Em ê bên

Ewrê reş ê ku di salên 1980 û 1990î de bi ser welatê me de girtibû, em xistibûn hundirê bêhêvîtiyeke mezin û bêhn li me çikandibû. Hin ji me hatibûn girtin, hin kuştin, hin jî wek noka ku li tehtê bikeve her yek bi derekê de belav bûbûn. Niha, qet nebe li pereçene welatê me ew ewr ji hev feşkiliye, hêviyên me ên çilmisî geş bûne û em îro sibe li benda nûçeya îlankirina Kurdistaneke serbixwe ne.

Di hundirê wê bêhêvîtiya salên 1990î de, min di sala 1992an de bi navê Dr. Poloço di Rojnameya Welat de nivîsek bi sernava ”Em ê bên” nivîsandibû. Min di nivîsê de hin tişt hêvî û xeyal kiribûn. Hin ji wan daxwaz û xeyalên min ên di nivîsê de bi cih hatin, lê mixabin dîsa hilweşiyan.

Min weha bang kiribû:

Hevwelatiyên hêja, gelê kurd! Em xwe kar dikin, em ê vegerin, em ê bên. Bi otobusan, bi balafiran, bi tirênan... Em ê bi zar û zêçên xwe ve werin. Em ê bi îngilîzî, firansizî, almanî, danmarkî, swêdî û norvecî vegerin. Ev ziman hemû ên me ne, em ê li wir pê bigerin. Ji kêfa vegera welêt zarokên me didin lotikan, kal û pîrên me kêf dikin, jinên me dilşa ne. Me xwe kar kiriye, tedarika xwe kiriye û em li ser rê ne. Em ne yek û du ne, em sed in, hezar in, dehhezar in. Em tibabek in, komeke mezin in. Em zarok in, kal û pîr in, keç û xort in. Em mêr in, jin in. Hin ji me karker in, hin xwendevan in, hin siyasetvan in, hin nivîskar in, hin burokrat in, hin karmend in. Em ê bi tûrikên tije vegerin. Di tûrikên me de Shakespeare, Tolstoy, Hugo, Gothe, Ibsen, Strindberg hene. Tûrikên me tije ne. Em ê bên! Em ê herin Bazîdê seredana Xanî. Em ê paçikên sêreng bi guliyên dara wî ve bikin. Em ê bi baxên gulan herin ser gorrên şehîdan. Em ê nema bigirîn, em ê bikenin, dîlanê bikin. Em ê li seranserî welêt bigerin. Em ê ava Dîcle û Firatê zelal bikin, jê vexwin. Em ê herin Heskîfê, xwe bikin bend, nehêlin ew binav bibe. Em ê li ser çiyayê Agiriyê li text û mîxên keştiya Nûh bigerin. Me li wir nedît, em ê berê xwe bidin çiyayê Cûdiyê. Em ê paşê dakevin Cizîra Botan, herin seredana dilketiyên kurdan, Memê Alan û Zîna Zêdan. Em ê wan bi miradê wan şa bikin. Em ê hêkelên wan biçikînin li binya malan. Em ê wan pîroz bikin, govendê bigerînin li dora wan. Em ê dûre herin dîwana Melê. Em ê ji dengê wî ê zîz li helbestên wî guhdarî bikin. Em ê Teyrên Feqî kedî bikin. Em ê bikişin Nisêbîna xopan paşê. Em ê herin Girnewas, şevekê li wir razên. Em ê li ber goristana Şêx Selmanê Pak fatîhayekê bixwînin. Em ê Darê ji nû ve vejînin. Em ê di Tilermen re derbasî Dêrika Çiyayê Mazî bibin. Em ê herin ser Pozê Qîza Qirêl. Em ê ji Kulêbê avê vexwin. Em ê li Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Êlaso û Edîp Karahan bipirsin. Em ê berê xwe bidin Diyarbekirê paşê, bedena wê ji nû ve lê bikin. Em ê dergehên wê ji neqencan re venekin. Em ê cih bi cih, gund bi gund, gav bi gav, bajar bi bajar bigerin. Em ê bela xwe di kesî nedin. Em ê pariyê devê xwe bi we re par ve bikin. Em ê welatê xwe bi we re ji nuh ve ava bikin. Em ê avên sar ji quntarên çiyan vexwin. Em ê nanê tenûrê bi hev re bixwin. Em êdî nema li hev dixin. Em ê navên kuçe û kolan, cih û deverên welêt biguherin. Em ê dibistana Cegerxwîn vekin. Em ê bingehê Zanîngeha Xanî biavêjin. Em ê Bîra Qederê ya Celadet Bedir-Xan bixetimînin. Em ê bên! Em ê ewrê reş ê ku bi ser welatê me de girtiye ji hev bifeşkilînin.  Ji bo xwînkirina pozê zarokekî em ê dinyayê bi ser wan de hilweşînin. Em ê dest bidin destên hev, bi hev re bi xurtî bixebitin. Em ê dergehên girtîgehan vekin, dîwarên wan hilweşînin. Em ê girtiyan ber bi kar û xwendinê ve bikişînin. Em ê bên! Em ê wek gêrikan di civatê de belav bibin. Hinên ji me bixwînin, hin binivîsin, hin bixebitin, hin şîretan bikin, hin jî li şîretan guhdarî bikin.

Em ê bên! Piştî xweşkirin û geşkirina welêt, em ê bi azadî, bêtirs destên xwe di ser stûyên hev re bibin û di kuçe û kolanên bajarên xwe de bigerin.

Em ê bên

Û em ê bibînin

Çawa ji kezeba axê simbil diperçivin

Kulîlkên çiyan çawa vedibin

Çawa geş dibe gîha li mêrgan.

Em ê bên

An îro

An sibe

Em ê bên xwişk û birano

Em ê bên!