PKK ji ber çi şer dike?

Dema mirov ji nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr...û hwd yên derûdora PKKê dipirsê: "Hûn ji sala 2000î û vir de çima şer dikin? Ji ber çi ewqas xwîna keç û xortên me tê rijandin?" Dê bersiveke dogmatîk û demagojîk bidin û bêjin: "Ji bo kurd û Kurdistanê". Lê dema mirov ji wan re dibêje: "Li ser armanca serxwebûn û azadiya Kurdistanê we xwe ava kiriye û qaşo ji bo vê armancê hûn şer dikin û xwînê dirijînin û niha behsa çîrok û bazareke din dikin û dibêjin: Dewleta netewî tiştekî nebaş e, şûndemayiye û paşverûtî ye...û hwd" Dîsa dibêjin: "Ne rast e, ev propagandeya dijmin a şerê taybet e. Em hîna Kurdistan xwazin, serxwebûnhezin...û hwd". Lê dema mirov li belgeyên PKKê vedigere, baş dibîne bê ev milet çiqas tê xapandin û bi hest û mêjiyê wî tê lîstin.

Di sala 1982an de PKKê di kongereya xwe a 2.min de biryara despêka şerê çekdarî ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk, stend. Ji sala 1982an heta 1984an, PKKê baskê xwe yê leşkerî dibin navê: Hezên Rizgariya Kurdistan (HRK) ava kir û di 15.08.1984an de dest bi şerê çekdarî kir. PKKê di kongereya xwe a 3.mîn de sala 1986an navê baskê lekşerî guhert û kir: Artêşa Rizgariya gelê Kurdistan (ARGK). Piştî Öcalan hate girtin û revandin û zindankirin, PKKê li gorî nêrîn, ferman û perspektîvên Öcalan çû û 180ê derece hate guhertin û ARGK bû HPG: "Hêzên Parastina Gel." Ango, baskê leşkerî yê PKKê ji "artêş" vegeriya "hêz" û li şûna "rizgariya Kurdistan", parastina gel hate bi cih kirin!

Û ji bo em baş nas bikin bê ka PKKê ji bo çi şer dike? Û ev xwîna keç û xortên me ji bo çi? Û di bin çi armancê de tê rijandin nas bike, divê mirov vegerê belgeyên PKKê.

Di malpera fermî a hêzên parastina gel HPGê de gelek belge hene mirov dikar xwe bispêre wan. Di belgeya "Rêbaz û îdolojiya HPGê" de ev hevok hene: "Ev hêzên parastinê, ramanên serok Abdullah Öcalan ji xwe re weke bîrdoziya siyasî û şêweyê jiyanê esas digire û hemû endamên rêxistinê bi van ramanan bawer dikin û ji bo pêkanînan wan têdikoşin... her şervaneke/î vê hêzê baweriya wî bi rastiya jiyana sosyalîst heye û li dijî deshilatperstiya netewî, çînayetî û cinsî ye û girîngiyeke mezin dide rengê jinê di rêvebirin, serokatî, jiyan û şer de". Ango ne Kurdistan! Ne rizgarî! Ne serxwebûn di vê belgê de heye!

Di belgeya "armancên HPGê" de mirov van tiştan dibîne: "Armanca HPG avakirina civakeke demokratîk, ekolojik û ji aliyê cinsî ve azad. Û HPGê hemû enerija xwe ji bo pêkanîna vê armancê terxan kiriye... HPGê çi metirsî û gefxwarin "tehdîd" li ser tu hez û dewletan nake, lê belê artêşeke gelê kurd diparêze, eger ev gel rûberûyî komkujiyan be. Pêve girêdayî: Hemleyên kuştin, çewisandin, tunekirin... ku li ser kurdan were ferz kirin, HPGê dê bersiv bide..." Dîsa di belgeya armancên HPGê de, ne rizgiriya Kurdistan! Ne serxwebûn heye!

Di belgeya danasîna HPGê de jî, ne Kurdistan, ne serxwebûn tên ziman. Di belgeya "cih û belavbûn" ya HPGê de tê gotin: "HPG li hemû perçeyên Kurdistanê bi cih bûye. Kurdistana Bakur, Başûr û Rojhilat. HPG ne tenê beşek ji kurdan diparêze, lê mafên gelê kurd li her çar perçan diparêze". Di vê belgeyê de jî nayê zelal kirin bê ka ev maf çi ne? Baş tê zanîn ku PKK niha "Xweseriya demokratîk" dixwaze û li ser kurda berî li ser dijminan, ferz dike!

Kî bixwaze, dikare vegerê malpera HPGê û van belgeyan bibîne û bixwîne, bi taybetî dost, heval û derûdorên PKKê, da carekê tenê ji xwe û PKKê û ji "Serokê gelê kurd" birêz Öcalan pirs bikin: Ji sala 1984an heta 1999an dibin banê "Ji serxwebûn û azadiyê birûmettir tiştek nîne", we bi deh hezaran keç û xortên kurda dan kuştin. Baş e hûn niha çima û ji ber çi berê xort û keça didin kuştin û mirinê? Ji sala 2000î û heta niha, ango ev 17 sal in, ji bo xatirê "Xweseriya we ya demokratîk" hûn xwînê dirijînin, ka hûn gihîştin kû? Gelo ev 17 salê din yên li pêşiya me ne, hûnê çiqas keç û xortê ciwan têxin binê axa sar? Û ji bo çi? Û ji ber çi? Baş e, gelo gerantî heye, sibe "Serok Apo" armanc û nêrînên xwe biguherîne û bêje: "Ne xweseriya demokratîk, lê em xweperestiya demokratîk" dixwazin! Hûnê dîsa, ji bo pêkanîna vê armanca nû, çek û xwînê bikarbînin?

Ez bawer nakim ku PKK dest ji propagandeya demagojîk berde û gotinên "Azadî û serxwebûn" ji nava stran û halanên xwe derîne û rastiyê ji xort û keçên nûhatî, yên 15-16 salî re bêje: Kurdistana serbixwe li cem me nîn e. Eger hûn amade ne ji bo "xweseriya demokratîk" bimirin, fermo meydana şerê me?