Referandûm: Ji bo çi welatên ereba bêdeng heta hinekî sergirtî piştgirî û Tirkiye-Îran dijberiyê nîşan didin?

Piştî ku Kurdistana Başûr biryara referandûmê aşkere kir bi yek carê Tirkiye û Îranê dijberiya xwe aşkere kirin û ketin nava tevgerekê ku rê li ber referandûmê bigirin. Pêşî raste rast bi kurda re têkilî danîn ku kurda qani bikin da dev ji referandûmê berdin. Ev muhawela wan bi ser neket, paşê fort li kurda kirin ew jî bi ser neket, pişt re xwestin bi rêya DYA û Rûsya nehêlin kurd referandûmê bikin ew jî bi ser neket niha jî Tirkiye û Îran bi xwe li rêyan digerin çawa bikaribin nehêlin referandûm çêbibe. Lê li hember vê helwesta Îran û Tirkiyê helwesta welatên ereb eksî wê ye, hinek welatên ereb bê deng, hinek ji welatên ereba sergirtî piştgiriıyê didin kurda. Li ser vê helwesta welatên ereba serokê herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî di hefta borî de spasî welatên ereb kir ji ber helwesta wan. Ji bo çi helwesta Tirkiye, Îran û welatên ereba weha ye? Yek jê Tirkiye û Îran herdu perçê Kurdistanê yên mezin dibin destê wan de ye û kirina referandûmê ji xwe re tehdît dibînin ku wê tesîr li perçeyên Kurdistanê ku dibin destê wan de ye bike, her weha dewleteke kurd li herêmê hesabê Tirkiye û Îranê yê geopolîtîk serobinî hev dike. Ji aliyekî din du welatên ereba ku du perçê Kurdistanê dibin destê wan de ye weke dewlet ku niha hene nikarin dewam bikin. Dizanin hew dikarin kurda weke berê dibin destê xwe de bihêlin. Li herêma rojhilata nêzîk, navîn û Cizîra Erebî, ereb herdem û niha jî li faris û tirka weke dijmin dinêrin, tu cara ew ji xwe re dost nehesibandine. Ev weke tradîtsiyonal ku ereb sunî ne û îslam ji xwe re weke îdeolojî bikaranîn û herdem li dijî xelîfeta osmanî ne. Sunî ne û li dijî senteza îslama tirk û şîiyeta farisa ne. Ji alî millî de nasyonalîstên ereb tu caran hikumdariya tirka û farisa li ser welatên ereb qebûl nakin tiştekî din yê girîng jî pirsa mentalîtetê ye, ereb weke millet di mentalîteta wan de tolerans û jiyan bi milletê dervî wan re heye û milletê dervî xwe wek heye qebûl dike û rêzê jê re digire lê li cem tirk û farisa ev mentalîte nîne. Tirk û faris heya ji wan tê dixwazin milletên dervî xwe înkar bikin û wan di nav xwe de bi mehînin. Nasyonalîzma ereb pragmatîk nêzî dewleta Kurdistanê dibe. Ew dihesibîne dewleteke kurd dibe hudûd di navbera wan û tirk û farisan de her weha tirk û farisa li herêmê zeîf dike û tirk û faris li herêmê hew dikarin weke hêzên herêmî li hember ereba tevbigerin. Bi kurtî ereb dihesibînin dewleteke kurd balansa herêmê ser û binî hev dike û vê ya di berjewendiyên xwe de dibînin. Ereb heger ne ji kurda bêhtir bi kêmayî bi qandî kurda xezeba tirk û farisan dizanin. Ereb weke stratejîk kurda ji xwe re alternatîv nabînin bes tirk û farisa ji xwe re alternatîv dibînin. Ji ber wê pragmatîk nêzî pirsa referandûmê dibin. Heger kurd bikaribin vê nakokiyê baş bibînin û bi karibin, siyaseteke bi perspektîve. Pir aşkereye heger ne DYA û Rûsya ba Tirkiye û Îranê wê bi artêşên xwe mudaxeleyî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikirina lê nikarîbûn diyare DYA û Rûsya di bin ebeyê de ço rê Tirkiye û Îranê dan.  Beriya demekê hevpeyvîn bi wezîrê derve yê Rûsya Lavrov re hebû li ser referandûmê pirs jê hat kirin, Lavrov got; “Tirkiye û Îran dijberiya referandûmê dikin” Lavrov her weha got; “Referandûm îfada daxwazên milletê kurd e. Em rêzê li îradeya milleta digrin” cihê balkêşiyê ew e ku Lavrov got; “Tirkiye û Îran dijberiya referandûmê dikin” behsa kesekî din nekir. Heta beriya demekê aşkere bû metirsiya kurda ji ber referandûmê hebû ku Tirkiye û Îran dikarin mudaxele bikin. Aşkere bû ku nikarin û rewşa herêmê niha ji bo referandûmê di lehê kurda de ye. Divê kurd netirsin tişta di dest tirk û îraniya de ma ye medya û provakasyona bikin çi li ser navê kurda çi li ser navê îslamê ev jî nikare pêşiya referandûmê bigire. Medya kurd niha divê zimanekî konstruktîv di derbarê nakokiyê nav mala kurda de bi kar bînin divê medya kurd dev ji zimanê dekonstruktîv berde ev ziman kurda perçe dike ji hev dur dixe û dike dijminê hev. Bi ya min kurd niha li medya miqatebin pirsgirêkê din nabin asteng ji referandûmê re. Tenê medya zimanê konstruktîv bi kar bîne û kurda mobîlîzeyî referandûmê bike. Ji ber pir aşkereye niha tirk û îranî gelekî li ser medya dixebitin û heta derecakê tesîrê li medya kurdî jî dikin ku heta ji wan tê di medya kurdî de zimanê dekonstruktîv hakim be da ku kurd li hev nekin û rêjeya erê di referandûmê de kêm bikin. Lê tîr ji kevan derketiye, ne medya û ne jî Tirkiye û Îran nikarin rê li ber referandûmê bigirin. Dinya li pişt kurda ye heger kurd pişta hev bigirin.