikuşta. Loma Mehemed Xan êdî zûbizû nema çû dîwanê. Ku dihat jî li bin kurk an ebaya xwe çekê xwe yê binçengan û xencera xwe vedişart.

Li ser fesdiyeke din a Xalicizade, sedrezam şand, got ‘’Zu herin hakimê Hezoyê bînin.’’

Mehemed Xan bêtirs çû otaxa sedrezam. Sedrazam bang kir, got: ‘’Cellad!’’

Ku ev got, Mehemed Xan êdî ji canê xwe buhurî, şûr ji bin çengê xwe kêşa, xwe avêt ser sedrezam, hemleyek avêt serê wî. Sedrezam li bin stûna otaxê li ser kursiyekî rûniştibû. Kedxuda Suleyman Axa xwe avêt ber wî, destê xwe da ber şûr, xwe kir sîper.

Şûr hersê pêçîkên kedxuda firandin, pişt re li stûna otaxê ket, qelemkî stûn kir du perçe. Sedrezam ji ser kursiyê xwe paş de avêt.

Ji axayên enderûnê yekî ji pişt re pêhînek li Xan da, ew paşpaşkî xist xwarê. Yên li wê derê, bi hev re xençer kêşan, xwe avêtin ser Xan, ew perçe perçe kirin, avêtin ber otaxê.

Meger li gel Xan çend merivên wî hatibûn da li gel têkevin hindurê otaxê, di pevçûnekê de wî biparêzin. Lê ew li derve mabûn. Heta laşê Xan avêtin ber derî û ew pê hesiyan, merivên sedrezam xwe gihandin wan, ew jî perçe kirin. Sedrezam meriv şandin hemû malê Mehemed Xan misadere kirin.

Roja din orduya Osmanî çû newala Şêx Eyyar danî. Sedrezam, xeber şand Xalicizade da anîn, serê wî jî jêkir.

Sedem jî ew bû ku kuştina Mehemed Xanê hezkirî, di nav beg û mîrên Kurdan de bûbû ciyê hêrs, tirs û metirsiyê. Nema bi fedakarî xwe dan têkoşînê. Sedrezam metirsî ku ew ji esker veqetin, hela hela xwe bidin aliyê Îranê felaketekê dê rû bidaya. Herkesî dizanî ku yê ku bûye sedema kuştina Mehemed Xan, Xalicizade ye, eger ew bihata kuştin belkî kîn û nefreta Kurdan daketa. Li gor Naîma kuştina Xalicizade kîna Kurdan daxist, bîhna wan anî ber wan û ew tehdîda ku ji kurdan bê hat rakirin.

Bi vî awayî dawî li vê zincîrenivîsara me ya li ser dewreke taybet a krîza desthilatdariya Osmanî 1600-1632), vekişiyana Osmaniyan ji ber êrîşên Îraniyan û hevrikiya paşayên Osmanî û mîrên Kurdan hat. Di vê dewrê de Kurdan ne tenê serê gelek mîrên xwe dane,  welatê wan jî di navbera du dewletên mezin de perçe bûye.