Nasname

Sê nivîsên min ên dawî tên li meseleya nasnameyê disekinin. Nebûn û kêmasiya heqîqetên ku di van nivîsan de hatin diyarkirin meseleya me ya nasnameyê tevlihevtir û nakoktir dikin. Di cîhana îro ya ku rojeke wê ji rojeke sedsaleke berê bileztir diçe de, hêmanên nasnameyê me di gevzikekê bê ser û ber de digijgijînin. Bê desthilatî, bêpariya ji rêveberiyeke ‘adil û demokrat, bê ewlehî dihêle ku nasnameya kurdîtiyê hin caran bibe hepisxane ji dêvla ku bibûya pencereyek, zimanê me bibe tecrîdbûn ji dêvla ku bibûya pirek, kultura me bibe meytek ji dêvla ku bibûya dewlemendiyek. Bêyî dabînkirina şert û mercên pêwîst ji bo jiyandin û nimandina nasnameyê pesindayîn û şermezarkirinên li ser binemayê nasnameyê jî dibin mişkule. Ji ber nesaxlemî û arîşeyên di vê zemînê de ne bi pesindayînê kurdî û kurdîtî bi pêş de diçe yan xwe diparêze, ne jî bi tohmetbarkirin û şermezarkirinê aîdiyeta li vê nasnameyê zêdetir dibe û pêla asîmîlasyonê kêmtir dibe. Tenê li pirsgirêkên xwe yên gihandina zarokên xwe binêrin ên ku, çi li derve çi li malê, gava ku hûn hewl didin bi wan re bi kurdî biaxivin û wan bi vî zimanî mezin bikin wan tûşî wan dibin. Kêferata hînkirina wan li aliyekî, ezabên wan zarokan ên ji ber nebûna tiştên ku jiyana wan ya zarokane bi wî zimanî bixemilînin li aliyekî dî. Kîjan jiyan, kîjan bajar, kîjan filîm, kîjan lîstik, kîjan dibistan, kîjan heval, kîjan jînge? Zarokekî hayê wî ji meseleyên nasnameyê tine be û bi ti zimanekî nizanibe daynin ber televizyoneke ku hezar qenalên wê hebin, gelo bi hemdê xwe û xweriskên xwê yên tabiî ew zarok ew ê li ser kîjan qenalan bisekine û bi wan şa bibe?  Em nikaribin wan şert û mercan pêşkêşî wî zarokî bikin, em dikarin li wî bigirin û wî jê bikin berpirsiyar? Mixabin jiyana civakî ne di halekî ji halê vî zarokî baştir de ye û nasname çarneçar di nav nostaljiyeke xav, hemaseteke rijî, folkloreke rikuş de asê dimîne.

Dubendiyên li ser unsûrên dewletê, demokrasiyê û sînoran ên ku me di xelekên pêşî de diyar kirin, dema tê ser xala nasnameyê difeşkilin û sefên dîtir derdikevin holê. Heta ne sefên dîtir, bi giranî yek sefek dertê pêş, ew jî li ser bilindkirin, peyitandin, pîrozkirina nasnameyê ye. Bi pêşdeçûna –nisbeten – bi lez a li Başûr gotar û xwedîtiya eşkere a li nasnameyê li Bakur jî geş kir û pêla ku hebûn û parastina nasnameyê girêdayî desthilateke serbixwe (dewlet) dibîne ji berê zêdetir xwe îfade kir. Lê di nav vê pêla netewperweriyê de tiştekî ku ez ji bo ayindeya netewîbûnê û îtibara nasnameyê xeternak dibînim rû dide. Hin caran ji bo mafdarî û pêwîstiya serxwebûna Kurdistanê “pîsî”, “kirêtî”, “hovî”, “nemirovî” û hezar wesfên dî ên xerab ên serdestan tê hejmartin û bi vî rengî hewildana pak û paqijbûna nasnameya kurdî, başî û rindiya kurdan tê misogerkirin. Eger ev “nebaşbûn” wek wesf û qerektera milletekî bê diyarkirin, ev ne netewperwerî ye lê regezperestî (racism/ırkçılık) ye. Ne tenê di dîroka mirovatiyê de, di dîroka ajelan û a hemû kozmosê de gen yan unsûreke irsî û biyolojik ku ti celebekî, nîjadekî, azbetekê yan malbatekê ji alî etîk û mirovî de ji ya dî baştir yan xerabtir destnîşan bike nehatiye dîtin. Eger em kurd ewqasî bi nebaşiya mirovên dî zanibin û jê serwext bin, nexwe çima em di nav xwe û dîroka xwe de her tim pîs û nebaş û xayînên xwe dibînin? Bi min karesat ji wê mezintir nîne ku milletek nasnameya xwe li ser kîn û nefreta nasnameyên dî ava bike yan tarîf bike.

Mafê me yê perwerdehiya bi zimanê xwe heye ne ji ber ku tirk û ereb û ecem nebaş in, mafê me yê perwerdehiya bi zimanê xwe heye ne ji ber ku em baş in. Mafê me heye em xwe bi rê ve bibin ne ji ber ku tirk û ereb û ecem pîs in, mafê me heye em xwe bi rê ve bibin ne ji ber ku em qencên Xwedê ne. Mafê jiyanê, mafê azadiyê, mafên kulturî û civakî ne girêdayî wesfên şexsî ên cihê nîqaşê ne. Mînak, rûsên dema Stalîn jî, elmanên dema Hîtler jî û fransiyên dema Mitterand jî, erebên siûdî jî, koreyiyên bakur û başûr jî xwedî van mafan in, tenê ne xwedî wî mafî ne ku êrîşî van mafan bikin.

Divê doza nasnameyê hêza xwe ji mafê me û mafdariya me bigire. Ji qewla ên berê “heq heq e.” Qediya çû. Kîn û nifrîn mêjiyan pûç dike û berî her kesî zirarê dide xwediyê xwe. Eger em li vê bikudînin û vê gotarê bişidînin, piştî demekê em ê nema xwe bibînin. Qisûr û qebehetên aliyê hember dê piştî demekê bibe hincet û rûpoş ji bo xemsarî, kêmanî û qisûrên me. Wê çaxê dê di destê me de tenê bimîne zimanek, zimanê mexdûriyetê, ku zimanê herî dirêj û dewlemend ê cîhanê ye û ti carî dawiya gotara wê naye ku mirov derbasî kêmasî û meseleyên xwe bibe û gava xwe pêş de bavêje. Eger em li serbilindiyê digerin em li kar û ‘emelên xwe binêrin û tiştê ku me li cîhana xwe zêde kiriye bibînin bes e.

Dema me ji stranekê hez kir ji ber ku bi kurdî ye lê ji yeke dî nefret kir ji ber ku tirkî ye, dema me ji filîmekî hez kir ji ber ku kurdî lê ji yekî dî nefret kir ji ber ku farisî ye, dema me ji helbestkarekî hez kir ji ber ku kurd e ji yekî dî nefret kir ji ber ku ereb e, dema me ji keçikekê hez kir ji ber ku sunnî ye lê girrê me ji yeke dî çû ji ber ku ‘elawî ye, dema me ji dikanekê danûstandin kir ji ber ku xwediyê wê misilman e lê ji yeke dî nekir ji ber ku xwediyê wê fileh e, dema me cinayetek şermezar kir ji ber ku kiryarê wê ne ji me ye lê yeke dî pesinand ji ber ku kiryarê wê ji me ye, wê çaxê nasnameya me dibe qeyd û bend, dibe hucreya herî tarî a cîhanê.